WANA û FIF’ê ji bo Pexşan Ezîzî banga lezgîn kirin

WANA û FIF’ê li hember erêkirina cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn nerazîbûn nîşan dan û bang li saziyên navnetewî kirin ku ji bo betalkirina cezayê darvekirinê bikevin nav liv û tevgerê.

Navenda Nûçeyan- Roja 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li rojnameger û parazvana mafên mirovan Pexşan Ezîzî hatibû birîn, erê kiriye. Nerazîbûn û protestoyên li dijî erêkirina cezayê darvekirinê, her ku diçe zêdetir dibin. Tora Piştevaniyê ya Jinan a WANA’yê (Asyaya Rojava û Bakurê Efrîqayê) û Rêxistina Jinên Azadiya Îranê ya li Avusturya FİF (Forum Iranischer Frauen) ji bo betalkirina cezayê Pexşan Ezîzî bi daxuyaniyekê banga çalakiyên lezgîn kirin.

Di daxuyaniya WANA de wiha hat gotin:

“Em endamên Tora Piştevaniyê ya Jinan a WANA’yê, bang li civaka navneteweyî, hikûmetan, rêxistinên mafên mirovan û parazvanên mafên jinan dikin. Bila ji bo sekinandina biryara darvekirina Pexşan Ezîzî, dest bi çalakiyên bibiryar û lezgîn bikin. Dadgeha Bilind a Îranê biryara cezayê darvekirinê erê kir û ev ceza dibe ku di carek de pêk bê anîn. Pexşan Ezîzî, jiyana xwe fedayî parastina mafên jinên neparastî, têkoşîna li dijî wekheviyê û têkoşîna edaletê ya ji bo civaka xwe kir. Dilsoziya wê ya bihêz a bi mafên mirovan re, ji bo gelek kesan bû hêvî. Darvekirina wê ne tenê dê bibe bêedaletiyeke hovane, di heman demê de dê dengekî ji bo pêşketina Îranê û wekheviyê jî bê qutkirin.”

‘Divê tavilê her kes bikeve nav liv û tevgerê’

Di berdewama daxuyaniyê de hat xwestin ku ji bo Pexşan Ezîzî tavilê her kes bikeve nav liv û tevgerê û wiha hat gotin: “Bikaranîna cezayê mirinê ya ji bo bêdengkirina aktîvîstên wek Pexşan Ezîzî, binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan û ji bo mirovahiyê şermekî mezin e. Em mecbûr in ji bo pêşîlêgirtina vê bêedaletiya jêneveger bikevin nav tevgerê. Em bang li hemû kesên xwe fedayî edalet û mafên mirovan kirine, bang li sazî û dezgehan dikin ku ji bo şermezarkirina vî cezayî tevlî me bibin. Em piştevaniyê bidin Pexşan Ezîzî, malbat û civaka wê û daxwaza betalkirina vî cezayî bikin. Dem, krîtîk e. Divê em bi hev re qedrê jiyana mirovan misoger bikin û bi eşkereyî nîşan bidin ku nabe aktîvîstên mafên jinan ji ber wêrekî û parazvaniya xwe hedef bên girtin û cîhan dê li dijî vê yekê bêdeng nemîne. Ji bo pêşîlêgirtina vê trajediyê, ji bo jiyan û dengê Pexşan Ezîzî bibe hêvî û çavkaniya guherînê ya nifşên pêşerojê, divê em bibin yek.”

‘Rejîma Îranê yasayên mafên mirovan binpê dike’

Rêxistina Jinên Azadiya Îranê ya li Avusturya FİF (Forum Iranischer Frauen) jî li ser malpera xwe ya medyaya dijîtal Facebookê daxuyaniyek parve kir. FİF’ê jî li hember erêkirina cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn nerazîbûna xwe anî ziman. FİF’ê banga betalkirina biriyara cezayê darvekirinê kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku erêkirina cezayê darvekirinê, li Pexşan Ezîzî, hewla bêdengkirina dengê azadiya gelê Îranê hatiye birîn û wiha hat gotin: “Rejîma bersûc û dijminê jinan, bi erêkirina vê biryarê zextên xwe carek din raxist berçavan. Bê hiqûqî, cezayê darvekirinê da Pexşan Ezîzî û yasayên mafên mirovan binpê kir. Ev hewldan li dijî bêdengkirina dengê azadiyê yê gelê Îranê ye. Em vê biryara der mirovî bi tundî şermezar dikin û em bang li civaka navnetewî dikin ku li dijî vê biryarê tavilê bikeve nav tevgerê. Bila Komara Îslamê bizanibe ku ev biryar wê biryardariya daxwaza gel a edalet û mafên mirovan kêm neke. Ji cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatiye birîn re na.”