‘Veşartina daneyên jinên rastî tundiyê tên cureyekî din a tundiyê ye’

Bi destpêkirina Çalakiyên 16’ê Rojî ya li dijî tundiya li ser jinê re, pêdiviya nîqaşkirina pirsgirêkên ku jin rojane pê re rû bi rû dimînin, eşkerekirina şêwazên cûda yên tundiyê û lêkolîna bandorên tundiyê ya li ser jinê û civakê diyarker dibe.

IBTÎSEM IXFÎR  

Bingazî – Li welatekî ku bandorên şer bi qeyranên aborî û veguherînên kûr ên civakî re dibe yek, tundiya li dijî jinê mîna  yek ji diyardeyên herî tevlihev û girêdayî hev derdikeve pêşberî me. Rûxmê ku bangên têkoşîna li dijî tundiyê tên bilindkirin jî, daneyên di raporên fermî de ji rastiyê pir kêmtir e.

Di vê çarçoveyê de Rêvebera Navenda Lêkolînên Jinê ya "Weshm" Abîr Amenîna, ji bo famkirina kokên tundiyê, analîzkirina cûreyên wî û sedemên domandina wê ya di nava malbatê û asta sazûmanî de lêkolîn bike, qadekî fireh vedike. Abîr Amenîna, nêrînek kûr a rewşa heyî ya li Lîbyayê, bandorên şer, qanûnên kêm, daneyên veşartî û sedema ku hinek jin çima tundiyê mezûr dibînin an jî bêdeng dimînin hin jin tundûtûjiyê hincet dikin an bêdeng dimînin analîz dike, pêşkêş dike.

Tundî bi avahiyên sazûmanî û qanûnî ve girêdayî ye

Abîr Amenîna, destnîşan dike ku dema mijara tundiyê tê destgirtin tişta ku ewilî tê bîra mirov rewşa civakî ya qels a jinên Lîbyayî ye û diyar kir ku bûyerên qetilkirin, îşkence û tundiya giran ên herî dawî hatin jiyîn, lêpirsînkirina vê rastiyê û sedemên wê dike şert. Abîr Amenîna, wiha axivÎ: "Tundî ne bûyerek îzole an jî rewşekî demkî ye, bi torekî têkiliyên aborî, civakî û derûnî re û her wiha bi avahiyên sazûmanî û qanûnî ve girêdayî ye û ev yek dibe sedema berdewamiya tundiyê.”

Abîr Amenîna, diyar dike ku tundiya li dijî jinan di bingeh de berhemek rewşek civakî ya tevlihev e û bi rolên kevneşopî yên di nava malbatê de, zextên civakî û guhertinên di kesayetiya jinê de civak qebûl nake re dikeve nava hev û got: “Zêdebûna bilez a hişmendî û perwerdehiya jinê û ketina wan a nav hêza kar, bi pêşkeftinek hişmendiyê ya civakî re nehat piştgirî kirin. Ev yek bû sedema pevçûna rolan û zêdebûna tengezariyên nava malê. Her wiha zehmetiyên aborî barê li ser jinan girantir kir û ji bo hinek mêran, tundî bû rêya îsbatkirina serdestiyê an jî nîşandan bertekên xwe.”

‘Jin ji ber tirsa pêşerojê bêdeng dimînin’

Abîr Amenîna, tundî bi gelek faktoran re girêdide: “Ya ewil faktora aborî ye û ji bo jinekî ne xwedî dahat an jî xaniyek alternatîf, vegera cem hevjinê xwe ya rastî tundiyê hat, dikare "ji du xerabiyan hêj kêmtir xirab be.” Di vê çarçoveyê de, girîngiya serxwebûna aborî ya jinan, ji bo biryarên xwe bidin, derdikeve pêş. Faktora duyemîn zexta civakî ye û hinek malbatan piştî hevberdanê zarokên xwe yên keç qebûl nakin. Hinek civak hêj bi guman li jinên telaq dane dinêrin. Her wiha şert û mercên dijwar ên mîna terikandina zarokên xwe an jî teslîmbûna li ber zextên malbatê jî heye. Ev zextan gelek jinan neçarî hilbijartina mayîna di çerxa tundiyê de dike.

Abîr Amenîna, balkişand li ser tevgera bi xeter a jinan ku xwe sûcdar dikin û wiha got: “Jinek dibêje “hevjinê min li min da ji ber ku min ew provoke kir... Hevjinê min nexwest zirar bide min." Ev cûrê rewakirinê yek ji cûreyên herî xirab a tundiyê ye. Ji ber ku mexdûr di rewakirina êşa dibîne de hevkariya tundiyê dike.”

