Xwediyên Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter eşkere bû

Encama pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hate aşkerakirin.

Navenda Nûçeyan – Encama pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hate eşkerakirin. Xelat, dê di 20’ê Îlonê saet di 18.00’ê de li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê bi merasîmekê bên dayin.

Rojnamegeriya Jin 

Endamên juriya Rojnamegeriya Jinê Arjîn Dîlek Oncel, Derya Ceylan, Elîf Ekîn Saltik, Gulfem Karataş û Bîrcan Degîrmencî tu nûçeyên ji bo pêşbirkê hatin şandin hêjayî xelata yekemîniyê nedît. Juriyê, ji JINNEWS’ê nûçeya Elfazî Toral a bi sernavê “Dav bi dav têkoşîna aştiyê (İlmek İlmek Barış Mücadelesi)” ku çîroka Dayikên Aştiyê vedibêje, hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît.  

Nûçeyên Kurdî 

Endamên juriyê ku ji Sîma Birokê, Munever Karademîr, Îdrîs Kara, Bişar Durgut û Ramazan Olçen pêk dihat, tu serlêdan hêjayî xelatê nedît.

Beşa Tirkî 

Di Beşa Tirkî de endamên juriyê Banu Guven, Faruk Bîldîrîcî, Alî Duran Topuz, Candan Yildiz, Nezahat Dogan û Mehmet Alî Çelebî, ji Bir+Bir Express’ê nûçeya Adem Ozgur a “Rêwîtiya ber bi Welatê Xerîbiyê ve (Welatê Xerîbîye’ye Yolculuk”” hêjayî xelata yekemîniyê dît. Ji HalkTv.com.tr’ê nûçeya Cengîz Karagoz a bi sernavê “Dema bavê zarokê pê re şer kiribûn qeymeqam derketî jiyana wan tarî bû: Tiştên li qereqola Mezîtliyê hatin jiyîn hiş serê mirov dibe (Kavga ettikleri çocuğun babası kaymakam çıkınca hayatları karardı: Mezitli karakolunda yaşananlar kan dondurdu)” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin.  

Juriyê, di Beşa Vîdeo-Nûçeya Bidîmen de jî ji Vosy Media’yê xebata Mûrat Baykara û Tuncay Ogreten a bi sernavê “Li Vatanê Îşkence: Li Pey Raporên Derbkirinê yên Tên Veşartin (Vatanda İşkence: Gizlenen Darp Raporlarının İzinde)” hêjayî xelata yekemîniyê dît.  

Beşa Wêne 

Endamên juriya Beşa Wêneyê Oznûr Deger, Mûrat Baykara, Salih Yeşîl, Ozcan Yaman û Ramazan Ozturk, bi piraniya dengan wêneyê bi mijara “Koç (Göç)” hêjayî xelata yekemîniyê dît.  

Beşa Karîkatur 

Endamên juriyê ku ji Asli Alpar, Erceren, Kemal Gokhan Gurses û Ronî Bate pêk tê, xelata yekemîniyê da karîkatûrê Nûrî Dogan a bi sernavê “Ne Keser (Keder Değil)”. Juriyê, karîkatûrê Mahmût Ulusan (Di Girtîgeha Ereglî ya Konyayê de ye) jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît.