Li Îranê krîza xanî û kirê bi daneyên fermî û rewşa heyî xwe dide der

Li gorî daneyên fermî, bazara kiriya xaniyan di Nîsana 2026’an de jî di bin zexteke giran de bû. Her çendî zêdebûna kirê li gorî enflasyona giştî kêmtir hatibe qeydkirin jî ji sedî 31.1 enflasyon û rêjeya enflasyonê ya salane ji sedî 33.7 e.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên fermî yên dawî, bazara kiriya xaniyan di Nîsana 2026’an de di asteke pir teng û zextê de ye, enflasyona kiriya xaniyan a li ser bingeha xalan gihîştiye ji sedî 31.1, enflasyona mehane ji sedî 1.6 û enflasyona salane ji sedî 33.7’e. Her çendî ev hejmar nîşan didin ku rêjeya zêdebûna kirê li gorî enflasyona giştî kêm bûye jî hê ji bazarek ‘normal’ dûr in; ji ber di Nîsana 2026’an de, enflasyona giştî gihîştiye ji sedî 73.5, enflasyona mehane ya giştî bûye ji sedî 5 û enflasyona salane ya giştî bûye ji sedî 53.7. Kirê ‘li gorî qadên din kêmtir’ zêde bûye lê negihîştiye asteke qebûlkirî. Rapora fermî ya Wezareta Rê û Geşepêdana Bajaran jî heman meylê piştrast dike û dibêje ku kêmbûnê di Tebaxa 2024’an de dest pê kiriye.

Tabloya bazarê ya tê dîtin ji hejmaran de dûr e

Raportên dawî nîşan didin ku çalakvanên bazara xaniyan li gorî sala borî zêdebûnek ji sedî 30-40 di kiriyan de dîtine, bihayê xaniyan li hinek bajaran ji sedî 40 zêde bûye û ev zext belavî Tehranê jî bûye. Heman rapor nîşan didin ku danûstandinên li paytextê li gorî sala borî hema bibêje nîvî bûne, di heman demê de rêjeyên pêşniyarkirî li Tehranê ji sedî 40-50 zêde bûne; ev tê wê wateyê ku zêdebûna serlêdanên pêşniyarkirî ji ya ku di endeksên fermî de hatiye tomarkirin dijwartire û bi lez bilind dibe.

Krîza bingehîn ne tenê ‘mesrefa xanî’ ye bûye nîşaneyek ji xizaniya xaniyan

Li gorî raporên dawî, ji sedî 25’ê nifûsa Îranê kirêdar in, ji sedî 66’ê niştecihên bajaran xwediyên xanî ne û yên mayî jî kirêdar in. Xizanî di nav kirêdaran de belav e, ji sedî 100’ê kirêdaran di asta yekem de û ji sedî 80’ê kirêdarên di asta duyem de wekî xizan têne hesibandin.

Heman rapor dibêje ku zêdetirî 2 milyon ‘xizanên xaniyan’ li van çar parêzgehan kom bûne: Tehran, Xorasan Rezewî, Esfehan û Fars. Ev tê vê wateyê ku krîz ne tenê li ser ‘bihayên bilind ên xaniyan’ e, bûye mekanîzmayek ku xizaniya bajarî ji nû ve çêdike.

Her wiha zexta rastîn di budçeyên malbatan de tê dîtin. Lêkolîn nîşan didin ku rêjeya xaniyan di xercên malbatên Tehranê de di sala 2024’an de gihîştiye nêzî ji sedî 60, li gorî hinek texmînan, rêjeya xaniyan li deverên metropolan gihîştiye rêjeya nêzî ji sedî 50 heta ji sedî 70.

