Xwepêşandanên Îranê di roja 9’an de ye: Herî kêm 20 kes mirin
Di xwepêşandanên li Îranê ku li 26 eyalet û 78 bajaran belavî bûye de, hate diyarkirin herî kêm 20 kes mirine. Di serî de li Melîkşah û Kirmanşah jî di nav de li gelek bajaran merasîmên cenazeyan vegeriyan protestoyan.
Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên li seranserî welat ku li bazara Alaeddîn a li Tahranê destpê kirin, di roja 9’an de li zêdetirî 222 deverên li 78 bajarên girêdayî 28 eyaletan belav bûye. Protesto, xwepêşandanên kolanan, grevên pîşeyî, meşên protestoyî û diruşmeyên rasterast li dijî rêveberiyê digre nava xwe. Berfirehbûna belaviya erdnîgarî, cûreyên awayên çalakiyan, îşaret bi domandina xwepêşandan û yekbûna daxwazên aborî yên siyasî û sivîl dike.
Guleyên rast barandin
Çavkaniyên sivîl yên li navçeya Melîkşah a girêdayî eyaleta Îlamê, diyar kirin ku hêzên ewlehiyê guleyên rast li xwepêşanderan barandine. Hat diyarkirin ku herî kêm 4 kes mirine û 30 kes birîndar bûne.
Merasîmên cenaze ji bo kesên hatine kuştin, bi beşdariya zêde ya gel veguherî protestoyan. Beşdaran diruşmeyên ‘Ji Komara Îslamê re mirin’ û ‘Ji Hamaneyî re mirin’ berz kirin.
Beşdariya girseyî ya pispor û hiqûqnasan, ne tenê îfadeya piştevaniyê ye, di heman demê de bangek aşkera ya li pergala ewlehiya ku tê ferzkirin e. Ev kêlî tê wateya ku pergala siyasî di qada civakî de rewabûna xwe winda kiriye. Ev merasîmên ku bi armanca protestoyan li bajarên cûda bi awayek xelekî dubare bûn, diyar dike ku dibe ku bibe amûra motora seferberiya civakî û li dijî zextê hilberandina bîra kolektîf.
Li Îlamê raporên xwecihî û dîtbarî, radixe berçavan ku hêzên ewlehiyê bi armanca birîndaran binçav bikin an jî dest danîn ser cenazeyên kesên hatine qetilkirin, hewl dane bikevin beşa awarte ya nexweşxaneya Fettahî-Humeynî. Çavkaniyên mafên mirovan, diyar kirin ku ev hewldan rastî berxwendana xebatkarên tenduristiyê û xwepêşendaran hatiye.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ya li Caferabad a girêdayî Kirmanşahê, di nûçeya xwe ya dispêre çavkaniyên xwecihî de, ragihand ku du birayên bi navê ‘Riza û Resul Kedivaryan’ di 3’yê Çileyê de di dema xwepêşandanan de bi guleyan birîndar bûne. Resul Kedivaryan li nexweşxaneya Talîkanî mir, Riza Kedîvaryan piştî çend saetan di lênêrîna awarte de mir. Heta me nûçe weşand jî hate diyarkirin ku rayedarên ewlehiyê, cenaze radestî malbatê nekirine.
Binçavkirina herî kêm 17 kesan hat belgekirin
Li seranserê Îlamê, çavkaniyên medyayê yên serbixwe, di nav de zarok û xwendekar nasnameya hejmarek zêde ya binçavkirinan weşand. Hate diyarkirin ku di nav herî kêm 17 kesên hatine binçavkirin de, zarokek 14 salî û hinek xwendekarên zanîngehê hene.
Li aliyê din di xwepêşandanên di rojên dawî de, çavkaniyên xwecihî û şahidan diyar kirin ku li bajarên din ên Rojhilat jin, xwendekar û heta ciwan bi awayek girseyî hatine binçavkirin. Piraniya van binçavkirinan di dema xwepêşandanên kolanan, merasîmên cenaze yên bi armanca protestoyan, an jî di dema serdegirtinên malan ên bişev de hatine pêkanîn. Li gorî çavkaniyên xwecihî, hinek kes bêyî biryara darazê û bi karanîna tundiya fîzîkî hatine binçavkirin, malbat nizanin binçavkirî li kuderê tên girtin.
