‘Xirabkirina goristanên şehîdan bê pîvaniya exlaqî ye’

Jinên bajarê Kobanê û kantona Dêrazorê hêrsa xwe li dijî xirabkirina goristanên şehîdan ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve anîn ziman. Jinan dan zanîn ku ev yek bê pîvaniya exlaqî û wîjdanî ye.

Navenda Nûçeyan – Çeteyên dewleta tirk ên kantona Minbicê dagir kirine, bajar veguherandine navenda talan û wêranê. Li rex hemû kiryarên ku pêk tînin, êrîşî pîroziyên gel kirin ku goristana şehîdan ya Minbicê xirabkirin, gor şikandin û wêneyên şehîdan parçe kirin. Ev sucên dermirovî ku çete pêk tînin, bû cihê hêrs û helwestên mezin ligel jin û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Gel êrîşên ser goristanên pakrewanan bi sûcên nayên efûkiirn pênase dikin.

Jinên li bajarê Kobanê û kantona Dêrazorê yên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê kiryarên çeteyên dagirkeriya delweta tirk li ser goristanên pakrewanan a bajarê Minibica dagirkirî bi tundî şermezar kirin. Ev binpêkirin nirxandin û bertekên tund nîşan dan.

‘Xirabkirina gorên şehîdan bê exlaqiyeke mezin e’

Necme Elî ku ji bajarê Minbicêye  û ji ber dagirkeriya dewleta tirk derbasî Kobanê bûye, wiha dibêje: “Dema ku çeteyên dewleta tirk derbasî Minbicê bûn yekser dest bi kiryaran kirin ku zarok, jin û her kes bi êrîşên wan rûbirû diman. Ji ber vê em neçarî koçberiyê bûn û berê xwe da Kobanê. Çeteyan mal û milkên me wêrankirin, herî dawî jî goristanên pakrewanên me talankirin. Ev kiryar pîvanên çeteyan yên bi exlaq û wîjdanî nîşan dide. Goristana şehîdan ji bo me cihekî pîroz e ku cangoriyên parastin û rizgarkirina Minbicê lê dimînin. Ev binpêkirinên li Minbicê pêk tên, ji aliyê olî û qanûnên navdewletî ve nayê pejirandin ku ev ne cara yekemîn e. Beriya wê goristanên Efrînê jî xirabkirin, ev çete lingê xwe davêjin ku derê wir talan dibe.”

‘Divê jin serî netewînin’

Necme Elî diyar kir ku divê gelê Minbicê êrîşên li ser pîroziyên xwe qebûl nekin û got: “Talana malan li Minbicê berdewam dike, em rojane agahiyan digrin. Li aliyekî din revandina mirovan pêk tê. Kesn ku rewşa wan ya aborî baş dibe pereyan ji malbatê dixwezin. Zordarî û binpêkirinên gelek mezin li Minbicê û hemû herêmên dibin dagirkeriya dewleta tirk de, pêk tên. Dewleta tirk bi perwerdekirin û destekdayîna van çeteyan, hemû erdîngariya Sûriyê xirab dike û heta niha jî berdewam dike. Divê gelê Minbicê di mijara xirabkirina gorên zarokên xwe de bê deng nemînin. Goristana me ya ku her tim paqij û xemilandî, a niha bi temamî hatiye xirabkirin. Dema ku me wêneyên goristanê di cejinê de dîtin, agir bi kezeba me ket. Pêwîste demildest gelê Minbincê van çeteyan ji bajarê xwe derxin û rê nedin xirabkirina tiştên xwe yên pîroz.”

‘Hilweşandina goran nayê efûkirin’

Endama Meclîsa Jin ya Kongreya Îsalama Demokratîk li kantona Firatê Zerge Mislim bi van gotinan bal dikşîne ser wateya binaxkirina miriyan: “Di Îslamê de binaxkirina miriyan rêzdayîna li hember wan e. Bi taybet ev yek di sureta Îsra de tê teqez kirin ku xwedayê yezdan cihê însan çiqas bilind digre dest. Pêxember jî diyar dike ku lîstin ango xirabkirina gorên miriyan wekî mirov ziyanê bighîne mirovekî sax e. Lewra jî divê heta dawiyê jî mirov li hember mirî û goran rêzdar be ku goran qirêj neke û pêlê jî neke, ji ber guneg û heram e. Yê ku di vê jiyanê de pêlê gorekê bike, li dunyana din pêle xuliya agir  dike. Ji bo vê jî di îsalmê de şert e ku çawa mirov jiyana xwe ji dest da, were binaxkirin. Bi taybet jî şehîd ku li gel xweda qedrê wan yê herî bilind e, gelek gunehe ku gorên wan werin xirabkirin.”

‘Divê hesab bê pirsîn’

Zergê Mislim diyarkir ku çete rêzê li hember xweda û gotinên wî yên pîroz nagirin û divê hesabê wê bidin: “Çi kes ango komên ku di bin navê pêkanîna pîvanên ola îslamê de binpêkirin û kiryarên xwe dikin, ev di rastiyê de nav û naveroka îslamê xirab dikin. Ger ku ola Îslamê nas bikin, goristanan xirab nakin. Ev binpêkirin bi tu awayî jî nayê pejirandin û divê hesabê wê jî were dayîn. Gotinên li ser goran tên nivîsand çi ne, ma ne em dibêjin ‘Em ji xwedê ne û emê lê vegerin’. Ger rêz li hember van gotinan negirin, goran xirab xirabikin. Ew bi vî rengî heqaretê li pirtûka pîroz û gotinên xweda û pêxember jî dikin. Ji bo vê jî ez teqez dikim, ev çete temsîla Îslamê nakin û xwe ji pîvanên mirovî tecrîd dikin.”

'Divê ev kiryar bi lez bên rawestandin'

Endama Meclîsa Malbetên Şehîda ya kantona Dêrazor Rena Mehî El-Dîn jî got: "Li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet li Minbicê gelek caran kiryarên wêrankirinê li ser goristanên pakrewanan ji aliyê çeteyên dagirkeriya dewleta tirk ve, tên kirin. Bi awayek hovane hemû tişt û bîranînên pakrewanan tune dikin. Goristan dibin hedefa êrîşên ku nayên efûkirin. Bi van kiryaran heqretê li fedekariyên wan ên mezin tê kirin û tu rêzê ji nirxên mirovî û olî re nagirin. Ji bo rawestandina van êrîşan divê her kes tevbigere û bi lez van kiryaran rawestînin."

'Em îrade û hêza xwe ji pakrewanên xwe digrin'

Endama Meclîsa Malbetên Şehîda ya kantona Dêrazorê Felek Osman kiryar û êrîşên ser goristanên pakrewanan şermezar kir û wiha axivî: "Em êrîş û kiryarên çeteyên dagirkeriya dewleta tirk ser goristanên nirxên me yên pakrewanan li kantona Minbicê bi tundî şermezar dikin. Wêrankirina goristanan tu car nikare fedekariyên pakrewanan ji holê rake. Em bi pakrewanên xwe yên leheng serbilind in. Kiryarên çeteyan wê îradeya me lawaz neke. Em îrade û hêzên xwe ji pakrewanan digrin. Li hember van kiryaran civaka navnetewî jî helwestên xwe nîşan nadin. Li dijî kiryar û wêrankirina goristanên pakrewanan em têkoşîn û soza xwe bi pakrewanan re nû dikin ku em ê tola wan hildin."