‘Tundî û qetilkirina jinan ne di xema dewletê de ye’

Jinên femînîst ên Tûnisê ji bo zagona li dijî tundiyê were pêkanîn û navendên stargehên ên bi ewle werin peydakirin berxwedana xwe didomînin. Mafnas û mamosteya zagonê Muneye Qarî got ku qetilkirina jinan ne di xema dewletê de ye.

ZIHÛR EL-MEŞRÎQÎ

Tûnis - Li Tûnisê her ku zext û binpêkirina jinan zêde dibe zagona li dijî tundiyê jî dikeve rojeva jinên femînîst. Jinên Tûnisê ji bo ev zagona ku mafê hebûn û ewlekariya jinan misoger dike jiyanî bibe li her qadan têdikoşin.

Mafnas û mamosteya zagonê Muneye Qarî got ku diyardeya qetilkirina jinan li Tûnisê belav bûye û bûye diyardeyek rojane her kes behsa wê dike. Civaka sivîl ji bo bûyerên qetilkirinê teşhîr bikin û hewil bidin dengê jinên tundî li wan dibe bigihînin her derê.

Di raporeke komeleya "dengê jinan" ku di gulana borî de hat belavkirin de hat diyarkirin ku par Tûnisê 25 jin hatine qetilkirin, 13 jin ji aliyê mêrê ku pê re zewiciye ve, 3 jin ji aliyê bavê xwe ve, 4 jin aliyê xizmên xwe ve her wiha 5 jin ji aliyê kesên nenas ve hatin qetilkirin. Ji despêka vê salê ve jî û heta dawiya meha Tebaxê komeleyê got ku 20 jin hatine qetilkirin piraniya wan ji aliyê mêrê ku pê re zivicîne  hatine qetilkirin.

‘Bêdengî dihêle qetilkirina jinan zêde bibe’

Mafnas û mamosteya zagonê Muneya Qarî di destpêka axaftina xwe de li ser rêjeya zedebûbûna qetilkirina jinan axivî got: “Diyardeya qetilkirina jinan li Tûnisê gelekî belav bûye, belgeya vê jî serjimariyên ji aliyê wezareta jin û malbatê derxistine. Civaka sivîl vê yekê dişopîne û hejmaran dibîne. Asta tundiya li dijî jinan dibe li gor salên berê hema bêje eynî be lê bêdengî û nebûna îradeyê hişt ku ev qetlîam hîn zêdetir belav bibe. Qetilkirina jinan bûye diyardeyeke îro roj em behsa wê dikin, ji ber civaka sivîl gelek ked dide van bûyeran ku teşhîr bike û hewil dide dengê jinan bighîne raya giştî û metirsiyên van diyardeyan derdixîne holê." Muneye Qarî diyar kir ku rûxmê hebûna zagona 58 pêşî li qetlîamên jinan nayê girtin û diyar kir ku divê îradeyek siyasî hebe ku berxwedan bê bedel nayê kirin.

Divê ragihandin ji tundî û qetilkirina jinan hişyar be’

Muneya Qarî di berdewamiya axaftina xwe de behsa rola ragihandinê ya der barê qetilkirina jinan kir û got: "Divê aliyên cuda ji civakê werin hişyarkirin ji ber ev diyarde gelekî metirsîdar e. Divê li ser qenal û radyoyande ev mijar rojane bên nîqaşkirin. Mînak em numareya xeta kesk nabînin yan jî spotekê der barê maf û tundiyê de nabînin. Ji ber rewşa siyasî, aborî û civakî êdî rêgirtina li ber bûyerên tundî û qetilkirina jinan nema xema dewletê ye. Ji ber wê yekê em dibînin karên saziyên dewletê di parastina jinên tundî li wan bûye gelekî sist e. Komele jî bi tena xwe li ber xwe didin û soz didin ku alîkariya jinên rastî tundiyê hatine bikin. Li Tûnisê 15 navendên stargehan hene Hin navendên vekirî hene di mehê de carekê tenê jinek berê xwe dide wan ango kar nakin. Hin navendên din hene cih têde tune ye ango baş ji vê mijarê re nehatiye plankirin ji ber vê yekê tundî zêde dibe."

‘Biryarên taybet ji bo jinên tundî dibînin tune ne’

Muneye Qarî di dawiya axaftina xwede destnîşan kir ku gelek jin hene ditirsin berê xwe bidin navendên stargehê û wiha pê de çû: “Ji ber hîs dikin ew di zindanê de ne û destwerdan di taybetiyên wan ên derketin û ketinê de heye. Biryarên taybet ji bo jinên tundî li wan bûye tune ne ji ber wê di navbera dadgeha sivîl û dadgeha cezakirinê de şaş û tevlihev dibin. ji bo gava yekem a dadgehkirinê were destpêkirin divê maf û erkên jinan bi wan bidin naskirin. Car caran jin beriya doza tundiyê destpê bike diwestin ji ber wê her tiştî dihêlin û dîsa vedigerin çarçoveya tundîlê heye. Ji ber wê yekê em teqez dikin em ê bi hêsanî destwerdanê di dozên parastina jinên tundî li wan dibe bikin."