Li gorî texmînan di sala 2025’an de ji sedî 42.2’ê dahata giştî ya karkeran ji bo xaniyan hatiye xerckirin. Di vê çarçoveyê de, zêdebûna mûçeyê herî kêm 16.6 milyon tumen û mafên xaniyan 3 milyon tumen, di sala 2026’an de zêdetir dişibe rêziknameyeke îdarî ya xaniyan a bersivek li hemberî rastiyên bazarê. Di vê rewşê de, malbat neçar in ji bo dabînkirina hewcedariyên xaniyan dev ji xwarin, pêwîstiyên tenduristiyê û perwerdeyê berdin.

Li cihê çareseriyê bal daye ser tezmînata demkurt

Li aliyê din, siyaseta fermî ya hikûmetê li cihê çareserkirina koka pirsgirêkê, bala xwe daye ser tezmînata demkurt. Di sala 2025’an de, li Tehranê sînorê zêdebûna kirê wekî ji sedî 25 hat ragihandin û rayedarên Meşhedê jî diyar kirin ku rêjeya qanûnî ji sedî 25 e; lê belê, raporên qadê nîşan didin ku zêdebûn gihîştiye ji sedî 30 heta ji sedî 40. Ev tê wê wateyê ku cudahî di navbera ‘sînorê qanûnî’ û ‘rastiya bazarê’ de girîng e. Wekî din, pakêtên piştgiriyê piranî li ser bingeha tesîsên emanetê ne, li gorî rapora fermî ya Nîsana 2026’an, sînorê deynê emanetê ji bo Tehranê gihîştiye 365 milyon tumen, ji bo navendên parêzgehan gihîştiye 280 milyon tumen, ji bo bajarên din gihîştiye 185 milyon tumen û ji bo gundan gihîştiye 75 milyon tumen. Planeke din deynê emanetê yê 400 milyon tumen ji bo komên kêmdahat û piştgiriyê pêşbînî dike. Lê belê, ji ber ku bihayê kirê li gelek deveran ji dahatê zûtir zêde dibin, ev tesîs ji dermanê nexweşiyê bêthir ‘roleke nefesgirtinê’ dilîzin.

Tebeqeya kûrtir a krîzê di girêdana pirgirêka xaniyan bi bêkarî, nediyarî û koçberiya civakî de tê dîtin. Li gorî rapora ILNA ya li qadê bi kirêgiran re kiriye, eşkere dike ku daxwaza heyamek paşxistina dravdanê ji xwediyên xanî, bikaranîna emanetan ji bo dayîna kirê, barkirina ji bo malek piçûktir û taxek erzantir, jiholêrakirina lêçûnên jiyanê û koçberbûna derveyî bajêr. Heman rapor destnîşan dike ku hejmarek girîng ji kirêgiran ji ber tirsa bêkariyê karên xwe winda kirine yan jî dravdanan bi paş dixin.

Êdî kes nikare xaniyan bikire

Texmîneke din a tabloya demdirêj sosret e. Li gorî texmîneke din dema ji bo li Tehranê bibin xwediyê xanî 89 sal e û li seranserê welêt 49 sal e. Ev hejmar nîşan didin ku xanî li Îranê ne tenê ji bo çînên jêrîn negihîştî dibe, di heman demê de ji bo beşeke mezin a hêza kar dibe qadeke ku ‘nikare bigihîjîne’ her diçe zêdetir dibe.

Bazara xanî ya Îranê ketiye qonaxa ‘enflasyona aram lê bi krîzê dagirtî ye.’ Ev tê vê wateyê ku her çendî rêjeya zêdebûna kirê li gorî enflasyona giştî hinekî kêm bûye jî asta biha wisa zêde bûye ku bi taybetî ji bo malbatên ku mûçe qezenc dikin li Tehran û bajarên mezin, wateya wê ya pratîk hê jî xizaniya xanî, kêmbûna debara jiyanê û dûrxistin e.

Dema di vî alî de were mêzekirin, tê dîtin ku kirê êdî ne bazareke cuda ye, parçeyeke mekanzîmaya belavkirina newekheviya di aboriya Îranê de ye.