Tugçe Tatarî: Pêwîstî bi civakîbûna pêvajoyê heye

Rojnamevan Tugçe Tatarî da zanîn ku dijberiya li hemberî pêvajoyê bêtir li tora dîjîtal û derdorên siyasî heye, li qadan ev yek nayê dîtin. Wê bal kişand ku ji bo civakîbûnê, rûbirûbûna bi paşerojê re û parvekirina çîrokên cudahiyan bi hev re, girîng e.

ELÎF AKGUL

Stenbol – Di nava nîqaşên berdewam ên li Tirkiyeyê yên derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd û qonaxa nû ya pêvajoya demokratîkbûnê de, kampanyaya ‘1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê’ ku hunermend, akademîsyen, rojnamevan û parêzvanên mafan a ji beşên cuda hatin gel hev, di 12’ê Îlonê de ji raya giştî re hate ragihandin. Kampanya, piştî yasaya çarçoveyî ku ji aliyê Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM) ve hat pejirandin û di 28’ê Tebaxa 2026’an de ket meriyetê, bi armanca destek dayîna pêvajoyê hate destpêkirin. Di daxuyaniya kampanyayê de hate armanckirin ku beşên cihêreng ên civakê li dora daxwaza komareke demokratîk û aştiyê bên cem hev, hejmara îmzekeran ji sînora 1001 a ragihandina kampanyayê derbas kir.

Rojnamevan Tugçe Tatarî ya yek ji îmzekerên kampanyayê ye, ji ajansa me re axivî. Tugçe Tatarî, da zanîn divê nîqaş tenê ji aliyê îmzekeran ve an jî li ser kampanyayê bixwe neyê nirxandin. Tugce diyar kir ku mijara bingehîn ew e ka pêvajoya berdewam çawa di nava beşên cihêreng ên civakê de bersiv bigre û ew pêvajo çawa dikare civakî bibe. Tugçe Tatarî, balkişand ser cudahiya di navbera nîqaşên bi taybetî di medyaya dîjîtal de û li qadê tên kirin û got: “Li gorî anketa min a biçûk, ez difikirim ku em ji pirsgirêka civakîbûna aştiyê zêdetir, bi pirsgirêkek civakîbûna pêvajoyê re rûbirû ne.”

‘Em bi pirsgirêka civakîbûna pêvajoyê re rûbirû ne’

Tugçe Tatarî, anî ziman ku ev cudahî bi taybetî jî ji aliyê Kurdan ve xwedî girîngiyeke cuda ye û wiha got: “Berovajî vê, tevî kêmasî û pirsgirêkên di yasayê de jî ez li wir rewşekî hembêzkirina aştiyê dibînim. Her wiha beşekî mezin a nîqaşên li dijî pêvajoyê di nava derdorên diyarker de kom bûne. Berdevkên baskê hikûmetê, xala ku hikûmet dixwaze nerazîbûn nîşan dide û xala ku naxwaze bêdend dimînin.”

Tugçe Tatarî, da zanîn kesên ku bi dengekî bilind li dijî pêvajoyê derdikevin, kesayetên naskirî yên muxalîf in û wiha pê de çû: “Lê belê beşeke diyar heye ku dengê wan pir bilind derdikeve û ew nerazîbûna xwe ya li hemberî pêvajoyê bi awayekî pir bi bandor tînin ziman. Ew kesayet li Tirkiyeyê tên naskirin û populer in. Bi xwezayî, argûmanên ku ew tînin ziman, bi berfirehî belav dibin, lê ez bawer dikim ku ev yek jî derdoreke pir sînorkirî ye. Her wiha ev argûman di nava derdora Partiya Yenî û hinek jî derdora CHP'ê de sînordar dimîne û di nava medyaya dîjîtal û weşanên YouTube de jî asê maye.”

Tugçe Tatarî, tekez kir ku dijberiya li hember pêvajoya aştiyê ya ku di medyaya dîjîtal de xuya dike, ji helwesta gel a li kolanan cuda ye û got: “Dema em derdikevin derve û aştiyê ji mirovan dipirsin, tu kes li dijî aştî an jî pêvajoya ku niha tê meşandin, ne xwedî tu argûmaneke dijber e. Beşek ji nîqaşên heyî bi nêzîkatiyeke ku hemû mijarên siyasî yên li Tirkiyeyê bi çavê Recep Tayyip Erdogan dinirxîne, şêwe dibe. Kesên ku hemû siyasetê, tevahiya mijarê û hemû pirsgirêkên welat, tenê li ser Tayyîp Erdogan şîrove dikin, hene. Wekî ku pirsgirêka 100 salî ya Tirkiyeyê tenê pirsgirêka Tayyip Erdogan e, wekî ku em di rastiyê de welatekî pir demokratîk in, lê Tayyip Erdogan vê demokrasiyê ji destê me girtiye. Propagandaya ku 'ev pêvajo bi van kesan nayê meşandin' a li ser dijberiya Erdogan hatiye avakirin, li cihekî deng vedaye. Lê belê ev rastiya li qadê nîşan nade. Ez di nava gelên li qadê, li meydanan an jî li kolanan de rastî dijberiyeke wiha ya li hember pêvajoyê nayêm.”

