“Xelata Azadiya 2026’an” ji gelê Îranê û Zeyneb Celaliyan re hat dayîn

Di merasîma ku li Washingtonê hat lidarxistin de “Xelata Azadiya 2026’an” ji aliyê Serdar Paşaî endamê rêxistina Roz Halêt ve ji gelê Îranê re, bi taybetî ji girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan re hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Li Washingtonê di merasîmekê de Serdar Paşaî  li ser navê gelê Îranê ‘Xelata Azadiya sala 2026’an’ wergirt. Serdar Paşaî di dema merasîmê de bal kişand ser azadî û mafên mirovan, her wiha li ser rewşa girtiyên siyasî yên jin jî rawestiya. Serdar Zeyneb Celaliyan wekî sembola berxwedanê bi nav kir.

Serdar di axaftina xwe de tekez kir ku Komara Îslamî di salên dawî de bi polîtîkayên girtin, darvekirin, tepeserkirina mafan di kolanan de û afirandina atmosferek tirsê hewl daye ku civakê bêdeng bike, lê li gorî ku ew şîrove dike “tirs” êdî ji bo gelê Îranê ne çareserî ye. Hikûmeta Îranê her dem hewl daye ku bi tundiya rêxistinkirî xwepêşandan û daxwazên gel bêdeng bike, lê malbatên kesên ku li edaletê digerin û girtiyên siyasî hê jî li ser piyan in.

Zeyneb Celaliyan 19 sal in di girtîgehê de ye

Di axaftina xwe de jina Kurd û girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan, bi bîr xist. Diyar kir ku Zeyneb Celaliyan jineke ku nêzî 20 sala jiyana xwe di girtîgehên Komara Îslamî de derbas kiriye û rojek betlaneyê jî negirtiye. Divê ku îro li vê derê û di vê merasîmê de girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan li şûna min bûya û ev xelat werbigirta. Zeyneb Celaliyan mînakek ji jinên ku tevî zextên herî dijwar ên ewlehî û dadwerî ji pozîsyonên xwe gav paş ve neavêtiye.

Navê girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan di van salên dawî de ji aliyê gelek rêxistinên mafên mirovan ve her tim bilind bûye. Zeyneb tevî  pirsgirêkên xwe yên fîzîkî û bêparhiştina ji lênêrîna bijîşkî ve jî di girtîgehê de dimîne. Gelek girtiyên jin yên siyasî di girtîgehên Îranê de ne û  gelek ji wan di bin şert û mercên ewlehiyê yên zehmet de tên giritn. Her wiha ew ji gihîştina têrker a lênêrîna bijîşkî û mafên bingehîn in bêpar dimînin.

‘Dengê gel ji cîhanê re ragihînin’

Serdar Paşaî di axaftina xwe de behsa rewşa navxweyî ya li Îranê, zextên aborî û ewlehiyê kir û wiha got: “Nebûna înternetê, belavbûna berfireh a hêzên ewlehiyê li bajaran û zêdebûna bihayan bandor li jiyana bi milyonan kesan kiriye. Tevî sînordarkirinên tund ên înternetê û sansurê, hê jî cureyek hevgirtinê di navbera mirovan de heye û çalakvan hewl didin ku “deriyan” peydabikin da ku dengê gelê Îranî ji cîhanê re ragihînin. Pêwîst e ku doza mafên mirovan û azadkirina girtiyên siyasî di her danûstandinekê de bi Komara Îslamî re were bilindkirin. Divê ku potansiyela danûstandinan tenê bi mijaran re sînordar nemîne. Lê belê divê ku doza serbestberdana girtiyên siyasî û rewşa mafên mirovan jî bibin beşek girîng ji nîqaşên navneteweyî yên li ser Îranê.”

Divê medya nebe “platformek propagandayê”

Di dema xwepêşandan û serdegirtinên xwînî de, hindek dezgehên medyayê nekarîn bibin dengê rastîn ê gel û heta bi belavkirina agahiyên nerast jiyana welatiyan xistine xeterê de.

Di rewşekê de ku mirovên li hundirê Îranê di bin zextê de ne û ji nûçeyan dûr in, divê medya nebe “platformek propagandayê” ji bo herikînên siyasî, lê divê êş û daxwazên gel bide pêş.

‘Eger em barê gele sivik nekim bila em êşa wan jî zêdetir nekin’

Di dawiyê de, Serdar Paşaî bang li Îraniyên li derveyî welat dijîn kir û wiha got: “Berpirsiyariya çalakvan û kesayetên siyasî yên li sirgûnê ew e ku “bi exlaq û wicdan” tevbigerin û ji îstismarkirina êşa gel dûr bisekinin. Rêyên ku li ser bingeha “sozên mezin û vala” hatine avakirin di salên borî de ji bo gel tiştek bi dest nexistine, divê ku bala me li ser mirovên li hundirê Îranê û girtiyên siyasî be. Eger em nikarin şer bikin û ne di zindanan de bin, divê em qet nebe rewşa girtiyên ku di zindanan de xirabtir nekin. Çareseriya pêşeroja Îranê avakirina destûrek demokratîk e ku hemî welatî dikarin xwe tê de bibînin; rêyek ku, tenê bi danîna “serbilindiyê” û pêşanîdayîna nirxên mirovan mimkun dibe.”