Xizmên Windayan di hefteya 823’yemîn a çalakiya xwe hatin ba hev

Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê di hefteya 823’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû li dar xistin.

Amed – Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Omer Saman, bal kişand ser têkoşîna ÎHD'ê ya ji bo lihevhatina bi dema borî re. Her wiha Omer Saman bal kişand ser  Seyît Riza û hevalên wî yên di 15'ê Mijdara 1937'an de hatin darvekirin û bi bîr xist ku Seyît Riza bi kêmkirina temenê xwe hatiye darvekirin û got:  “Ji bo aştiyeke bi rûmet pêwîst e bi rabirdûyê re rû bi rû bimîne. Em daxwaz dikin ku cihê gora Seyît Riza û hevalên wî bê eşkerekirin û îtibara wan bê dayîn."

Di çalakiya îro de serpêhatiya Abdullatîf  Yagizay a li Mêrdînê di 18'ê Mijdara 1995’an de di binçavan de hatî windakirin ha vegotin. Endamê Lîjneya Rêveberiya ÎHD'ê ya Amedê Alî Îhsan Demîrtaş, serpêhatiya Abdullatîf Yagizay anî ziman û got: "Ji ber zextan ji gund koçberê navendê bû. Ji bo debara xwe her roj li cihekî dixebitî. Di 18'ê Mijdara 1995’an de dema ji bo cîranê xwe dixebitî polîsên ku bi cilên sivîl tên nasnameya wî dipirsin. Dema Abdullatîf dibêje ez ne Ekrem Yagizay im, polîsan jê re dibêjin 'Nasnameya te sexte ye' û wî li wesayitê siwar dikin û dibin." 

Malbat çend serî li cihan bide jî bê encam dimîne. Çend hat gotin ew birine Fermandariya Cendermeyan a Bajarê Mêrdînê jî hat diyar kirin ku 3 roj beriya niha hatiye berdan. Lê belê piştî ku hat binçavkirin tu agahî jê nehat girtin. Lêpirsineke sererast heta niha nehat kirin. Windabûna wî di dema Tansu Çîller, Suleyman Demirel, Mehmet Agar û Unal Erkan de pêk hat."

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.