Wê Parlementerên HEDEP’ê serlêdana hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bikin
Parlementerên HEDEP’ê ji bo bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin wê serî li Wezareta Dadê bidin.

Navenda Nûçeyan – Koma Meclîsê a Parlamenterên HEDEP’ê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di 2’ê Mijdarê de daxuyanî bidin.
Piştî daxuyaniyê Koma HEDEP'ê ji bo bi Abdullah Ocalan ê ku 32 meh in agahî jê nayê girtin, bi daxwaza hevdîtinê wê serî li Wezareta Dadê bidin.