8 roj in şewata li daristanên Mahur Milatî yên Mamseniyê didome
Şewata ku li daristanên Mahur Milatî yên Mamseniyê derketibû, di roja 8'an de jî didome. Jîngehparêz dibêjin hezar Mirov û gelek hektar daristan wêran bûne, lê rayedar hêj amarên fermî nedane.
Navenda Nûçeyan – Şewata ku di 5’ê Îlonê de li daristanên Mahur Milatî yên navçeya Mamseniyê ya parêzgeha Farsê derketibû, ev 8 roj in berdewam dike. Çalakvanên jîngehparêz diyar dikin ku beşeke mezin a daristanên berûyê yên Zagrosê wêran bûne.
Serokê koma jîngehparêz a bi navê "Yekîtiya Siyavush Arash Nikhu", di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya X’ê de ragihand ku li gorî texmînên destpêkê, herî kêm 5 hezar hektar daristanên li herêmê şewitîne. Lê belê, ev hejmar hêj ji aliyê rayedarên fermî ve nehatiye piştrastkirin.
100 kes ji bo kontrolkirina şewatê dixebitin
Her wiha raporên fermî nîşan didin ku hewldanên ji bo kontrolkirina şewatê berdewam in. Klûba Rojnamevanên Ciwan di rapora xwe ya dawî de ragihand ku tevî ku şewat sê caran hatibû kontrolkirin jî, ji ber bayê xurt dîsa gur bûye û nêzî 100 kesî ji bo vemirandina şewatê dixebitin. Li gorî rayedarên herêmî, rewşa erdnîgariya herêmê ya dijwar û kevirî jî karê vemirandina agir zehmet dike.
Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Krîzê ya Parêzgeha Farsê jî di 11’ê Îlonê de ragihand ku helîkoptereke vemirandina şewatê bo herêmê hatiye şandin. Tevî operasyonên bejahî û esmanî yên berdewam, di raporên ku heta 12’ê Îlonê hatine weşandin de, mezinahiya rastîn a qada şewitî li Mahur Milatî û asta ziyanên li ser daristanê, bi awayekî fermî nehatine ragihandin.