Li Xezayê di 24 seatan de sê kesên din ji birçîna mirin
Li Zîvala Xezayê, ku êrişên Îsraîlê li ser didome û xela tê jiyankirin di di 24 saetên dawî de sê Filistîniyên din mirin. Hejmara kesên ji birçîna mirin bû 303.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê derbarê xelaya li Xezatê agahiyên dawî parve kir. Wezaretê ragihand ku sê kesên din ji birçîna mirine û hejmara kesên ji birçîna mirine bûye 303.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku birçîbûn li Zîvala Xezayê ku di bin êrîş û dorpêçên dijwar ên Îsraîlê de ye, berdewam dike û hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de sê Filistîniyên din ji ber birçîbûn û kêmasiya xwarinê mirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li Zîvala Xezayê ji birçîna mirine gihîştiye 303 kesan û 117 ji wan zarok in.