Wêneyê Abdullah Ocalan ku nehatiye weşandin derket holê
Wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên salên ku li Kadastroya Amedê dixebitî, yekemîn car hat weşandin.

Navenda Nûçeyan - Beşa sêyemîn a bi navê "Lêgerîn" a dokumantera "Vejîna Kurdî" ku ji aliyê Komîna Belgefîlman a Gulistan Tara ve hatibû amadekirin û beriya demekê di Stêrk TV û Medya Haber TV dest bi weşanê kiribû, hat weşandin.
Di çalakiyê de yekem car wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku salên ku di Kadastroya Amedê de dixebitî hat parvekirin. Temaşevan dê karibin çîroka wêneyê di belgefîlmê de temaşe bikin.
Di beşa sêyem a dokumanterê de ku salên xwendinê yên Abdullah Ocalan, lêgerînên wî, serhildana wî ya yekem a li hemberî malbata wî û rêwîtiya wî ya bajêr, dema wî ya li Lîseya Erdnîgarî û Kadastroyê ya li Enqereyê, rûbirûbûna wî ya bi sosyalîzmê re, piştre jiyana wî ya memûrî ya li Amedê û rûbirûbûna wî ya bi rastiya Kurdistanê re, belge û agahiyên balkêş hene. Di beşê de ji bilî dîmenên ku cara ewil derdikevin holê, mamosteyê dibistana seretayî yê Abdullah Ocalan, hevalên dibistan û mizgeftê, hevkarên wî yên dema memûrtiyê û hinek navên ku di salên lîseyê de li Enqereyê bi wan re di heman dibistan û yurdê de parve kirine, cih digirin.
Belgefîlma jêrîn a ku ji aliyê Komûna Belgefîlman a Gulistan Tara ve di encama xebateke 8 salan de hatiye amadekirin, wê gelek agahî-belge û şahidiyên balkêş ên li ser dîroka têkoşîna gelê Kurd a nîvsedsalî cih bigrin. Beşa sêyemîn a dokumanterê wê êvara roja çarşemê li ser ekranên Stêrk TVy’ê bi Kurdî û êvara Înê jî li ser ekranên Medya Haberê bi Tirkî bê weşandin. Kesên bixwazin dikarin piştî weşana televîzyonê jî li ser hesabê Youtubê yê komunê li belgefîlmê temaşe bikin.