Tundiya nav malê

Abîr Amenîna, da zanîn tundiya nava malbatê û tundiya saziyî jî du cûreyên xeter ên tundiyê ne, lêbelê tundiya ku her roj li malê tê jiyîn, hêj zêdetir êştir e. Abîr Amenîna, axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku divê mal bibe cihekî bi ewle û aram. Civak û saziyên qanûndanînê, piranî caran tundiya nava malbatê mîna “asayî” an jî “terbiye” şîrove dikin. Ev şîroveyan li ser têgihîştineke xelet a nivîsên olî ne û ev têgihîştin bi tevahî ji ruhê olê dûr e.”

Abîr Amenîna, di berdewamiya axaftina xwe de bandora şeran a li ser şêweyê tundiyê jî analîz dike û dibêje: “Şer û pevçûnên çekdarî her gav rewşên girantir û tevlihevtir diafirînin. Jinên Lîbyayê di dema salên pevçûnê de koçberî, windakirina mezinên tundiyê yên mîna şantajên aborî û îdarî vekir. Gelek lêkolîn nîşan didin ku demên şer jinan neçar dikin ku bi tena serê xwe berpirsiyariyên malbatê hilgirin ser xwe. Her wiha pandemiya COVID-19 jî tundiya nava malbatê kûrtir kir û rolên zêde li ser jinê ferz kir. Hinek malbatan zarokên xwe yên keç di temenê biçûk de dizewicînin û ev yek encamek ku hêj dibe sedema pirsgirêkên derûnî û civakî yên berdewam, avadike.”

‘Veşartina daneyan pêşiya tundiyê nagre’

Abîr Amenîna, da zanîn hewil dide têkildarî tundiya li dijî jinan nayên rast bidest bixe û got: “Tenê daneyên giştî yên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê hatin pêşkêş kirin. Hejmar tirsnak bûn û tundî di her astê de zêdebûnek nîşan dida. Daxwaza ji bo analîzek ji nû ve ya li gorî zayendê bêbersiv ma. Pirsgirêk bêyî daxuyanî, tê paşguh kirin. Gelo daneyên têkildarî jinan çima nayên pêşkêş kirin? Gelo saziyên hikûmetê divê ji bo kêmkirina tundiyê çi bikin?”

Abîr Amenîna, da zanîn nebûna daneyan yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya çêkirina polîtîkayên bi bandor e û wiha axivî: "Dema ku hûn ji ajansên hikûmetê hejmarên mexdûrên jin dipirsîn, tenê hejmarên giştî tên dayîn. Ev yek jî asta rastîn a qeyranê nîşan nade. Hinek saziyan daxwaza daneyan, li ser ewlehiya neteweyî an hewldanek ji bo xirabkirina îmajara welat, mîna gefek dibînin. Lê bêyî daneyên berfireh, tu polîtîk sûd nade.”

‘Qanûna parastinê hêj li bendê ye’

Abîr Amenîna, balêdikişîne li ser nebûna îradeya qanûnî ya ji bo çareserkirina koka pirsgirêka û destnîşan kir ku pêşnûmeya Qanûna Pêşîlêgirtina Tundiya li dijî Jinan ji du salan zêdetire ku di parlementoyê de tê sekinandin, nayê nîqaşkirin, sererastkirin û bi awayekî fermî nayê redkirin. Li herêma Rojhilat biryara damezrandina saziyek parastina jin û zarokan jî mîna "bertekek giştî ya neplankirî" ye. Ev yek di heman demê windakirina dem û budceyê ye, li dijî derketina hevgirtina jin û zarokan di heman saziyê de ye û ji bo jinan daxwaza saziyek serbixwe û bi hêzên makezagonî hatiye tijî kirin, dike.

‘Jin bi ewlehî û jiyana xwe re bedel didin’

Abîr Amenîna, bibîrxist ku tundiya nava malê zextê taybet li ser jinan dike: “Ger daneyê hêyî, newekheviya di navbera tundiya ku jin û mêran dijîn de dê eşkere be. Her çend tundiya li dijî mêran piranî caran tê sûcdarkirin jî, jin dibin mexdûrên tundiya nava malê ya pergalî û bi ewlehî û jiyana xwe bedelê didin. Qetilkirina jinan baweriyên efsûn û dûri aqil e û çareserî ji analîza derûnî, civakî û aborî derbas dibe. Li gorî welatên cîran, li Lîbya, Misir û Cezayîrê cewher û encamên tundiyê dişibin hev. Tûnis jî, bi saya hişmendiya giştî û saziyên bi bandortir, mîna welatek jin zêdetir dikarin xwe bigîhinin qanûnan, derdikeve pêş.”

Abîr Amenîna, diyar kir ku Navenda Lêkolînên Jinê ya Weshm, xebatên xwe yên lêkolîna kêmasiyên qanûnî û organîzekirina diyalogan li ser tundiyê didomîne û hêvî dike ku rêxistinên civaka sivîl dê hişyariya mafên jinan zêde bikin û piştrast bikin ku jin beriya zewacê rêberiya derûnî û qanûnî bigrin ku bikaribin mafên xwe fêr bibin û biparêzin.