Tora SIHA ji bo fêdakariya jinên Sûdanî xelat dide
Tora SIHA ji bo ku hewl û rolên bêhempa yên jinên Sûdanî di demên herî tarî de rêz bigre û pîroz bike, xelatek bi navê "Jinên li Xetên Pêş" (#WomenForward) da destpêkirin.
Sûdan – Tora SIHA piştrast kir ku jinên Sûdanî her gav pişta civakên xwe bûne. Di demên aştî û şer de, tevî ku bi koçberî, windahî û binpêkirinan re rû bi rû mane, ew li eniyên pêş bûne da ku civakên xwe biparêzin û alîkariyê bidin kesên ku herî zêde hewcedar in.
Tora Jinan a Qiloçê Afrîkayê SIHA rave kir ku di nav hilweşîna xizmetguzariyan û nebûna bersiva fermî de, jinên Sûdanî di pêşengiya xebata dilxwazî, rêvebirina metbexên civakî, destpêkirina destpêşxeriyan û peydakirina xwarin, lênêrîn û piştgiriyê de bûne. Torê da zanîn ku tewar dema bi pevçûnek ku rasterast wan hedef digire re rû bi rû mane jî van hewldanan domandine.
Ev xelat ji bo naskirina van hewldanên awarte û pîrozkirina rola jinan di demên herî tarî de hatiye damezrandin. 6 jin ji herêm û dewletên cuda hatin bijartin da ku beşek biçûk ji xebata berfirehtir a ku ji hêla bi hezaran jinan ve hatiye kirin ronî bikin; gelek çîrok û hewldanên wan nehatine dîtin.
Tora SIHA, dê çîrokên serketiyan li ser rûpela xwe ya Facebookê biweşîne û parve bike. Her wiha ezmûnên wan ên di xebata civakî de û rêyên berxwedanê yên ku wan di bin şert û mercên pir dijwar de çêkirine, dê ronî bike.