Xwepêşandana jinan a li Bexdayê: Mafên dê û zarokan divê werin parastin

Li Bexdayê, dayîk û çalakvanan li pêşiya Encûmena Bilind a Dadwerî li dijî sepandina biryarên Zagona Ceferî xwepêşandanek li dar xist. Beşdaran xwestin mafên malbatî bên parastin, destdirêjî li ser peymanên zewacê yên heyî neyê kirin.

TEMENNÎ EL-SEREWÎ

Bexda – Biryarên Zagona Ceferî (El-Mewedene El-Cefeeriyê) piştî ku bandorên wan dest pê kir ku heta mijarên zewacê, welayeta zarokan û mafên jinan ên nava malbatê çûn, li Iraqê nîqaşên berfireh çêbûn. Çalakvan ditirsin ku sepandina hinek xalên wê, bibe sedema kêmkirina mîsogeriyên qanûnî yên jinan, bi taybetî der barê temenê zewacê de.

Daxwazên dayîkên Iraqî der barê encamên sepandina biryarên Zagona Ceferî li ser peymanên zewacê û dozên welayeta zarokan de li herêmê zêde bûn.

Îro, li pêşiya Encûmena Bilind a Dadwerî ya li Bexdayê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin, beşdaran daxwaz kirin biryara dadwerî ya hejmar (93) bê vekolîn û misogerî bê dayîn ku destdirêjî li mafên dayîk û zarokan neyê kirin. Her wiha wan red kir ku peymanên zewacê yên heyî bêyî zanyarî yan razîbûna aliyê din bên guhertin an veguherandin.

Ji aliyekî ve jî hinek ji jinên xwepêşandêr di axaftinên xwe yên li ser şertên peymana zewacê de xwe dispêrin tiştên ku li ser malpera fermî ya ofîsa merceayê olî ya bilind Seyîd Elî El-Sîstanî hatine weşandin ku malper diyar dike peymana zewacê li ser esasê îcab û qebûlê (pêşniyar û pejirandinê) ava dibe. Her wiha li cihekî din tekez dike ku ji şertên peymanê razîbûna rastîn a her du aliyên zewacê girîng e.

Nirxandina mekanîzmeyên sepandina qanûnê

Di vê çarçoveyê de, çalakvan Şeyma El-Maemûrî diyar kir ku daxwazên jinên xwepêşandêr di serî de li ser betalkirina peymanên ku jin wan li dijî şerîet û qanûnê dibînin radiweste, da zanîn ku ew di vî warî de pişta xwe didin fetwayên li ser malpera fermî ya Seyîd Elî El-Sîstanî hatine weşandin.

Şeyma El-Maemûrî destnîşan kir ku daxwaza duyemîn ew e veguherandina peymanên jinan ji bo ser biryarên Belgesera Ceferî bi îradeyeke tenê û bêyî girtina razîbûn an agahdariya wan red dikin, diyar kir ku di nava xwepêşandêran de jinên bi salan e zewicî ne hene, hinek ji wan zêdetirî pênc an deh salan e û zarokên wan hene.

Her wiha destnîşan kir ku dosyaya welayeta zarolan aliyekî bingehîn ê xwepêşandanê ye, nexasim tiştê ku bi şîrovekirina biryarên zagonê û bandorên wan ên li ser zarokan ve girêdayî ye. Veqetandina zarok ji wê jîngeha ku lê fêr bûye birina cihekî din, pêdivî bi lêkolîna li ser şert û mercên wî/ê, berjewendî û asta guncabûna jîngeha nû ji bo wan heye.

Berjewendî û ewlehiya zarok di rêza yekem de ne

Dayîkek xwepêşandêr diyar kir ku hejmarek dayîk ji ber tiştê wê wekî "îhtimala windakirina zarokên xwe" bi nav kir, di nava fikareke mezin û tirsê de dijîn û tekez kir ku daxwaza dayîkê ji parastina mafê wê yê di xwedîkirina zarokên xwe de û piştrastbûna ji paşeroja wan derbas nabe û wiha got: "Divê zarok nekevin nava nakokiyên di navbera dê û bavan de her biryarek ku bi çarenûsa zarok ve girêdayî ye divê berjewendî û ewlehiya wî ya derûnî û civakî bixe rêza yekem."

Dayîkê wiha li gotinên xwe zêde kir ku dayîka ku şopandina jiyana rojane ya zarokê xwe dike, ji xwendin û tenduristiyê bigre heta pêdiviyên wî yên cihêreng, dibîne ku windakirina wî şokeke mezin e û bandorên her nakokiyeke welayeta zarokan ne tenê bi dê û bavan re sînordar in, belkî dikarin bigihîjin xwe yê zarok jî.

Her wiha bang li aliyên dadwerî û qanûnî kir ku guh bidin daxwazên dayîkan û bi cidî li fikarên wan binêrin. Ji ber çareserkirina nakokiyên malbatî divê bi rengekî pêk were ku zarok berdêla nakokiyên di navbera xizmên xwe de nedin.

Ev xwepêşandan hemwextî guhertina qanûna rewşa kesane ya bi hejmara (188) ya sala 1959’an ket meriyetê de tê. Piştî derketina qanûna hejmar (1) a sala 2025’an ku destûr da zilamê misilman û jina misilman a Iraqî ku sepandina biryarên mezhebê şiî yê Ceferî di mijarên rewşa kesane de hilbijêrin, di rewşên destnîşankirî de jî destûr da pêşkêşkirina daxwazeê ji bo sepandina van biryaran li ser peymanên zewacê.