Xwendekarên Başûrê Kurdistanê pêşengên xwepêşandanan bûn

Mamosteya zimanê Kurdî Niyaz Ebûbekir got ku xwendekar di rojên piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re pêşeng bûne û bi çêkirina keziyan û komkirina alîkariyan piştevaniya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşan dane.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Li dijî êrîşên çeteyên cîhadîst ên girêdayî HTŞ’ê li ser Rojavayê Kurdistanê ku desteka xwe ji dewleta Tirk digrin, gelê Kurd li tevahî aliyên Kurdistanê û derveyî welay piştevaniya Rojava kir. Her wiha ji başûrê Kurdistanê jî piştevaniyek xurt hat. Li bajarê Silêmaniyê zêdetirî 20 rojan bênavber çalakiyên berfireh li qadan, dibistan, zanîngeh û peymangehan hatin lidarxistin. Xwendekar û mamosteyan pêşengî ji xwepêşandanan re kirin. Hemû dibistan bûn qada çalakiyên piştevaniyê.

‘Dibistanan piştevaniya Rojavayê Kurdistanê kirin’

Mamosteya zimanê Kurdî ya dibistana amadeyî ya Xanzad a keçan Niyaz Ebûbekir diyar kir ku ji dîrokê ve êrîş li ser gelê Kurd didomin û got: “Di êrîşên meha Çileyê bi desteka dewletên dagirker li dijî Rojavayê Kurdistanê dest pê kirin de gel rastî komkujiyê hat, bi hezaran kes koçber û şehîd bûn. Li dijî van kiryaran hemû Kurd rabûn ser lingan. Kurd li tevahî aliyên Kurdistanê û welatên Ewropayê daketin qadan û piştevaniya Rojavayê Kurdistanê kirin. Her wiha saziyên perwerde û hîndekariya Başûrê Kurdistanê bi riya çalakiyan piştgirî dan. Rola mamosteyan jî gelek girîng bû. Ji bo piştevaniyê xwendekarên ku bi çalakiyên cur be cur keziyen xwe hûnandin û alîkarî komkirin, pêşengiya hemû çalakiyan kirin.”

‘Xwendekar beşdarî xwepêşandanan bûn’

Niyaz Ebûbekir da zanîn ku ji bo piştevaniyê wezîrê perwerdeyê banga komkirina alîkariyan li hemû dibistanan kiriye û got: “Bi benga wezîrê perwerdeyê tevahî dibistanên li bajarê Silêmanî û derdorê dest bi çalakiyên berfireh kirin û xwendekar beşdarî xwepêşandanan bûn û pêşengî kirin. Tevî nebûna mûçe, malbatên xwedekaran alîkarî kirin. Nifşê nû piştevaniya xak û çanda xwe kir.  Mamoste û xwendekaran keziyên  xwe dihûnan û diçûn dibistanê. Her dem ji xwendekaran re dibêjim radestî tiştên biyanî nebin. Ji bo mayîna terzê jiyan Kurdewar pêwistî bi xwedîderketina li çanda Kurdî heye.”

‘Ev nîşaneya yekîtiya Kurdan e’

Niyaz Ebûbekir wiha domand: “Di xwepêşandanan de ciwan fêr bûn ku bi hevrebûnê dikarin li hemberî dijmin bisekinin. Her wiha malbatan piştgiriya xwendekaran kir. Me dît ku zarokên dusalî û zarokên xwedî pêwistiyên taybet beşdarî xwepêşandanan bûn. Ev jî nîşaneya yekîtiya gelê Kurd bû. Ji bo vê helwest û piştevaniya xwendekaran, wezîrê perwerdeyê biryar da ku wêneyê wan zarokan bibin berga pirtûkên perwerdeyê. Li Rojava xwendekar ji mafê perwerdeyê bêpar mane, em piştevaniya xwe ji bo xwendekar û malbatan nîşan didin. Em amade ne ji Başûrê Kurdistanê re piştevanî û alîkariyê bikin.”

‘Kurd bûn yek’

Niyaz Ebûbekir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Xwendekarên min bi çalakiyan tevlî kampanyaya keziyan bûn. Daxwaza min ji mamoste û wezîrê perwerdeyê ew e ku weke salên pêşî xwenedkaran li dibistanê kom bikin, çalakiyên çandî û nîştîmanî li dar bixin. Em wek mamoste ji rewşa xwendkarên Rojavayê Kurdistanê dilgiran in. Lê belê em dikarin deriyên dibistan û dilê xwe ji bo xwendekarên Rojavayê Kurdistanê vekin. Yekbûna Kurdan li Rojavayê Kurdistan, tevahî gelê Kurd li parçeyên din ên Kurdistanê kir yek.”