Xewnên ku di bin siya Talîbanê de hatin tarîkirin

Xewna pîlotiyê ya Şemsiya Safî ya 21 salî bi zewaca bi zorê û qedexeyên Talîbanê re bû kabûs. Çîroka wê bîranîna bi milyonan keçên Efgan e ku ji perwerde û mafên xwe bêpar mane.

BAHARAN LEHÎB

Perwan – Jina ciwan a 21 salî Şemsiya Safî, dema ku derbasî odeyê bû rûyê wê ji temenê wê mezintir xuya dikir. Cilên paqij li xwe kiribûn û zarokek lawaz û kêmxwarin di hembêza wê de bû. Piştî çend deqeyan bêdengiya ku li odeyê belav bûbû ji ber girîn û qêrîna Şemsiyeyê hat şikandin. Wisa xuya bû ku wekî bi salan neaxivî be.

Sê sal zewaca bi zorê: Çîroka trajîk a Şemsiya Safî ya 21 salî

Şemsiya xwendekarek pir baş bû, heta pola dehemîn bi notên bilind xwendibû. Xewna wê ew bû ku rojek bibe pîlot lê mirina bavê wê û vegera Talîbanê riya jiyana wê guherand. Bavê wê di pevçûnek de bi Talîbanê re hat kuştin û piştî wê, apê wê diya wê neçar kir ku bizewice û Şemsiya bi zilamekî ku berê du jinên wî hebûn re zewicî.

Ew sê sal in zewiciye û kurekî wê heye; lê belê ew dibêje ku wê du caran hewl daye xwe bikuje. Şemsiya dema behsa çîroka xwe dike wiha dibêje: “Ez neçar mam dibistana xwe berdim. Yek ji xewnên min ew bû ku ez bibim pîlot. Lê niha ez dayîka zarokekî kêmxwarin im."

Li Efganistanê pênc salên Talîbanê: Zêdebûna zewaca zarokan û bêparbûna ji perwerdeyê

Çîroka Şemsiya ne tenê çîroka jinekê ye. Pênc sal piştî vegera Talîbanê, qedexeyên berfireh ên li ser perwerde û karên jinan, digel xizanî û bêkariyê, bandorê li jiyana bi milyonan jin û keçan kiriye û bûne sedema zêdebûna zewaca bi zorê û zewaca zarokan.

15’ê Tebaxê, pêncemîn salvegera vegera Talîbanê, derfetek e ku mirov li ser jiyana jinên ji perwerde û kar her wiha ji mafê hilbijartina pêşeroj û jiyana xwe ya kesane bêpar mane, bifikire.

Rapora UNESCO’yê: 2.4 milyon keçên Efgan ji perwerdeya navîn bêpar in

Li gorî raporeke dawî ya UNESCO’yê, tê texmînkirin ku 2.4 milyon keçên Efgan ji perwerdeya navîn bêpar mane. Ev rewş dibe ku xizanî, zewaca di temenê biçûk de kêm temsîliyeta jinan di hêza kar de xirabtir bike.

Qanûnên nû yên Talîbanê û bandora wan a li ser tundiya li dijî jinan

Di heman demê de, "Qanûna Cotan" temenê zewacê wekî neh salî destnîşan dike lê “Qanûna Dadgehan” destûrê dide lêdana jinan; van qanûnên nû fikarên li ser zêdebûna zewaca zarokan û tundiya li dijî jinan zêde kirine. Xizanî, bêkarî û hewldanên hinek malbatan ji bo rizgarkirina keçên xwe ji zewaca bi zorê dibe ku rewşê hîn xirabtir bike. Zewaca bi endamên Talîbanê re jî wekî faktorek beşdar tê destnîşankirin.

Qedexekirina perwerdeya keçan piştî pola şeşan jî di hinek rewşan de bû sedema zewacên zû. Di nav van jinan de Şemsiya Safî ya 21 salî ji Parwanê ye ku xwendekarekî pir baş bûye û xeyal dikir ku bibe pîlot lê piştî ku bavê wê hat kuştin û Talîbanê sînorkirin danî, neçar ma dev ji dibistanê berde û bizewice.

Şemsiya wiha dibêje: “Min ji pola yekem heta dehemîn notên herî bilind girtine. Berî ku Talîban were ser desthilatdariyê, bavê min di kemîneke Talîbanê de hat kuştin. Ji wê rojê û pê ve, diya min, sê birayên min ên biçûk û ez dest bi êşê kirin."

Ew dibêje ku piştî mirina bavê wê, apê wê diya wê neçar kir ku bizewice, dûre Şemsiya bi zilamekî re zewicand ku zarokên wî yên mezin û du jinên din hebûn. Niyeta apê min ne ew bû ku lênêrîna me bike; wî mal û erdê ku bavê min ji me re hiştibû desteser kir û ez bi zilamekî ku berê du jinên wî hebûn re zewicandime. Min du caran hewl da ku xwe bikujim, lê malbata min ez xilas kirim.”

Ew bi xemgînî li ser xewnên xwe yên nehatine bicihanîn diaxive: “Yek ji xewnên min ew bû ku ez bibim pîlot. Lê îro ez li malê rûdinim û neçar im ku her roj ji bo jiyana ku min nebijartiye cefayê bikşînim.”

Tevî hemû zext û zoriyan hêviya Şemsiya û jinên Efgan ji bo azadiyê zindî dimîne

Li gel van hemû zehmetiyan, Şemsiya hêviya xwe winda nekiriye. Ew bawer dike ku rojekê jinên îro ji perwerde û kar bêpar in dê cihê xwe di civakê de dîsa bi dest bixin. Şemsiya bi van gotinan hêviyên xwe tîne ziman: “Tenê hêviya min ew e ku jinên welatê min in. Rast e ku bi milyonan keçên mîna min ji perwerde û kar bêpar in lê ez piştrast im ku rojekê ev jin dê azadiyê ji me re bînin."

Pênc sal piştî vegera Talîbanê, çîroka Şemsiya, ligel statîstîkên bi milyonan keçên ku ji perwerdeyê bêpar in, wêneyek nifşekî bi derfetên sînorkirî nîşan dide lê hêviya wan a ji bo vegerandina perwerde, kar û mafê dengdanê hê jî zindî ye.