Xwendekarên Mexmûrê: Em mafê xwe yê xwendina zanîngehê dixwazin

Li Wargeha penaberan a Mexmûrê îsal 110 xwendekaran xwendina xwe ya 12 salan temam kirin û bi şahiyek qedandina dibistana amadeyî pîroz kirin.

BÊRÎVAN TUNÇ

Mexmûr – Xeyal û hêviyên pêşerojê yên zarokên penaber der barê xwendinê de her roja diçe kêmtir dibin û xwendekar êdî bêhêvî ne. Ambargoya li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a ku ji aliyê hikumeta herêma Kurdistanê ve di Tîrmeha 2019’an de hat danîn berdewam dike û ev ambargo herî zêde zirarê dide perwerdeya wargehê. 8 sal in xwendekarên wargehê ji perwerdeya zanîngehê bêpar mane, wezareta perwerdeyê ya Iraqê ji bo xwendekarên Wargeha Mexmûrê erk û berpirsyariya ku dikeve ser pêk nayne.
Li gorî zagona 51 a mafên penaberên siyasî mafê xwendekarên wargehê heye li zanîngehên Iraqê bixwînin û pîşeyên dixwazin bi dest bixin lê ji ber siyaseta qirêj a li ser Wargeha Mexmûrê tê meşandin, xwendekarên wargehê ji vê mafê xwe bêsûd tên hiştin. Ji sala 2019’an ve xwendekarên wargehê tevlî ezmûnên zanîngehê nabin û wan nagirin zanîngehan. Hejmara xwendekarên ku heta niha dibistana amadeyî qedandine û neçûne zanîngehê di sala 2019-20’an de 137, di sala 2020-21’ê de 152, di sala 2021-22’an de 96, di sala 2022-23’an de 86, di sala 2023-24’an de, di sala 2025-2026’an de 110 xwendekar mezûn bûne bi giştî xwendekarên dibistana amadeyî qedandine lê bi dawîbûna xwendina wan a amadeyî re xeyalên wan ên pêşerojê jî bi dawî bûne. Ji sala 2019'an ve nêzî 600 xwandekaran ne karîne derbasî zanîngehê bibin. 

Arjîn Urper yek ji wan 110 xwendekaran e ku îsal dibistana amadeyî qedandiye xeyala wê ji biçûkahiyê  ve ew bû ku zanîngehê bixwîne bibe xwedî pîşe û xwe bi pêş bêxe ji civaka xwe re bibe kesayetek kêrhatî. Arjîn Urper der barê xeyalên xwe û ambargoya li ser perwerdeya Wargeha Mexmûrê de ji ajansa me re axivî û wiha got: “Her zarok dema dest bi xwendinê dike xeyal û armancên wê/wî ew in ku bibe xwedî pîşeyek û kêrhatî be. Ji zarokatiyê ve her dem xeyala min ew bû beşek bixwînim û di aliyê zanistî de pîşeyek hîn bibim. Nebûna zanîngehê dibe sedem ku xeyalên me bişkên. Bi qasî 8 salan e Hikumeta Herêmê û Hikumeta Iraqê deriyên zanîngehên xwe li xwendekarên wargehê girtine û destûr nadin em tevlî ezmûnên zanîngehê bibin.”

‘Ji ber nebûna zanîngehê pêşeroja ciwanan dikeve metirsiyê’

Arjîn Urper der barê bandorên neyînî yên zanîngehê de li ser pêşeroja civakê û valahiya ku ciwan dikevinê de nêrînên xwe wiha anî ziman: “Her civak pêwîst e rewşenbîr û zanayên wan hebin, mafê her civakê heye zarokên wan bi zimanê dayîka xwe perwerde bibin û zanîngehê bixwînin lê em weke zarokên Mexmûrê ji vê mafê xwe yê xwendinê bêpar tên hiştin. Ji ber nebûna zanîngehê pêşeroja ciwanan dikeve metirsiyê. Ji ber bêderfetiya li wargehê rêjeyek zêde ya ciwanan di valahiyê de dimînin. Dibe ku hinek biçin peymangehê bixwînin lê peymangeha me di aliyê zanistî de têr nake û ne gengaz e ku 110 xwendekar biçin peymangehê bixwînin. Ji ber wê jî gelek xwendekar dev ji xwendina xwe berdidin û diçin li kar digerin da ku pêşeroja xwe bixin garantiyê de.”

Arjîn Urper bang li Hikumeta Herêmê û Hikumeta Iraqê kir û got: “Wekî her zarokek li cîhanê mafê me heye ku em jî zanîngehê bixwînin û xeyalên xwe pêk bînin. Hêvîdar im hikumeta herêmê û hikumeta Iraqê deriyên zanîngehan jî me re vekin da ku em bikaribin xeyalên xwe pêk bînin.”

Zanîngeh nebe jî em ê li pey xeyalên xwe bimeşin’

Yek jî xwendekarên din ên ji beşa zanistî ya amadeyî mezûn bûye Helîz Îlhan jî der barê xeyalên xwe  û nebûna zanîngehê de wiha dibêje: “Wekî her xwendekareke dibistana amadehî qedandiye xeyalên min jî ew e ku ez di pêşerojê de bibim bijîşk û bikaribim ji civaka xwe re xizmetê bikim. Lê mixabin îsal jî em 110 xwendekar ji mafê xwe yê herî rewa yê xwendinê bêpar dimînin lê nebûna zanîngehê nayê wê wateyê ku em ê dest ji xeyalên xwe berdin. Dibe ku piştî salek du salên din rewş bê guhertin û em bikaribin xeyalên xwe pêk bînin. Ji bo wê pêwîst e ciwan her dem ji bo xeyalên xwe têbikoşin û dest ji xeyalên xwe bernedin. Ruxmî nebûna zanîngehê jî em ê li pey xeyalên xwe bimeşin.”

Helîz Îlhan jî daxwaz ji rayederên hikumetê kir ku riyek ji xwendina wan re bê vekirin û wiha got: “Em hêvî dikin di demek nêz de ji me xwendekaran re rê bê vekirin û em bikaribin zanîngehê bixwînin.”

Hêjayê bibirxistinê ye ku komîteya perwerdeyê ya Wargeha Mexmûrê ji bo çareserkirina pirsgirêkên zanîngehê bi dehan caran serî li Wezareta Perwerdeyê ya Hikumeta Herêmê û Hikumeta Iraqê daye lê heta niha ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Her wiha di sala 2025’an de heyetek ji Wezareta Perwerdeyê serdana wargehê û dibistanên kargehê kir. Mufredeta perwerdeyê ya wargehê li gorî mufredeta perwerdeyê ya Iraqê hatiye nûkirin lê hê jî ne ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê ve ne jî ji aliyê hikumeta herêmê ve tu gav ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwendinê nehatine avêtin û her roja ku diçe hejmara ciwanên ji mafê xwendina zanîngehê bêpar dimînin zêde dibe.