Xelkê Mexmûrê: Divê Iraq xwedî li erk û berpirsyartiyên xwe derkeve

Xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî nêzîkatî û kiryarên hikûmeta Iraqê meşiyan û diyar kirin ku heta pirsgirêkên wan neyên çareserkirin ew ê çalakiyên xwe yên demokratîk bidomînin.

Mexmûr - Li dijî ambargo, rêgirî, pirsgirêkên nasname û nedana sotemeniyê ji bo gel, xelkê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) meşekî girseyî lidarxistin û bang li hikumeta Iraqê kirin ku pirsgirêk û astengiyên heyî çareser bikin. Herwiha destnîşan kirin ku heta pirsgirêkên wan neyên çareserkirin ew ê çalakiyên xwe yên demokratîk bidomînin.

Meş ji Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir, heta ber deriyê Netewên Yekbûyî (NY). Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Berxwedan Jiyane’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin gotin. Herwiha pankartên bi nivîsên Erebî ku daxwaza maf dikin hatin hilgirtin. Piştî ku meş gihişt ber deriyê NY, daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê hevberdevkê Tevgera Ciwanan Sîpan Yaman daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Di salên destpêkê yên penaberiyê de ji aliyê konseya bilind ya Netewên Yekbûyî ya li Iraqê ve weke penaberên siyasî hatin naskirin. Dewleta Iraqê jî li gorî zagona penaberan ya sala 1971 jimara 51 fermî me weke penaberên siyasî nas kiriye. Lê ev zagonên ku ji bo mafê penaberiyê hatine nivîsandin, tu benden wan ji bo me penaberên Mexmûr nayêe pêkanîn. Penaberek ji bo jiyana xwe ya rojane pêşwazî bike, pêwîstiya xwe bi çûyîn û hatinê heye, du sale nasnameyên me dema wan temambûye, rojane di çûyîn û hatinan de û li dahêreyên fermî yên hikumetê de karên me nayên meşandin. Her penaberek li Cîhanê bê şert û merc xwedî mafê xwendin, girtina xizmetên tendirustî û pêşwazî kirina pêwîstiyên jiyanî ye. Ji ber bê berpirsyartiya Netewên Yekbûyî, hikûmeta Iraqê û ya herêma Kurdistanê ev mafane nayên pêkanîn.

‘Xwendekar ji mafê xwe yê xwendinê bêpar in’

Ji ber van nêzîkatiyan bi sedan xwendekarên zanîngeh dixwendin û amedekariya xwendina zanîngehê dikirin jî xwendina xwe bûne. Di wargehê zêdetirî 1000 nexweşên demdirêj (kronîk) hene, dinav de nexweşên giran, kêm endam û temendar hene. Evane li gel bê derfetiyan di çûyîn û hatina nexweşxaneyan de jî rastî astengiyan têne. Bi salane pêwîstiya gel ya sotemenî gaz ji aliyê hikûmet û saziyên peywendîdar ve nayê pêşwazî kirin. Ev nêzîkatiyeke ne li gorî zagonên navnetewî ya ji bo mafê penaberan e.

‘Iraq bi nêzîkatiyên xwe xizmetê ji pêvajoya çareseriyê re nake’

Bi taybet di pêvajoyekî ku em bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re dimeşin ev nêzîkatî cihê xemgîniyê ye. Ev nêzîkatiya ku niha hikûmeta Iraqê raberî gelê wargehê dike xizmetê ji pêvajoya çareseriyê re nake û di heman demê de ev tê wateya xizmet ji Iraqê re jî nake.

‘Em ê çalakiyên xwe yên demokratîk bidomînin’

Heya li Tirkiyê çareseriyeke aştiyane û demokratîk pêk neye bi ti şêwazan wê vegerekî ji bo Tirkiyê ne pêkan be, ger vegerek hebe ew jî wê dibin şer û mercên jiyanekî azad û bi rumet de be. Em bi vê kombûna xwe daxwaz ji hikûmeta Iraqê, herêmê û NY dikin demek ji demekê zûtir tevî saziyên xwe  yên eleqeder pirsgirêkên heyî bi pratîkî çareser bikin û astengiyan heyî werine rakirin. Ger ev daxwaz û mafên me yên rewa neyêne çareser kirin, wê çalakiyên me yên demokratîk berdewam bikin.

Li gorî vê daxwazên me evin:,

1 – Nasname di demek nêz de werin nûkirin.

2 – Derfet ji bo xwendinê were avakirin û deriyên zanîngehê ji xwendekaran re were vekirin.

3 – Weke her penaberekî li Iraqê sotemeniya zivistanê were dayîn.

4 – Astengiyên di çûyîn û hatinê de were rakirin.

5 – Rê were dayîn, bi navê wargehê şandeyek bi wezareta Navxweyî re hevdîtin pêk were.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan dawî bû.