Kovara Jin bi berga ‘Li dijî talanê Jiyan!’ derket
Hejmara 171’an a Kovara Jinê bi berga ‘Li dijî talanê Jiyan!’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
Navenda Nûçeyan – Hejmara 171’an a Kovara Jinê ku her hefte roja yekşemê tê weşandin, vê hefteyê bi berga ‘Li dijî talanê Jiyan!’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
Kovar di hejmara dawî de, bal kişand ser mijarên wek talana ekolojîk, terikandina piştî karesatan û wêrankirina civakî û demokratîk a ku gel û civakan pêşxistiye û têkoşîna jiyanê ya ekolojîk.
Hemû sernavê di hejmara dawî de cih girtin wiha ne:
“* Edaleta ekolojîk û berxwedan: Li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna ekolojiya demokratîk/ Eko-Akedemî
* Bila Çiyayên me kûlîlkan vekin!/Reyhan Hacioglu
* Hun bi xêr hatin/ Beste Argat
* Ji bo jinan komara demokratîk/Ruşe Seydaoglu
* Xençera li pişta mirovatiyê/ Gulîzar Îpek”