‘Hinek dezgehên medyayê vediguherin platformên parastina kujerên jinan’
Li Başurê Kurdistanê bûyerên tundiya li dijî jinan zêde dibin û ev rewş di nava rêxistinên jinan, hikûmet û saziyên têkildar de bûye sedema fikarên cidî.
DÊRÎN REHÎM
Silêmanî- Jinan, ji ber bandora feraseta baviksalar, her roj ji aliyê hevjîn, bira, bav an jî endamên din ên mêr ên malbatê ve, bi hinceta "namûsê" rastî tundiyê tên an jî tên kuştin. Dezgehên medyayê jî gelek caran van bûyeran an wekî dozên sûc ên asayî radigihînin an jî zimanekî ku rasterast an jî nerasterast van kuştinan rewa dike.
Li gorî daneyan, di heft mehên ewil ên îsal de li Başûrê Kurdistanê 39 jin hatine kuştin an jî di şert û mercên biguman de jiyana xwe ji dest dane. Çalakvana mafên jinan Şeyda Marûf, der barê van kuştinên jinan û sedemên wan ên kûr de ji ajansa me re axivî.
‘Hinek dezgehên medyayê vediguherin platformên parastina kujerên jinan’
Şeyda Marûf, kuştina jinan wekî diyardeyeke pir qirêj pênase kir û diyar kir ku civak her roj bi bûyerên wiha re rûbirû dimîne. Şeyda Maruf, balkişand ku hinek dezgehên ragihandinê û bikarhênerên medyaya dîjîtal zimanekî ku kuştina jinan rewa dike bikartînin û got: “Ev rewş di nava civakê de dibe sedema bertekên cidî û neyînî. Dema nakokiyek derdikeve holê, divê rêya çareseriyê li ser bingeha têgihiştina hevbeş û diyalogê be. Tundî û bertekên şaş tenê pirsgirêkan girantir dikin. Divê pirsgirêk bi rêya nîqaş û axaftinê bên çareserkirin.”
Şeyda Marûf, behsa çend faktorên ku dibin sedema tundiya li dijî jinan kir û wiha pê de çû: “Qelsbûna têkiliyên di nava malbatê de, nebûna perwerdehiya rast û zehmetiyên aborî dibin sedema tundiyê. Perwerdekirina zarokan a bi awayekî rast û saxlem gelek girîng e. Nebûna perwerdehiyê, bandoreke xirab li ser kesan, malbatan û giştî civakê dike. Bêguman ya herî girîng serxwebûna aborî ya jinan e û jinên ku xwedî kar û dahata xwe ne, dikarin baştir li hemberî zehmetiyên ku pê re rûbirû dimînin, bisekinin.
Şeyda Marûf, destnîşan kir ku medyaya civakî têkiliyên malbatî qels dike û got ku mirov êdî li şûna ku dema xwe bi malbatên xwe re derbas bikin, zêdetir li ser torên civakî dimînin.
Berpirsiyariya medyayê û serweriya hiqûqê
Şeyda Marûf, di bûyerên kuştina jinan de weşandina agahiyên nerast, sûcdarkirina jinê, rewakirina kuştina jinan an jî parastina kiryar a ji aliyê saziyên medyayê ve rexne kir û diyar kir ku nûçeyên bi vî rengî dikare bibe sedema encamên neyînî ji bo civakê. Şeyda Marûf, tekez kir ku divê medya nûçeyên bi vî rengî di çarçoveya pîvanên yasayî û exlaqî de biweşîne.
‘Em weke jin hewl didin rastiyê derxin holê’
Şeyda Marûf, axaftina xwe wiha domand: “Divê medya agahiyan berî piştrastkirina wan, belav neke. Divê ne her îdiayeke ku ji kesan tê bihîstin, tavilê veguhere nûçeyekê. Divê medya her tim hewl bide ku rastiya bûyeran derxe holê. Hêj pirsên ku ez jî li bersiva wan digerim hene; Gelo çima jin tên kuştin? Çima rastî tundiyê tên? Em weke jin hewl didin rastiyê derxin holê û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bixebitin. Divê serweriya yasayê were parastin û yasayên wekî mertalek parastinê ji bo mirovahiyê xizmetê bikin. Dema jinek tê kuştin, sûcdar kî ye û sîstema yasayî çawa nêzîkî dozê dibe? Mixabin, pirsgirêk ewqas kûr in ku em di anîna ziman a giraniya tiştên ku di hundirê xwe de hildigirin de jî zehmetiyê dikişînin.”
