Xizmên Windayan careke din daxwaza edaletê kirin
Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya hefteya 786’an de aqûbeta Cuneyet Aydinlar ku di sala 1994’an de hat windakirin pirsîn û gotin: “Em tu caran de dest ji daxwaza edaletê bernadin.”
Amed – Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan di hefteya 786’yemîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rezana Amedê bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin, fail bên darizandin” çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de wêneyê windakiriyan hatin hildan. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Pinar Sakik Tekîn, Namzedê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun û Wekîla Amedê Adalet Kaya jî beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cuneyet Aydinlar ku di sala 1994’an de hat windakirin pirsîn.
Di çalakiyê de Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Pinar Sakik Tekîn bi gotinên: “Dema Kurd be, goristanekê jî zêde dibînin” diyar kir ku wê têkoşînê berdewam bikin.
‘7 rojan ji derveyî qeydan di bin çavan de ma’
Çîroka Cuneyt Aydinlar ji aliyê endamê Komîsyona Xizmên Windayan ya Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Firat Akdenîz ve hat xwendin û wiha hat gotin: “Çend sal derbas bibin ji bo hemû windayên me, em dest ji daxwaza edaletê bernadin. Cuneyt Aydinlar di destpêka salên 90’an de ji bo zanîngehê bixwîne ji gel malbata xwe ya li Amedê diçe Stenbolê. Li zanîngeha Stenbolê xwendekarê pola 3’yemîn beşa îqtîsadê bû, di 20’ê Sibata sala 1994’an de ji bo bi hevalek xwe re hevditînê bike diçe geraca Omur a li Bakirkoyê/Incirliyê. Li wê derê ji aliyê polîsên li dijî terorê ve di çarçoveya operasyonekê de tê binçavkirin. Di vê operasyona ku 14 kes tên binçavkirin Cuneyt Aydinlar jî birin muduriyeta emniyeta Stenbolê ya Gayrettepeyê. 7 rojan ji derveyî qeydan di binçavan de hat girtin û piştre di 27’ê Sibata 1994’an de qeyda di binçavan de hat girtin.”
Serlêdanên malbatê bêencam man
Firat Akdenîz da zanîn ku Cuneyt Aydinlar di dîroka 20’ sibata 1994’an de dema hat binçavkirin ên ku wî dîtibûn hene û axatina xwe wiha domand:
“Li ser serlêdana malbatê parêzerên ÎHD’ê bûyer lêkolîn kirin. Di dîroka 25’ê Adara 1994’an de, şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê daxuyanî da û ragihand ku şaxa têkoşîna li dijî terorê qebûl kiriya Cuneyt Aydinlar binçav kirine. Daxwaz kir ku divê ji aliyê wezareta karên hindir ve der barê bûyerê de daxuyanî bidin.
Hemû hewldanên malbat û ÎHD’ê bê encam man. Ji derveyî beyana polîsên Emniyeta Muduriyeta Stenbolê tu spartekek Cuneyt Aydinlar di dema nîşandana cih de îdiaya ku ji destên wan reviyaye berdewam kir. Dozgerê Komarê li cihê ku bûyerê lêkolîn bike senaryoya polîsan a fîrarê esas girt û der barê wê de biryara beraatê da. Dozgerê komarê demborî hincet nîşan da der barê gumanbaran de biryar da ku pêkanîna gihandinê cih negirtiye da. Em di hefteya 786’an a çalakiya xwe de bi Menekşe Aydinlar a ku bû 30 sal pirsa ‘Çi hatiye serê kurê min û roniya çavê min’ dike. Em jî hem ji dewletê hem jî ji yên ku welat birêve dibin û ji meqamên edlî pirs dikin dibêjin çi hatiye serê Cuneyet Aydinlar?”
Firat Akdenîz diyar kir ku wê parastina hiqûqê bikin û xwest ên berpirs derbixin holê û werin cezakirin.
Daxuyanî bi çalakiya deqeyek rûniştinê bi dawî bû.