Tulay Hatîmogullari: Ger çareserî pêk were dê para karkeran zêde bibe

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di mitînga 1’ê Gulanê ya li Wanê de axivî û diyar kir ku bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dê para karkeran zêde bibe.

Wan – Pîrozbahiyên 1’ê Gulanê li Wanê bi coşeke mezin hat lidarxistin û bi muzîkê berdewam kir. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di mitîngê de axivîn.

‘Pirsgirêka herî mezin birçîbûn û xizanî ye’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari da zanîn ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên li welat bêkarî û xizanî ye û got: “Îro li Tirkiyeyê nêzî 50 milyon mirov di sînorê birçîbûn û xizaniyê de dijîn. AKP li qesran hemû çavkaniyên welat pêşkeşî alîgirên xwe dike û ji karker û kedkaran re jî xizanî û birçîbûnê rewa dibîne. Yek ji sedema herî mezin a kêmbûna para karkeran a li Tirkiyeyê polîtîkayên şer û pevçûn in. Vê hikûmetê bi tank, top, gule û çekan bersiv da daxwazên me yên çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd ku zêdeyî 40 sal in li vî welatî berdewam dikin. Jineke dema got ku ka li bazarê binêrin pîvaz çiqas biha ye Erdogan jê re got ku ‘tu dizanî ka guleyek bi çiqasî ye?’ Ji jina ku got kartol, pîvaz biha ne, em nikarin ji zarokên xwe re xwarinê çêbikin re bersiva serokkomar bû bihayê guleyê. Ey Erdogan em bihayê guleyan nizanin. Em naxwazin bizanibin jî ji ber ku em şer naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Li dijî feraseta şerxwaz ku dixwaze di navbera Kurd û Tirkan de cihekariyê bike em dibêjin aştî. Heke pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin bawer bikin dê ew budçeya mezin ji karkeran re bimîne û dê para me jî zêde bibe.”

 ‘Em hevgirtinê mezin bikin’

Tulay Hatîmogullari di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez dixwazim ji Wanê bang li gelên Tirkiyeyê, li xwişk û birayên xwe yên Tirk bikim. Hûn kîjan çalakiyê li dar bixin ji bo ku asteng bikin dibêjin ‘teror.’ Karkerên Kurd û Tirk ji hev vediqetînin. Lê para, Kurd, Tirk, Ereb û hemû gelan bi heman awayî biçûk dibe. Li dijî vê feraseta ku hewl dide hevgirtina karker û kedkaran û hevgirtina navbera gelan ji holê rake, wezîfeya me ya herî mezin ew e ku em hevgirtinê bêhtir mezin bikin. Heke em bi hev re birçî bimînin, bi hev re tî bibin em ê bi hev re têbikoşin.

‘Li dijî zilmê çare hevrûbûna gelan’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî da zanîn ku li Kurdistan û Tirkiyeyê kedkar di çavên desthilatdariyê de weke dijmin tên dîtin û got: “Li dijî zilmê çareyeke me heye; hevrebûna gelan. Heke em dest bidin hev em ê bikaribin li dijî zilmê mafên xwe û azadiya xwe bi dest bixin. Gelê Wanê çawa li ber xwe dabe divê hemû gel bibin yek û li ber xwe bidin. Heke ev yekitî çêbibe em dikarin wan têk bibin. Dem hatiye ku vê têkoşîna me ya bi salan e didome em bi aştî û azadiyê tacîdar bikin.”

 ‘Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin’

Keskîn Bayindir, bal kişand ser budçeya ji şer re tê veqetandin û wiha berdewam kir: “Li dijî gelê Kurd çi tiştê wan hebe di şer de xerc kirin. Heke meseleya Kurd bi rêbazên demokratîk neyê çareserkirin dê li welat krîz berdewam bike. Divê hûn vê meseleyê jî bi birêz Ocalan re çareser bikin. Têkoşîna me çareserkirina van pirsgirêkan e. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê ev şer kûrtir bibe.”