Gerîlayên HPJ’: Şehîd Bêrîtan ji bo me sekna sembola jina azad e

Gerîlayên Hêzên Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê, bi boneya salvegera Bêrîtan Hêvî dan zanîn ku ew weke jin di kesayeta Bêrîtan Hêvî de kesayeta xwe û azadiya xwe nas kirine û banga xwedîderketina xeta wê kirin.

LÎDA AZADÎ

Navenda Nûçeyan – Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş), di 25’ê Cotmeha 1992’an de li Girê Lêlikan ê navçeya Sîdekana Başûrê Kurdistanê, li dijî êrîşên pêşmergeyan û Tirkiyeyê ku teslîmiyetê li ser ferz kirin, piştî çeka xwe şikand xwe ji zinaran avêt.

Gerîlayên Hêzên Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ), bi boneya salvegera Bêrîtan Hêvî, ji ajansa me re axivîn.

‘Hevala Bêrîtan ji bo me sekna sembola jina azad e`

Destîna Rojhilat, di despêka axaftina xwe de diyar kirin ku Bêrîtan Hêvî ji bo wan sekna sembola jina azad e û got: “Di kesayeta heval Bêrîtan de weke jin me kesayeta xwe û hebûna Kurdbûna xwe nas kir. Weke ciwanên Kurd û jinên ciwan me di kesayeta hevala Bêrîtan de kesayeta xwe û azadiya xwe hêj zêdetir nas kir. Xeta jina berxwedêr da naskirin. Em weke ciwanên Kurd, bikarin ji wir û şûnde xeta Bêrîtan esas bigrin û li ser vê xetê bimeşin.”

‘Bêrîtan li hemberê xeta îxanetê tekoşînekî bêhempa da meşandin’

Destîna Rojhilat, da zanîn ku Bêrîtan Hêvî li hemberê xeta îxanetê tekoşînekî bê hempa da meşandin û nehîşt ku xeta îxanetê bê ava kirin: “Xeta azadiya jin û artêşabûna jin da pêşiya me. Hevala Bêrîtan bi tekoşîna xwe gelek tişt dan afirandin û ji me re bû pêşeng. Bi taybetî weke jin û ciwanê Kurd ji me re bû mînak ku em him dijminê xwe û him jî şerê taybet ên ku li ser jin û ciwana tê meşandin nas bikin. Lewma hevala Bêrîtan ji bo me sembola jina azad e. Dema ku mirov tekoşîn û sekna hevala Bêrîtan ji xwe re esas bigre, tu tişt nikare li pêşiya mirov bibe asteng. Hevala Bêrîtan li hemberê hemû zor û zehmetiyan jî xwedî kesayeteke berxwedêr û tekoşînvan bû.”

Destîna Rojhilat, bi van gotinan banga li ciwanên Kurd kir: “Divê weke ciwanên Kurd em bizanin ku çima em xeta Bêrîtan ji xwe re esas bigrin. Ji ber ku hevala Bêrîtan sekna jina berxwedêr afirand û ji tevahî jinan re bû sembola tekoşînê. Em jî weke jinên ciwan bikarin yêkitîya xwe ava bikin û Rêbertiya xwe azad bikin.”

‘Çeka ku rakiribu bi şeref û ser bilindîyeke mezin xwedî lê derket’

Tamara Rojhilat jî, destnîşan kir ku Bêrîtan Hêvî li dijî xeta îxanetê sekinî û wiha pê de çû: “Hevala Bêrîtan sekneke bê hempa a tekoşînê raber kir. Lewma ew roj rojeke pîroz û bi hurmet e. Bi saya bexwerdana Hevala Bêrîtan, îro artêşbûna jin heye û em di nav de cihê xwe digrin.”

‘Bi tekoşîna Bêrîtan roja îro bi hezaran jin di vê tekoşînê de cih digrin’

Tamara Rojhilat, da diyar kirin ku di şexsê Bêrîtan Hêvî de artêşbûna jin hate ava kirin û bi avabûna artêşbûna jin re him berxwedanî û him jî têkoşîn hate meşandin û avakirin û axaftina xwe wiha domand: “Bi saya têkoşîn û bexwedana hevala Bêrîtan roja îro bi hezaran jin di vê tekoşînê de cih digrin. Hevala Bêrîtan bi sekn û têkoşîna xwe ji tevahî cîhanê re nîşanda ku îrada jin heye û jin xwedî hebûn û nasname ye.”

‘Bila jin xeta berxwedêr a hevala Bêrîtan ji xwe re esas bigrin’

Tamara Rojhilat, di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya jinên cîhanê û Kurdistanê kir ku pêwîste jinên ciwan xeta berxwedêr a Bêrîtan ji xwe re esas bigrin û got: “Bi taybetî di xeta felsefeya Rêbertî de bikarin hebûn , îrade û kesayeta xwe nas bikin. Weke jin pêwîste di her warî de xwedî li xeta berxwedanê û yekitîya jinan derkevin. Pêwîste her jineke xwedî li nasnameya xwe derkeve.”