Tulay Hatîmogûllari: Pêvajoya guftûgoyê bêyî guftûgoyê nabe

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser çareseriya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye holê û got: “Pêvajoya guftûgoyê bêyî guftûgoyê nabe.”

Navenda Nûçeyan- Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda giştî bi hevserokên bajaran re dicive. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari beriya civînê têkildarî geşedanên di rojevê de nirxandin kir.

Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku ji bo nirxandina geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn û diyarkirina nexşerêyê civiyane. Tulay Hatîmogûllari, got ku pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê gelek girseyî debas bûn moral û motîvasyona zêde bandor li meşa Amarayê jî kiriye.

‘Desthilatê gav neavêt’

Tulay Hatîmogûllari axaftina xwe wiha domand: “Hem di 8’ê Adarê de hem jî li Amarayê daxwaza hevpar a gelan, azadiya Rêber Apo bû. Peyama sererastkirina şert û mercên Rêber Apo pir xurt hate dayin. Xwedîderketineke mezin hebû. Bi milyonan kesên daketin qadên Newrozê, bang li dewletê kirin ku bersiva banga aştî û civaka demokratîk bide û gavan biavêje. Me bi hev re got ku piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan. Lê mixabin îktîdarê hê jî gavên şênber neavêtiye. Hem li hundir hem jî li derveyî welat hemû derdor xwedî li bangê derketin û xwestin dewlet gavan biavêje.”

Rojnemevanên hatine qetilkirin bi bîranî

Tulay Hatîmogûllari îşaret bi dîroka 6’ê Nîsanê kir û got: “6’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên hatine qetilkirin e. Di şexsê Mûsa Anter, Ugur Mumcu, Hrant Dînk, Ferhat Tepe, Metîn Goktepe, Kadrî Bagdu, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de hemû rojnamegerên hatine qetilkirin bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînim. Rojnameger, di serî de mafê me yê agahîgirtinê diparêzin. Pênûs û klavyayên azad ji bo mafê agahîgirtinê yê gel bi şev û roj xebitîn û bedel dan. Bedela herî giran bi jiyana xwe dan. Bila soza me be ku dê ew pênûs û klavye neşikin.”

‘Em di erefeya şerê cîhanê yê sêyem de ne’

Tulay Hatîmogûllari  di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên li dinyayê diqewimin û wiha dom kir: “Li seranserî cîhanê aloziyên jeopolîtîk zêde dibin. Mixabin geşedanên nû û rejîmên zordest, di serî de gelên Rojhilata Navîn têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan vedişêre. Pêvajoya ku di 7’ê Îlonê bi dagirkirina Filistînê ji hêla Îsraîlê ve dest pê kir, bi şerê Rûsya-Ûkraynayê, bi geşedanên li Lubnan, Iraq, Yemen û herî dawî Sûriyeyê didomin. Ev jî yekser bandorê li Tirkiyeyê dikin. Trump, bi daxuyaniya dawî re şerê bazirganiyê derxist qonaxeke nû ku gelek xetere ye. Em bi geşedanên ku dê ji hêla aborî, leşkerî, siyasî û civakî ve bandorê li tevahiya cîhanê bikin re rû bi rû ne. Em di erefeya Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ne. Welatên Ewropayê di mijara mafên mirovan û demokrasiyê de paş dikevin û ev gelek xetere ye.”

‘Em bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk re ne’

Tulay Hatîmogûllari dest nîşanî geşedanên li Sûriyeyê kir û got: “Geşedanên li Sûriyeyê bandorê li me û Tirkiyeyê jî dikin. Geşedanên piştî guherîna rêveberiya li Şamê diqewimin, baş nînin. Êrişên ser gel û baweriyên cuda didomin. Li dijî van êrişan, em bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk re ne. Eger peymana civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş xistî li seranserî Sûriyeyê bikeve meriyetê, dê bi xwe re çareseriyên mayinde bîne. Ev yek jî dê yekser bandorê li ser Tirkiyeyê jî bike.”

‘Siyaset, daraz, hiqûq û edalet di bin kavilan de ye’

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku li Tirkiye kaosek cidî tê jiyîn û ev tişt got: “Li Tirkiyeyê kaoseke cidî heye. Van geşedanan eleqeya xwe bi Sûriye û Rojhilata Navîn re hene. Tirkiye demekî dirêj e krîzeke aborî dijî. Ji hêla demokrasî û darazê ve jî krîzê dijî. Di demek wiha de birêz Ocalan bang kir. Lê îktîdar û dewletê hê jî baş fêm nekiriye û bersiveke xurt nedaye. Em li benda demokratîkbûnê, avêtina gavan û başkirina mercên Îmraliyê de bûn, rastî operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatin. Berteka gel a li dijî vê operasyonê geşedaneke gelek girîng e. Civakê nîşan da ku nêzikatiya desthilatê ya ku diçe bêhtir otorîter dibe qebûl nake û rêya demokrasiyê nîşan da. Îktîdar li şûna ku vê fêm bike, gaz û cop bi kar anî. Ev nayê qebûlkirin. Weke DEM Partiyê em sepanên dijdemokratîk qebûl nakin. Em vê nêzikatiyê, weke sabotajeke li dijî banga aştî û civaka demokratîk dibînin. Siyaset, daraz, hiqûq û edalet di bin kavilan de ye.”

Banga Abdullah Ocalan

Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku tecrîda li Îmralî didome û got: “Dixwazim careke din bibêjim ku tecrîda li Îmraliyê didome. Çi dibe bila bibe divê tavilê şert û mercên xebat û jiyanê yên azad bên avakirin. Hem dê navê ‘guftûgoyê’ li pêvajoyê bikin hem jî dê vê pêvajoyê bêdiyalog bimeşînin. Tiştekî wiha nabe. Pêvajoya guftûgoyê bêyî guftûgo nabe. Hêvîdarin dewlet û îktîdar vê rast binirxîne. Em dibînin dema ev geşedan diqewimin banga Rêber Apo ji bo aştiya navxweyî çiqasî girîng in. Ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo 85 miliyon hemwelatiyan e.”

‘Niha dora 1’ê gulanê ye’

Tulay Hatîmogûllari di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Me xwe bi rêxistinkirinê gihand van rojan. Niha dema wê ye ku em vê hêza xwe derbasî qonaxa destkeftiyên bikin. Lewma pêdivî bi yekitiyên xurt heye. Bila gumana kesekî nebe ku em ê komara demokratîk wiha ava bikin. Em bi moral û motîvasyona 8’ê Adarê, Newroz û Amarayê tên û niha dora 1’ê Gulanê ye.”