Xalîde Popal ji bo balyoza pêşvebirina mafên mirovan hat hilbijartin
Lîstikvan Xalîde Popal yek ji damezrînerên fûtbola jinan a Efganî, di nav lîsteyek navneteweyî ya 15 kesayetên werzîşê yên navdar de cih girt. Ji bo pêşvebirina wekheviya zayendî û mafên mirovan, hat hilbijartin.
Navenda Nûçeyan – Xalîde Popal, kaptana berê ya tîma futbolê ya jinan a Efganistanê, çalakvana mafên jinan û pêşenga werzîşa jinên Efganistanê ye. Ji ber israra xwe ya lîstinê, ew rastî gefên kuştinê hat, ku ev yek wê neçar kir ku penagehekê bibîne, lê piştî vegera Talîbanê, wê hewldanên xwe yên ji bo rizgarkirin û derxistina lîstikvanên Efganistanê berdewam kir.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Xalîde Popal, lîstikvan û kesayetiyeke navdare di fûtbola jinan a Efganistanê de. Her wiha li gel 15 lîstikvan û rahênerên navdar ji çar aliyên cîhanê, di lîsteya qehremanên înîsiyatîfa “Fûtbol ji bo Golan” de cih girtiye, kesên ku di lîsteyê de cih digirin dê wekî balyozên nefermî ji bo pêşvebirina nirxên wekheviya zayendî, mafên mirovan, edaleta civakî û pêşketina domdar bixebitin.
Werzîşvan û çalakvana mafên mirovan e
Xalîde Popal, yek ji damezrînerên tîma neteweyî ya futbolê ya jinên Efganistanê, di çend salên dawî de bûye yek ji kesayetên werzîşê yên herî berbiçav û parêzvana mafên jinan li Efganistanê. Neteweyên Yekbûyî ev lîste bi boneya Roja Cîhanê ya Futbolê weşand, rojek ku ji bo tekez kirina rola fûtbolê di avakirina hevgirtinê, pêşxistina aştiyê û parastina mafên mirovan de tê pîrozkirin.
‘Balkişandina ser pirsgirêkên mirovî, civakî û jîngehê’
Înîsiyatîfa “Futbol ji bo Golan” bernameyek e ku armanc dike ku binavûdengbûna cîhanî ya fûtbolê bikar bîne da ku balê bikişîne ser pirsgirêkên mirovî, civakî û jîngehê.
Piştî salan ji xebata di fûtbola jinên Efgan de û parêzvaniya mafên werzişvanên jin de, Xalîde Popal li derveyî Efganistanê dijî. Xalîde ji ber rewşa ewlehiyê û sînordarkirinên zêde yên li ser jinan neçar me ku li derveyî Efganistanê jiyan bike. Piştî ku Talîban di sala 2021’an de vegeriya ser desthilatê, jinên Efgan bi sînordarkirinên berfireh ên li ser sektora perwerde, kar, werzîş û beşdariya civakî re rû bi rû man. Di heman demê de, gelek werzişvanên jin, nemaze lîstikvanên fûtbolê, neçar man ku welêt biterikînin, di heman demê de hin ji wan çalakiyên xwe yên werzişî li sirgûnê didomînin.
Di mehên dawî de, hejmarek lîstikvanên fûtbolê yên jin ên Efganî û çalakvanên wan hewlên mezin didin da ku Tîma Futbolê ya Jinên Penaberên Efganê bê naskirin.
‘Têkoşîna ji bo nasname û hebûna civakî’
Di dawiyê de, FIFA pejirand ku tîmeke fûtbolê ya jinan ji bo penaberên Efganî were avakirin û rê da wan ku beşdarî pêşbirkên navneteweyî bibin; gavek ku ji hêla gelek çalakvanên mafên jinan û werzîşvanên Efganî ve wekî destkeftiyek girîng ji bo parastina nasname û hebûna jinên Efganî di qada werzîşê ya cîhanî de tê wesifandin.
Xistina Navê Xalîde nava 16 kesayetiyên sereke yên di înîsiyatîfa “Futbol ji bo Golan” de careke din bal kişand ser rewşa jinên Efganî û têkoşîna wan a ji bo parastina mafên xwe yên perwerde, werzîş û hebûna civakî.