Nermîn Osman: Dîroka jinên Kurd tenê ne çîrokek şer e, rêwîtiya têkoşînê ye

Fêmkirina dîroka siyasî ya Başûrê Kurdistanê bêyî fêmkirina rola jinan zor e. Nivîskar Nermîn Osman bi rêya rûpelên pirtûka xwe ya bi navê ‘Guldana Jinê’ de, balê dikşîne ser guherînên civakî û astengên siyasî yên li ber pêşketina tevgera jinan sekinîn e.

HÊVÎ SELAH

Silêmanî – Di dîroka Kurdan de, piştî her veguherîna civakî, dengê jinekê hebû ku bêdengî şikandiye. Di destpêka sedsala borî de Hepsexan Neqîb bi damezrandina yekem Rêxistina Jinan bingeha hişmendiya siyasî ya jinên Kurd danî. Îro Nermîn Osman wek şahidek zindî ya wê dîrokê, bi rêya pirtûka xwe ya bi navê ‘Guldana Jinê’ perdeyê ji ser qonaxên tije têkoşîna xebatên jinan radike.

Nermîn Osman ku bi xwe hem di refên pêşmergeyan de bû û hem jî di asta biryara siyasî de cih girt, di vê rapora taybet de behsa wê dike ku ka jinên Kurd çawa ji malê ber bi çiyayan û ji wir jî ber bi navendên navneteweyî ve gav avêtine. Gelo ev gula ku Hepsexane çandibû, îro di çi rewşê de ye? Pirtûka ‘Guldana Jinê’ wek belgeyek zindî ya têkoşîna tevgera jinan li Başûrê Kurdistanê ye. Ev berhem rêwîtiyek kûr di nav dîroka nîv sedsala borî de ye û diyar dike ka jinên Kurd li çiya û bajaran çawa ji bo mafên xwe têkoşiyane. Dîroka têkoşîna jinan li Başûrê Kurdistanê ne tenê beşek ji çalakiyên civakî ye, dibe ku xwedî aliyek siyasî û neteweyî ya kûr e ku di nîv sedsala borî de guherînên mezin jiyane.

Pirtûka bi navê ‘Guldana Jinê’ wek çavkaniya belgeya girîng, balê dikşîne ser dîrokê ku, jinên Kurd ji çeperên şoreşên çiya, çawa gihane navendên biryardariya bajar. Ev dîrok ji xebatên çekdarî destpê dike. Pirtûk vê rastiyê piştrast dike ku tevgerên jinan li Başûr, ne tenê modelek teqlîdên derve ye, nîşan dide ku xwedî kokek qayîm di nava êş û pêwîstiyên jinên Kurd de ye.

‘Dîroka jinan gelek kêm tê nivîsandin’

Nivîskar Nermîn Osman ragihand ku ‘Guldana Jinê’ çîrokên jiyana gelek jinên serkeftî ye, mîna ku dîrok dinvîsin û wiha berdewam kir: “Bi rêya hevpeyvînên rasterast ez behsa dîroka jinên kevin nakim. Ez dîroka jinên ku divê serdemê de jî dijîn, dinvîsim. Nivîsandina pirtûkekê gelek dem dixwaze. Min gelek çîrok bi hevpeyvînan, min li gel hinek jinên ji derveyî welat bi onlîne hevpeyvîn kir. Dîroka jinan gelek kêm tê nivîsandin. Ev pirtûka min a sêyem e ji bo wê bi awayek cidî li ser dixebitim, pirtûk dîrokî ye û dîroka jinê ye. Armanca min ew e ku ev pirtûk wek belgeyek ji bo nifşên pêşerojê bimîne, da ku bizanin jinên Kurd di çi ast û cihê de bûne.”

