Xwendekar nikarin beşên dixwazin diyar bikin
Li herêma Kurdistanê piştî 12 salên xwendinê, xwendekar nikarin bi dilê xwe beşên dixwazin li zanîngeh û peymangehan diyar bikin. Ji ber wê gelek deman beşek dixwînin ku tu daxwaza wan li ser nîne, ev jî baweriya bi wan kêm dike.
					ŞIYA KOYE
Koye – Li herêma Kurdistanê xwendekar bi daxwaza xwe naxwînin û heta roja navê wan tê û li gorî pileya ku di ezmûnan de bi westana 12 salên xwendinê de girtine wek surprîz ji wan re derdikeve. Carna wisa ye bi xwe beşa xwe diyar dikin û gelek caran jî şans e. Hinek xwendekarên ku rewşa wan a aborî baş e dema pileyên kêm tînin bi pere dixwînin û salane nêzî 7 milyon pere didin hikumetê. Di demeke ku li welatan pergala xwendinê, bi awayekî din e, ji xwendina navîn heta qonaxa dawî di beşa ku bi xwe diyar dikin de dixwînin.
Ji bo xwendina sala 2025-2026’an Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên zanistî, bi riya pergala zankolîne encama pileyên pola 12’an ên zanîngeh û peymangehan belav kir. Zêdeyî 50 hezar xwendekar ji bo zanîngeh û peymangehan wê bihatana girtin. Lê li gorî daneyên wezaretê, ji bo sala îsal a xwendinê, plana girtina ji bo 65 hezar û 476 xwendekaran hebû. Lê 45 hezar û 43 xwendekaran forma wergirtinê tije kirin, îsal 6 hezar û 682 xwendekarên sala borî bû ku hejmara wan dike 51 hezar û 725 xwendekar hatin girtin.
‘Gelek girîng e ku beşa dixwazin bixwînin’
Xwendekara beşa jinan û zayînê ya peymageha Teknîkî ya Koye Hayde Şilk têkildarî girîngiya xwendina beşên ku dixwazin wiha got: “Min bi daxwaza xwe xwest vî beşî bigrim, beşek gelek baş e, mijarên me gelek xweş in.” Hayde Şilk têkildarî pirsa me ya ku ger biçe beşek nexwaze bixwîne wê çi hîs bike wiha got: “Qet naxwazim biçim beşek jê hez nekim.”
Hayde Şilk da zanîn ku divê pergala xwendinê were sererastkirin û girîngî bidin daxwazên xwendekaran û wiha got: “Heta divê di nava malbatan de jî guh bidin daxwazên zarokan, ne bila her jê re bibêjin bibe bijîşk dema ku ew nexwaze. Nabe bi zorê beş jê re were diyarkirin. Divê beşa xwe li gorî daxwaza xwe hilbijêre.”
‘Xwendekar neçar dibin beşên ku nexwezin bixwînin’
Xwendekara beşa hemşîretiyê ya peymangeha teknîkî ya Koye Şanya Newzad wiha got: “Girîng e ku xwendekar beşa jê hez dike bixwîne. Ji ber bandora wê li ser karkirina di nava civakê de, dema derdikeve wê di qadê de xizmet bike, dike. Ez gelek ji beşa xwe hez dikim. Ger mirov beşa hez nake bixwîne qet xweşiyê ji xwendinê nagire. Gelek caran ji bo beşan pileyên bilind lazim in, xwendekar wê pileyê naynin hewl didin xwe bikujin. Ew xwendekarên dewlemend in bi pere beşên ku dixwazin dixwînin, yên derfetên wan tunene nikarin bixwînin neçar dibin biçin beşek ku jê hez nekin bixwînin.”
‘Xeyalên min beşa hewayê bû’
Şanya diyar kir ku xeyala wê ew bûye ku beşa hewayê bixwîne û bibe pîlot û got: “Min ji pîlotiyê gelek hez dikir lê belê wê demê ew beş nebû, tenê endezyariya balafiran hebû. Niha ew beş hatiye vekirin lê belê bi pereyek zêde kes dikarin bixwînin, ji bo hemû kesan ne guncaw e. Ez niha ji beşa xwe gelek hez dikim û di wê hêviyê de me xizmetek baş ji bo civaka xwe bikim.”