UNICEF’ê derbarê bermahiyên şer ên li Sûriyeyê de hişyarî da

Bermahiyên şer li Sûriyeyê tevî kêmbûna operasyonên leşkerî hê jî gefên mezin li ser jiyana sivîlan, bi taybetî zarokan çêdikin. Ev yek, ji hêla Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ve jî hat piştrastkirin.

Navenda Nûçeyan – Li deverên mezin ên Sûriyeyê bûyerên girêdayî mayînên di salên şer de hatine çandin zêde dibin. Ev yek jiyana sivîlan rojane dike xeterê. Ji ber ku ew tevgera nifûsê sînordar dikin û wan di nebûna planên berfireh ji bo rakirina wan de bi xetereyên berdewam re rûbirû dikin.

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) îro hişyarî da ser berdewamiya gefên bermahiyên şer li Sûriyeyê. UNICEF’ê tekez kir ku tevî kêmbûna dijwariya operasyonên leşkerî, ev xeter hê jî bandorê li jiyana sivîlan, bi taybetî zarokan dikin.

Hê jî nêzî 324 hezar bermahiyên şer mane

Rêxistinê ragihand ku nêzî 324 hezar perçeyên bermahiyên şer hê jî li zevî, rê, dibistan û malan belav bûne, ev yek deverên mezin bêewle dike û niştecihan bi xetereyên domdar re rûbirû dihêle. Rêxistinê destnîşan kir ku gavek dikare jiyana zarokek, her û her biguherîne.

Li aliyê din, Rêxistina Halo Trust di dawiya Adarê de eşkere kir ku ji dema hilweşîna rejîma Sûriyeyê ve herî kêm hezar û 900 birîndar û 700 mirin, di nav de nêzî 200 zarok, hatine tomarkirin. Rêxistinê da zanîn ku ev yek jî nîşan dide ku ji ber zehmetiyên belgekirinê hejmarên rastîn mihtemelen ji yên berê zêdetir in.

Herî zêde zarok zirarê dibînin

Wê destnîşan kir ku zarok ji sedî 40’ê birîndaran û ji sedî 30’ê mirinan pêk tînin ku ji ber teqemeniyên neteqiyayî çêdibin. Rêxistinê tekez kir ku gelek qeza di dema berhevkirina metalên bermayî, şivantiya ajalan, an jî xebata di çandiniyê de çêdibin.

Zêdeyî 8 hezar dibistan zirar dîtine

Rêxistinê aşkera kir ku zêdetirî 8 hezar dibistan bi giranî zirar dîtine an jî wêran bûne, di heman demê de dibistanên din li deverên xeternak in, ewlehiya zarokan tehdît dikin û bandorê li ser berdewamiya pêvajoya perwerdehiyê dikin. Wê hişyarî da ku Sûriye yek ji welatên herî qirêj ên bi mayîn û teqemeniyên neteqiyayî li cîhanê ye, di demekê ku hundirê Sûriyeyê şahidiya herikîna 10 hezaran penaberan ji Lubnanê dike de, îhtîmala qurbaniyên nû zêde dike.

Derbarê zehmetiyên mezin ên têkildarî paqijkirina mayînan de, Halo Trust ji rêveberê xwe yê herêmî yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê veguhest ku gotiye sivîl hema hema rojane têne kuştin û birîndarkirin, taybetî li deverên nêzî xetên pêşîn ên berê li bakur-rojavayê welêt.