Li bajarên din ên Îranê di dema xwepêşandanan de, gelek dîmen û nûçeyên jin, xwendekar û zarokên hatine binçavkirin hatin weşandin. Ev rewş fikarên binpêkirina mafê mirovan a zêde û zêdebûna zextê zêde dike.
Hejmara kesên qetilkirî gihîşt 20’an
Li gorî raporên çavkaniya serbixwe û rêxistinên mafên mirovan, hejmara kesên di roja 9’an a xwepêşandanan de hatine qetilkirin, gihîştiye 20’an. Hinek sazî jî ragihandin ku di nava hefteya destpêkê de, li eyaletên Îlam, Kirmanşah, Harsîn û yên din de bi giştî 17 mirin piştrast kirine.
Her çend di dîtinê de çalakî, bi zextên debarê û aboriya giran destpê kiribe jî, kokên siyasî yên kûr ên tevgerê hene. Diruşme, danezan û daxuyaniyê partiyên Kurdan û rêxistinên pîşeyî li seranserî welat, nîşan dide ku tevger daxwazên aborî derbas kiriye û berê xwe daye daxwazên siyasî û mafên mirovan.
Di danezanên hatin weşand de têgînên ‘mafê jiyanê’, ‘azadiya protestoyê’, ‘bidawîbûna xizanî û gendeliyê’, ‘bidawîbûna zextan’ hê zêdetir tê dîtin. Ev guherîn bi çarçoveya berfirehbûna serhildanê re sînordar nabe, wê vedigerîne tevgerek piralî û hê zêdetir bidomîne.
Di van şertan de, hikûmet tenê bi daxwazên aborî, nikare vê hêrsa kombûyî kontrol bike. Êdî daxwaz xwe dispêrên pergala siyasî û hiqûqî. Daxwaz di vê astê de tevlihev bûyîn û radîkal bûyîn û zextê, ji derveyî kontrola kolanan rûbirûyî zoriyan dihêle.
Domandina xwepêşandanan a li seranserî welat, bi awayek erdnîgarî mezinbûna xwepêşandanan û zêdebûna zextên ewlehiyê, zêdebûna windahiyên çandî, pêlên binçavkirinê û bi taybetî ji bo birîndarên protestoyan di xwegihandina xizmetên tenduristiyê de, kêmaniyên cidî, tabloyek giran tîne rojevê.
Di vê qadê de, nakokiyên di navbera gotinên fermî yên dewletê û raporên qadê yên serbixwe de, dane bi awayek tîtîz girîngiya piştrastkirinê du qatîn dike.
Parêzvanên mafên mirovan, derbarê asta tundiya ku tê pêkanîn û daxwazên gel, analîzên serbixwe û bi hûrgûlî de, ne tenê ji bo qeydkirina rastiya dîrokî, diyar dike ku bi şopandina hiqûqî û naventewî, di aliyê pêşîlêgirtina dubarabûna sûcan, jiyanî ye. Di van cihên krîtîk de, bêdengî an jî berovajîkirin ne tenê desthilat, li dijî civak û bîra kolektîf e jî.
Destek her ku diçe zêde dibe
Di heman demê de ji derveyî partiyên Kurdistanî û aktivîstên siyasî yên li Rojhilat, pêla destekê ya ji bo xwepêşandanan, astek berfireh qezenc kir. Di rojên dawî de hinek girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê, rêxistinên karkeran, aktivîstên 5 zanîngehên mezin ên Tahranê, sendîkayên mamosteyan ên li Rojhilat û bajarên din, hinek Baro û parêzvanên serbixwe û Yekîneyên Nivîskaran, bi danezanên cûda û hevpar weşandin û destek dan xwepêşandanan.
Ev dengê hevpar di navbera aktorên siyasî, akademîk, pîşeyî û sivîl de, nîşan dide ku daxwazên aborî û civakî bi daxwazên siyasî û hiqûqî re bûne yek. Di qadek ku bi zexta rêveberiyê hewl dide armanca protestoyan berovajî bike an jî jê bibe, piştevaniya van sazî û yekîneyan di dîtina dengê rast ê civakê de dikare rolek kilît bilîze. Ev piştevaniya pir alî, potansiyelek girîng a avakirina bloka civakî ya bi hêz a li dijî zextê, digre nava xwe.