Du jinên lêkolîner û nivîskar hatin girtin
Civaknas û lêkolîner Mehsa Esodollahnejad û nivîskar û wergervan Şîrîn Kerîmî ji aliyê Yekîneyên Îstîxbarata Muhafizên Şoreşa Îranê ve hatine girtin û birin cihek nediyar.
					Navenda Nûçeyan- Rejîma Îranê zext, binçavkirin, girtin, îşkencekirin û darvekirinên li dijî jin û kesên ku dengê xwe bilind dikin didomîne. Roja 2’yê Mijdarê, hêzên ewlehiyê bi ser mala malbata civaknas û lêkolîner Mehsa Esadollahnejad de girtin û ew binçav kirin. Di dema serdegirtinê de li malê lêgerîn hatiye kirin û dest danîne ser alavên elektronîk ên şexsî.
Di saetên sibehê yên heman rojê de, Yekîneyên Îstîxbarata Muhafizên Şoreşê, bi ser mala nivîskar û wergervan Şîrîn Kerîmî de girtin. Piştî lêgerîna li malê pirtûk û alavên elektrînîk hatin komkirin û Şîrîn Kerîmî birin cihek nediyar.
Sibehê zû bi ser mala wê de girtin
Li gorî raporên hatin weşandin, hêzên ewlehiyê li derdora saet 07:30’ê sibehê, çûne mala Şîrîn Kerîmî, piştî lêgerînan ew binçav kirin. Heta niha jî nayê zanîn wan birine li ku, bi çi tên sûcdarkirin.
Mehsa Esadollahnejar ku di sala 1989’an de ji dayîk bûye, li Îranê di qada civaknasiya civakê de wek akademîsyen tê nasîn. Lêkolînên wê herî zêde li ser ‘Hêza xeyal û têkiliya di navbera pergala civakê û siyasetê’ de ne.
Şîrîn Kerîmî di sala 1983’an de ji dayîk bûye, li zanîngeha Tahranê di qada civaknasiyê de lîsansa bilind xwendiye. Di nava berhemên wê de ‘Ji Suveşûn heta piştî 50 salan: Di romana Suveşûn de rexneyek ji bo rastiyê’ di pirtûka bi navê (Neşr-i Negah-e Moaser) cih digre. Di heman demê de berhemên ramyarên girîng ên wek Judith Butler û Afsaneh Najmabadî wergerandiye zimanê Fransî. Ji bo rêzefîlma bi navê ‘Ji bo ciwanan pirtûkên felsefe’ bi sûd bû.