UNICEF: Ji 8 zarokan yek jê bi êrişa zayendî re rû bi rû tê

UNICEF ragihand ku li tevahiya cîhanê zêdeyî 370 milyon zarokên keç û jin mexdûrên destdirêjiyê ne.

Navenda Nûçeyan – Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) têkildarî cûreyê tundiyê ku 'di asta metirsîdar de belav bûye' raporek navneteweyî weşand.

Rapor beriya 11'ê Cotmehê Roja Keçan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî hate weşandin.

Li gora raporê li tevahî cîhanê destdirêjî li zêdeyî 370 milyon zarokên keç û jinan hatiye kirin ku beriya bibin 18 salî. Ev yek jî tê wê wateyê ku her yek ji 8 zarokên keç û jinan bûne mexdûrê destdirêjiyê.

UNICEF di daxuyaniya dayî de wiha got: “Eger mirov êrîşên li ser înternetê û devkî jî bixin nav, hingî hejmara zarokên keç û jinên li cîhanê bûne mexdûrê destdirêjiyê 650 milyon kes e ku tê wateya ji pênc kesan yek rstî destdirêjiyê tê.”

Di daxuyaniyê de işaret bi gotinên Dîrektora UNICEF'ê Catherine Russell hate kirin ku got: "Êrişa destdirêjiyê ya li dijî zarokan êrîşek li ser wijdanê me ya hevpar e."

Li gorî raporê li herêma Sahra ya Efrîkayê 79 milyon, li Rojhilat û Başûr û rojhilatê Asyayê 75 milyon, li Herêmên Navîn û Başûr ên Asyayê 73 milyon, li Ewropa û Bakurê Emerîkayê 68 milyon, li Latîn Emerîka û Karabîkê 45 milyon, li Bakurê Efrîka û Rojhilata Navîn 29 milyon, li herêmên Okyanûsan 6 milyon zarokên keç û jin bûn mexdûrê destdirêjiyê.

Li gel şer her wiha krîzên aborî û civakî jî êrîşên li dijî zarokê keçan teşwîq dikin, Catherine Russell got: "Tundiya zayendî ya civakî û destdirêjî bi giranî weke çekekê tê bikaranîn û li herêmên şer lê ne hîn bêrehm tê bikaranîn."