‘Yekem rêxistina jinên Kurd li Stenbolê hat damezrandin’

Nermîn Osman bi bîr xist ku yekem rêxistina jinan di sala 1920’an de ji aliyê Hepsexan Neqîb ve hatiye damezrandin û di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Berî wê jî li Stenbolê rêxistineke din a jinên Kurd hebû. Piştî wê rasterast rêxistinên jinan bi destê Hepsexan hate damezrandin. Bi xwe jinek jîr bû, xwenda bû, ji malbatek naskirî bû. Armanca sereke ya vê rêxistinê ew bû ku nexwendinê kêm bike, çanda xwendin û zanînê di nav jinan de belav bike û ji bo keçan dibistanan veke. Wê demê hin jinên ji malbatên bi nav û deng wek Fatîme Mehyedîn wek mamoste hatin destnîşankirin da ku malbat keçên xwe bişînin dibistanê. Her çend ev tevger di wê demê de bi navê femînîzmê nayê nasîn, lê tevgera jinan a girîng bû û cihê jinan di civakê de xurt kir.”

‘Jinan karîbûn cihê xwe di nav hêzên pêşmerge de bike’

Nermîn Osman diyar kir ku di sala 1946’an de, di serdema Komara Mahabadê de jî tevgera jinan ava bûye û wiha pê de çû: “Lê belê ew tevger tevlî Partiya Demokratîk a Îranê bû. Piştî wê hêdî hêdî tevgerên jinan ava bû. Ji ber em wek Kurd ne xwedî statu bûn, piranî tevgerên jinan têkelî tevgerên rizgarîxwaziya neteweyî bûn. Rast e Kurd hertim bindest bûn, lê belê bi temamî û piranî ne bindest bûn, car hebû Kurd xwedî rêveberiya xwe bûn an jî Eşîr bûn û cihên wan ên cûda cûda hebû ku Kurdan bi xwe xwe rêve dibir. Ji ber wê di nava wan de tevgerên jinan jî ava dibû.

Dikarim bêjim tevgera Hepsexane Neqîb, tevgerek amadekirina civakê ji bo qebûlkirina tevgerên jinan bû. Ez bi xwe di Komeleya Kedkarên Kurdistanê de bûm. Ku wê demê rêxistinek çep bû. Di bin çavdêriya desthilatê de bû. Beşek zêde ya endam û serpereştiyarên Komeleya Kedkarên Kurdistanê di girtîgehê debûn. Beşek hatin darvekirin, lê belê me rojekê jî ji xebat û çalakiyên xwe nesekinand. Di sala 1979’an de ez û hevjînê xwe me biryar da em herin çiyayan û beşdarî hêzên pêşmerge bibin. Destpêkê gelek kes şaş man ku pêşmergeyên jin hene. Lê bi demê re, hejmara jinên pêşmerge zêde bû û civakê jî êdî qebûl kir.”

‘Jinên Kurd di civakê de xwedî cihek girîng in’

Nermîn Osman derbarê rola jinê di dîroka kevin û nû ya Kurd de wiha got: “Jinên Kurd ji demên kevin ve di civakê de xwedî rol û cihek gelek girîng e. Yek jî neteweyên ku di dîroka kevin de xwedayek jin hebû. Mîtra jin bû. Her wiha ji destpêkê ve jin xwedî cihek girîng bû gelek herêm hebûn ku jin rêveber bûn. Mînak Fezliye Xanim birêve dibir û berpirsa çend herêman bû. Di gundan de jin bi mêran re dixebitîn, di xebat, malbat, parastina mal û zarokan de bu hev re dixebitîn.”

‘Dîroka jinê tije berxwedan û têkoşîn e’

Nermîn Osman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez gelek rêzê li jinan digirim ku karîne di şertên dijwar de xwe bigihînin armancên xwe. Dîroka jinên Kurd ewqas tije berxwedan, têkoşîn û serkeftin e ku mirov dikare bi sedan ‘Guldana Jinê’ binvîse. Kurdan bi jin û mêr xwedî berxwedaneke mezin in û ger neteweke din bi qasî Kurdan rastî ewqas zorî û zehmetî bihatan, dibe ku îro zimanê dayîka xwe jî ji bîr bikira. Lê zimanê Kurdî roj bi roj bi hêz dibe û ev hêz ji bo nifşekê tê dayîn, ji bo nifşek din.”