Şeyda Marûf, anî ziman ku dema nûçeyên der barê kiryarên sûc de tên amadekirin, divê dezgehên medyayê li şûna nîşandana dîmenên hovane, balê bikişînin ser serweriya yasayê, cezakirina sûcdaran û kêmasiyên di mekanîzmayên parastinê de. Şeyda Marûf , da zanîn divê kuştina jinan ne tenê wekî pirsgirêkek civakî, wekî kiryarên kuştinê bên nirxandin.
Şeyda Marûf, balkişand ser têkoşîneke kolektîf û berfireh a ji bo mafên jinan û got ku bêdengmayîna civakê, tê wateya hevparbûna di van sûcan de û amadekirina zemîneyê ya ji bo sûcên din. Şeyda Marûf , diyar kir ku divê sendîka, rêxistinên civaka sivîl û saziyên têkildar bên cem hev û toreke ku bikaribe zextê li ser hikûmetê bike, ava bikin.
Şeyda Marûf, destnîşan kir ku tevî hebûna yasayên cihêreng ên ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, pirsgirêka bingehîn di warê pêkanîna van yasayan de ye. Şeyda Marûf , bang li medyayê kir ku ji bo pisporên warên mafên mirovan û hiqûqa malbatê cihê zêdetir veqetînin û bang li malbatan kir ku dev ji veşartina bûyerên tundiyê berdin.
Şeyda Marûf a got kuştina jinan bandorê li tevahiya civakê dike û tekez kir ku tu mijar nikare bibe hinceta kuştina mirovekî.
‘Di sala 2026’an de li Silêmaniyê 46 jin hatin kuştin’
Şeyda Marûf, diyar kir ku li gorî daneyên di destê wan de, di sala 2026’an de heta niha li Silêmaniyê 46 jin di bûyerên kuştina jinan an jî xwekuştinê de jiyana xwe ji dest dane.
Şeyda Marûf, anî ziman ku şewitandina jinan a xwe, gelek caran encama zextên malbat û hawîrdora civakî ye û destnîşan kir ku zextên ji aliyê bav, bira, hevjîn û bi giştî civakê ve têne kirin, dikarin jinan bixin rewşeke bêçaretiyê.
Şeyda Marûf, tekez kir ku her çend hêj jin ji bo rizgarbûna ji pirsgirêkên xwe serî li şewitandina xwe didin jî, yên ku ji vê rewşê sax dimînin, bi trawmayên giran ên derûnî re rûbirû dimînin û balkişand ku divê bûyerên bi vî rengî di nava civaka Kurd de kêm bibin.
‘Ez bang li jinan dikim ku pirsgirêkên xwe bi rêya hiqûqî çareser bikin’
Şeyda Marûf, di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku dema rastî zehmetiyan tên, serî li pispor û kesên ku dikarin piştgiriya yasayî bidin, bikin û got: “Xwekuştin an jî kuştin, ne rêyên çareserkirina pirsgirêkên ku jin pê re rûbirû dimînin e. Feraseta baviksalar di nava civaka Kurd, malbatan, saziyên dewletê de bi kûrahî hatiye bicihkirin. Divê ev feraset biguhere. Divê guhertin ji awayê nêrîna li malbat û zewacê dest pê bike û cudakariya li ser bingeha zayendê bi dawî bibe. Divê di nava malbatan de hişyariyek were avakirin, hêz û şiyanên jinan bi rêya bernameyên cûrbecûr derxistin pêş û di navbera jin û mêran de hesta wekheviyê were pêşxistin. Her wiha, divê rêxistinên jinan hewldanên xwe yên bilindkirina hişyariya civakî ya der barê maf û berpirsiyariyên jinan de zêdetir bikin."