Tugçe Tatarî, diyar kir ku daxuyaniya ‘1001 Îmze ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê’ bangekî ku di beşên cuda de di heman demê de bang kir û kampanyayê bi vî awayî şirove kir: “Ev nivîsar, di rastiya xwe de metneke ku ji aliyê mirovên ji qadê jiyanê yên pir cuda ve hatiye pêşkêşkirin ku kesên girîngiyê didin van mijaran û dixwazin bibînin ku ew li vî welatî tên çareserkirin. Ew kesan radighîne ku divê şerê li dijî Kurdan bi dawî bibe, mafê zimanê dayîkê bê dayîn, hemwelatiyê wekhev pêwîstiyek e, biryarên DMME’yê bên bicihanîn û divê Ocalan bikaribe 'mafê hêviyê' sûd bigre.”

Tugçe Tatarî, da zanîn ku muxataba metnê ne tenê ji bo dewletê ye, her wiha ji bo “hem dewleta ku pêvajoyê birêve dibe û him jî kesên ku derbarê destekdayîna wê de gumanên wan hene” hatiye amadekirin û kampanyayê wekî bangek ji bo “bi hev re rawestîna ji bo aştiyê” pênase dike.

‘Em li vir in, hûn jî werin em bi hev re bisekinin’

Tugçe Tatarî, balê dikişîne ser nîqaşên ku li ser bingeha ezmûnên kesên ku berê îmze dabûn derketine holê. Tugçe da zanîn nîqaşên wek “akademîsyen nikarin cesareta xwe kom bikin, ji sedema ku berê ji bo îmzekirinê bedêlan dane, ji aştî an jî pêvajoyê re dûr disekinîn” tên meşandin. Tugçe Tatarî, destnîşan dike ku ev yek hemû rewşenbîrên Tirkiyeyê di nava xwe de digre, lê ev yek rastiyê nîşan nadin. Tugçe Tatarî ya dibêje, “Ez wekî kesên ku bi awayê xwe ji bo aştiyê û pêşveçûna pêvajoyê têdikoşin, bawer dikim ku bi taybetî di vê qonaxê de girîng e ku em navên xwe li bin nivîs û peyameke wiha deynin” ji pirsa gelo we çima di demekî wiha de pêdivî bi vê metnê dît re jî vê bersivê dide: “Di vê qonaxê de, divê hinek kes derkevin pêş û bêjin, 'Erê, em jî wêrekiyê nîşan didin, em bitirsin an jî ji bo pêşerojê fikarên me jî hebin jî em cesaret dikin û bi awayekî îmzeya xwe davêjin di bin pirsgirêka aştiyê, destek didin vê pêvajoyê’ pêşiya kesên li pey bê vekirin.”

Tugçe Tatarî, destnîşan dike ku ji niha ve îmzeyên ji du qatê 1001 îmzeyan zêdetir hatine komkirin û got: “Me fêm kir ku pirsgirêkek ku zêdebûna mirovên naxwazin beşdar bibin, nîne.”

‘Em dikarin çîrokan bi mirov û aliyan re parve bikin û aştiyê civakî bikin’

Tugçe Tatarî, derbarê nîqaşa civakîkirina aştiyê de got ku “gava herî hêsan ew e ku em dikarin çîrokan bi mirov û aliyan re parve bikin” û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bêguman hêmanên ku divê dewlet lêborînê bixwaze, qebûl dike hene. Ger ku civakek rûbirûyê wê rastiyê bibe ku hin pratîkên wê yên ku di jiyana xwe de dîtine û di dawiyê de qebûl kirine bi rastî xwedî kêmasî bûne, encama wê rûbirûbûnê dê bi awayekî xwezayî bibe hesta sivikbûna hevpar û rewşeke nêzîkbûnê ya ku ji naskirina êşa têkildar derdikeve holê. Ev yek bi temamî bi wê yekê ve girêdayî ye ku kesên di nava wê civakê de yên ku ji ber wê mijarê bi kûrahî birîndar bûne, werin cem hev.”