UNICEF: Efganistan yek ji welatên ku hejmara herî zêde zarok nehatine aşîkirin e
Fona Alîkariyê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku Efganistan yek ji 20 welatên cîhanê ye ku hejmara herî zêde zarokên nehatine aşîkirin heye, cih digre.

Navenda Nûçeyan – Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku Efganistan di nav 20 welatên ku hejmara herî zêde zarokên nehatine aşîkirin de cih digre. Li gorî rapora UNICEF’ê, tenê ji sedî 16,2 zarokên Efgan bi temamî hatine aşîkirin.
UNICEF wiha got: “Tenê li Efganistanê tê texmînkirin ku aşîkirin di nava salên 2021 û 2030’an de rê li ber 4.9 û 5.4 milyon mirinan bigre.”
Her wiha UNICEF’ê ragihand ku bi piştgiriya Japonyayê piştgiriyê didin zarokên Afganistanê.
Bernameya Xûrekê ya Cîhanê jî ragihand ku li Efganistanê 4 milyon dayîk û zarok pirsgirêka kêmxwarinê dijîn û heta sala 2025’an 3.5 milyon zarok wê bi metirsiya kêmxwarinê re rûbirû bimînin.