Waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel hat girtin
Di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de Waliyê Dêrsimê yê berê, Tuncay Sonel hat girtin.
Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya lêpirsîna dosyeya xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku de, 15 kes hatin binçavkirin û 11 ji wan jî hatin girtin. Waliyê Dêrsimê yê berê Turcay Sonel ku di 17’ê Nîsanê de hatibû binçavkirin û duh li Midûriyeta Polîsan a Erziromê de mafê bêdengiyê bikar anî. îro li dozgeriyê îfadeya wî hat girtin.
‘Sûçên Tuncay Sonel’
Tuncay Sonel piştî îfadeya dozgeriyê, bi sûcên ‘Delîlên sûc tunekirin, veşartin û gûherandin’, ‘pergalê astangkirin û tunekirin’, ‘îhlalkirina jiyana taybet’ û ‘belgeyên fermî xirapkirin û tunekirin’ ve bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hat kirin.
Biryara dadgehê girtin e
Dadgehê, derbarê Tuncay Sonel de bi heman sûcan biryara girtinê da. Her wiha di encama bertekan de Tuncay Sonel bi kelepçeyê ji edliyê hat derxistin.