UNESCO: Di du salên dawî de 189 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine kuştin

Li gorî rapora UNESCO’yê, di navbera salên 2024 û 2025’an de li seranserê cîhanê herî kêm 189 rojnamevan, xebatkarên medyayê û afirînerên naveroka dîjîtal hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan –  Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) rapora xwe ya bi navê "Ewlehiya Rojnamevanan û Xetera Bêcezabûnê" ku di çarçoveya têkoşîna xwe ya li dijî bêcezabûnê ji bo sûcên li dijî rojnamevanan de hatiye amadekirin, bi boneya 2’ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Bidawîkirina Bêcezabûnê ji bo sûcên li dijî rojnamevanan, weşand.

Li gorî raporê, rêjeya bêcezatiyê ji bo kuştina rojnamevanan di sala 2025’an de bi yek xalê zêde bûye û gihîştiye ji sedî 86’an. Ev yekem zêdebûn e ji sala 2012’an vir ve, dema ku heta sala 2024’an ji sedî 95 daketibû ji sedî 85’an. UNESCO kuştinên ku lêpirsînên wan ne encamdar in an jî hîn jî berdewam dikin, wekî di kategoriya bêcezatiyê de dibîne. Li gorî vê, di nêzîkî şeş heftê kuştinên rojnamevanan de, sûcdar nayên darizandin.

Dema herî bixwîn a 10 salên dawîn e

Raporê, ku her du salan carekê tê weşandin, diyar dike ku di salên 2024 û 2025’an de herî kêm 189 rojnamevan, xebatkarên medyayê û afirînerên naveroka dîjîtal ên ku di çalakiyên rojnamegeriyê de dixebitin hatine kuştin. Çardeh ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane jin bûn. Ev heyama du salan di 10 salên dawî de wekî heyama herî kujer ji bo rojnamevanan hatiye tomar kirin.

Ji sedî şêst û heftê rojnamegerên ku hatine kuştin li herêmên şer ên wekî Filistîn, Yemen û Ukraynayê jiyana xwe ji dest dane. Filistîn di sala 2025’an de bi kêmî ve 32 rojnameger hatine kuştin û hejmara herî zêde ya kuştina rojnamegeran li wir hatiye tomarkirin.

Raporê her wiha bal kişand ser rola zêde ya dronan di mirina rojnamevanan de. Dron berpirsiyarê ji sedî 20 ji kuştinên rojnamevanan ên ku di salên 2024 û 2025’an de hatine tomar kirin e. Tê tekez kirin ku rojnamevan li malên xwe an jî dema ku çakêtên çapemeniyê yên ku pîşeya wan diyar dikin li xwe dikin, dibin hedef.

Rojnamevanên jin hem li ser înternetê û hem jî li qadê dibin hedef

Raport diyar dike ku ji sedî 93’ê rojnamevanên jin ên hatine kuştin dema ku şer û pevçûnan dişopandin jiyana xwe ji dest dane. Her wiha balê dikişîne ser rûbirûbûna nehevseng a rojnamevanên jin bi tacîz û çewisandina serhêl û neserhêl.

Li gorî lêkolînek ku ji hêla UN Women û Navenda Navneteweyî ya Rojnamevanan (ICFJ) ve di sala 2025’an de hatiye kirin, ji sedî 75’ê rojnamevanên jin rastî vî rengî tacîzê hatine. Lêkolînê her wiha eşkere kir ku rêjeya jinên ku piştî şîdeta serhêl radigihînin ku ew rastî şîdeta negirêdayî hatine ji sedî 20 di sala 2020’an de, di sala 2015’an de derketiye zêdetirî ji sedî 40’î.    

Di derbarê 9 dosyayan de ji Tirkiyeyê agahî hat xwestin

UNESCOyê di Cotmeha 2025’an de ji 78 dewletan derbarê pêvajoyên qanûnî yên têkildarî 1358 kuştinên rojnamevanan ên ku di navbera 1’ê Çileya 2006’an û 31ê Cotmeha 2025’an de qewimîne û hîn jî çaresernekirî ne, agahiyên nûjen xwest. Her wiha ji Tirkiyeyê derbarê 9 dozên kuştina rojnamevanan ên ku neqediyane de agahî hat xwestin.

Ji dema ku UNESCO’yê di sala 2006’an de dest bi şopandina kuştina rojnamevanan kiriye, li çaraliyê cîhanê bi giştî 1641 rojnamevan hatine kuştin. Ev hejmar nîşan dide ku bi navînî her çar rojan carekê rojnamevanek jiyana xwe ji dest dide.