Xizmên Windayan li Amedê hatin ba hev

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” de li aqûbeta Kemal Mubarîz ê di 1’ê Sibata 1994’an de hat windakirin pirsîn.

Amed – Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 834emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist.

Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka koşûyolû ya Amedê pêk hat. Rêveberên ÎHD'ê, Xizmên Windayan, Hevseroka DBP'a Amedê Sultan Yaray, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li bûn. Wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê serpêhatiya Kemal Mubarîz ê di 1ê Sibata 1994an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat windakirin, hat xwendin û Xizmên Windayan li aqûbeta wî pirsî.

Beriya daxuyanî were dayîn, Sekreterê ÎHD'a Amedê Omer Saman daxuyanî da û bal kişand ser demboriya Doza JÎTEM'ê û got ku wê bi demborîna van dozan nikaribin ser kiryarên salên 90î were girtin. Omer Saman destnîşan kir ku bi vî rengî û van kirinan aştî pêk nayê.

Çîroka Kemal Mubarîz

Piştre rêveberê ÎHDa Amedê parêzer Alî Îhsan Demîrtaş metna serpêhatiya Kemal Mubarîz xwend. Alî Îhsan Demîrtaş bi bîr xist ku Kemal Mubarîz ê 29 salî li gel kekê xwe Omer ji aliyên kesên çekdar ve li Torosa Spî siwar dikin û dixin binçavan. Demîrtaş anî ziman ku Omer Mubarîz tê perdan û lê Kemal Mubarîz nayê berdan û ji wê rojê ve agahî ji Kemal Mubarîz nayê girtin û winda ye. Demîrtaş da zanîn ku malbat her çiqas serî li sazî û dezgehên dewletê dide jî lê tu pêşketin di dozê de çênabe.

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Kemal Mubarîz û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.