‘Xurtkirina pergala hevserokatiyê xwedîderketina li banga dîrokî ye’

Hevseroka Meclîsa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Welîda Botî tekez kir ku sîstema Hevserokatiyê reng, ol, bawerî û mezheban diparêze û got: “Sîstema Hevserokatiyê sîstemeke şaristanî û zemîneke serkeftî ye.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Pergala hevserokatiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye danîn, yek ji destkeftiyên girîng ên jinan e ku bi têkoşîna dehan salan bidest xistine. Hevseroka Meclîsa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Welîda Botî bal kişand ser destkeftiyên jinan ên bi pergala hevserokatiyê xurtir dibin û got ku xurtkirina pergalê di heman demê de xwedî derketina li banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

‘Hebûn û nasnameya jin û neteweyan diparêze’

Welîda Botî da zanîn ku sîstema hevserokatiyê bingeheke serkeftî ya bi salan e û wiha got: “Sîstema hevserokatiyê sîstemeke pêşketî ye, xwedîderketina li nasname û hebûnê esas digre. Sîstemê hebûna jinan, nasnameya neteweyan, rengîniya ol û mezheban di hemû qadan de zindî kir. Li Sûriyeyê gelek netew dijîn, her netewek bi reng, çand, ol û baweriyên xwe cuda ye. Ev sîstem hat pejirandin ji bo ku her kes bi rengê xwe bê îfadekirin û xwedî li hebûna xwe derkeve.”

‘Civak hewceyî sîstemeke demokratîk bû’

Welîda Botî bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li keda jinan û wiha pê de çû: “5 hezar sal in sîstemek ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi riya olê, nasnameyan, civakê û jinan qir dike. Di sîstema hevserokatiyê de em hebûn û nasnameya jinan a dîrokî careke din zindî dikin. Sîstema hevserokatiyê olê vedigerîne cewherê wê yê hezkirin, aştî û hevqebûlkirinê, dûrî siyasetên qirkirinê yên ku sîstema yekperest li dijî rengîniya neteweyan bikar tîne ye. Di civakê de jin xwedî rol û mîsyon in, temsîla civaka xwe dikin lewma civak hewceyî sîstemeke weke sîstema hevserokatiyê ya ku derfet bide jin, rola xwe di her qadê de bilîzin û keda wan neyê înkarkirin e.”

‘Deriyê girtî yê li hemberî pêşketina jinan hat vekirin’

Welîda Botî da zanîn ku jinan hêza xwe ya veşartî derxistine holê û wiha domand: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi riya vê sîstemê jinan hêza xwe ya veşartî derxist. Bûn pêşeng di hemû qadên civakî, siyasî û leşkerî de. Ji bo wê jî em dibînin ku bi riya vê sîstemê hemû deriyên ku li pêşiya jinan hatibûn girtin, bi têkoşîna herdû zayendan hatine vekirin. Ji bo avakirina civakek demokratîk sîstema hevserokatiyê mînak û guncaw e.”

‘Xurtkirina vê sîstemê xwedîderketina li banga Rêber Ocalan e’

Welîda Botî banga xwedîderketina li banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kir û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Di pêvajoya ku Rêberê me banga aştî û demokrasiyê kir de, gere sîstema hevserokatiyê were xurtkirin. Ji ber ku ew deriyê vebûyî ye û çareseriya hemû pirsgirêkên civakê di nav de pirsgirêka esasî ya jinan ku li tevahî cîhanê tê jiyîn e. Îro di nava civaka me de pirrengî heye. Eger rengîniya netew û olan neyê dîtin û nasnameya wan neyê parastin, em nikarin bibêjin demokrasî heye.”