UNICEF: Li Lubnanê 121 zarok hatin kuştin
UNICEF eşkere kir ku zêdetirî 121 zarok hatine kuştin û ji ber kûrbûna krîza mirovî li Lubnanê zêdetirî 370,000 kes ji cih û warên xwe koçber bûne. Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku metirsiya felaketeke mirovî heye.
Navenda Nûçeyan – Ji 28’ê Sibatê ve êrîşên leşkerî zêde bûye. Ev şer bandorê li ser Rojhilata Navîn bi giştî dike.
Her wiha, Îsraîl ji 2’ê Adarê ve êrîşên xwe li ser Lubnanê zêdetir kiriye. Ev êrîş li başûrê Beyrûtê û Geliyê Bekaayê berfireh bûne.
Nûnerê UNICEF ragihand ku 121 zarok hatin kuştin û 399 zarok jî birîndar bûne. Di heman demê de, zêdetirî 370,000 kes ji ber şer bê cih û war bûne.
Wî bal kişand ku rêjeya koçberiyê gelek bilind bûye û piraniya wan jin û zarok in.
Berpirsyarên Neteweyên Yekbûyî gotin ku divê alîkariya mirovî bê astengî bigihîje kesên pêwîst.
Nûnera Komîseriya Bilind a Penaberan, Karolîna Lînd Holm Bîlîng, hişyarî da ku Lubnan bi krîzeke mirovî ya giran re rû bi rû ye û metirsiya felaketeke mezin heye.
Her wiha, zêdetirî 136,000 kesên bê cih û war di stargehên komî de dijîn. Ew di şertên zor de ne û ev rewş bandorek mezin li ser derûniya zarokan dike.