Behsa berxwedana Şêx Meqsûdê kir: Bi keleşan li dijî tanqan sekinîn
Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi rojan li hember bi hezaran çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk berxwedanek meşand. Ji fermandara taxê Tolhildan Cûdî behsa kêliyên berxwedanê kir û got: “Hemû heval û gel bi keleşên xwe li dijî tanqan sekinîn.”
BÊRÎVAN ÎNATÇÎ
Hesekê – Li kolanên ku pola lê dişewitî, dengê pêlên tankan bi lingên zarokan re tevlihev dibû, dema ku Şêx Meqsûd û Eşrefiyê careke din teslîmbûnê red kirin. Li şûna ku li hember rojên dorpêçkirinê, çekên giran, birçîbûn û astengiyan paşve vekişin, gel xwe bi îradeya xwe parast. Ji ciwanan bigre heya kal û pîran, jin, ciwan, kal û pîr û zarok; hin li ser bendan, hin birîndaran hildigirtin û hin jî bi dengê xwe berxwedanê bilind dikirin, bûn beşek ji vê berxwedana dîrokî.
Ev berxwedan ne tenê parastineke leşkerî bû. Bi jinên di pêş de ku bi fedakariyên xwe berxwedanê bi rê ve dibirin û rêberî dikirin, ev helwest temsîla xeta rizgariya jinan a Şoreşa Rojava li kolanên Şêx Meqsûd bû. Yên ku teslîmbûnê red kirin ne tenê ew kesên ku çek digirtin bûn; her kesê ku nanê xwe li malê parve dikir, birîndaran hembêz dikir û digot "em li vir in" û ev bû dirûşma vê berxwedanê.
Li taxên ku şeş rojan dorpêçkirî bûn, gelek kesên ku bi kalaşnîkovan li dijî tankan rawestiyan careke din nîşan dan ku îrade bi çekan nayê têkbirin. Tiştê ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê qewimî, wek rastiyek ku di tariya şer de radibe hate tomarkirin: li van axan teslîmbûn tuneye; gelek hebûn ku jiyan, rûmet û îradeya hevjiyanê diparastin.
Piştî berxwedana 6 rojan a şervanên her du taxan ku li dijî 42 hezar çeteyên Heyet Tehrîr el-Şam a cîhadîst û dewleta Tirk a dagirker, tank, top û SÎHA’yên wan ên tirsonek rawestiyan, birîndarên berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji bo nexweşxaneyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin veguhestin.
Dema ku ji bo dîtina birîndaran me berê xwe da nexweşxaneyê, kelecana şervanên ku bi berxwedana xwe mirinê kuştin bala me kişand. Ji fermandara taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Tolhildan Cûdî behsa kêliyên berxwedanê û sekna fedaî a gel û şervanên taxan kir.
Salên bi berxwedan, dorpêç û rêgirî ya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê
Tolhildan Cûdî bi kenên xwe û hêza ku ji berxwedanê girtiye pêşwaziya me kir û dest bi axaftina xwe kir: “Rastiyekî gelê me yê Şêx Meqsûdê heye. Berxwedaniya Helebê ne berxwedaniyekî salek û dû sal e. Berxwedana 14 salan heye. Dîroka berxwedana Şêx Meqsûdê mohra xwe li tevahî berxwedana Şoreşa Rojava daye. Şerê Gel ê Şoreşgerî li wir destpê kir. Hêzên li wê derê bi hêza leşkerî û hêza gel ve bûn yek heya niha ev 14 sal e ku li ber xwe dida, çavkaniya xwe ji wê girt ku gel dev ji şervanên xwe berneda. Bi taybetî vê dawiyê piştî hilweşîna rejîma Baasê û piştî ku Heyet Tehrîr El-Şam bi serkêşiya Colanî ket meriyetê, dorpêçekî giran hebû. Li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê qadeke wiha berfireh nîne. Derdora wê bi tevahî dorpêçkirî ye.”
Jiyana bi hev re û komînal a li taxê
Tolhildan Cûdî behsa jiyana bi hev re ya gelên li her du taxan kir û got: “Li wan taxan ne tenê gelê Kurd heye. Gelê Ereb, Suryan û Turkmen jî heye.” Tolhildan Cûdî got “Mirov li Şêx Meqsûdê ferq û cûdahiya di navbera gelan de nabîne. Hemû weke xwişk û bira bi hev re jiyan dikirin” û li ser zehmetiyên ku salên dirêj bi polîtîkayên ambargo yên rejîma Baasê ya hilweşiyayî û çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê jiyaye, wiha anî ziman: “Tevî ku ewqas zehmetiyên jiyanî yên ji ber rêgiriyê hebû jî, xwestek û daxwaza wan, jiyana bi hev re bû. Di milê aborî de nedihiştin tişt werin derbasî taxê bibin. Pêvajoyên zivistanê nehiştin mazot derbasî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibin. Ji ber ku dixwestin wî gelî di qirkirinê re derbas bikin, koçberiyê bikin û gel dev ji Şêx Meqsûdê berde. Siyasetek pir sinsî, pir dijwar hat meşandin. Lê ev siyaseta dewleta Tirk e. Ev hemû tişt bi destê dewleta Tirk hat kirin. Yê ku dixwest gel parçe bike, gel birçî bihêle, koçber bike, dewleta Tirk e. Me pêvajoyên şerê DAIŞ’ê jî dît. DAIŞ ne ewqas hêzekî perwerdekirî ye ku di asteke herî jor de bikaribin êrîş bikin. Lê vê dawiyê hêzên di berxwedana Şêz Meqsûd û Eşrefiyê de heyî, bi hezaran leşkerên ku dihatin, tarzê leşkerê dewleta Tirk bû. Tê, lê dide û di bin de tîm tîm xwe bicih dike, ev tarzê dewleta Tirk e.”
Li dijî du taxan bi hezaran çeteyên bi pere
Tolhildan Cûdî destnîşan kir ku çeteyên di êrîşên qirkirinê de cih girtine hemû leşkerên bi pere bûne û kesên ji netewên cûda di nav wan de hebûne. Tolhildan Cûdî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirk bûn, Efganî bûn, Çeçen bûn û ji gelek netewên din bûn. Em Hêzên Ewlekariyê yên Şêx Meqsûdê bi hejmar ne ewqas zêde jî bûn. Ew gel û hêza xwe, me bi hev re taxê diparast. Bila em hezar bin, lê ew bi sed hezaran hatin beramberî hezarek. Lê li wê derê tiştê ku derdikeve holê çi ye, berxwedanek bê hempa di şexsê wan hevalan de der derket pêş. Heval û gelê li wê derê tu carî teslimiyetê qebûl nekir. Hemû bi rihekî fedaî şer kirin û li ber xwe dan. Di şexsê heval Denîz û heval Ziyad de ew berxwedanî derket pêş. Hemû berxwedêr gotin ‘mirin bi carekî ye bila ew car jî bi rûmet be’. Her hevalek, her şervanek, her zarokek, pîrek, qalek bi vê rihê li ber xwe dan. Fikrandinên wan hemûyan ev bûn.”
Vîna ji pola ya ku teslîmiyetê qebûl nekir
Tolhildan Cûdî dema ku behsa berxwedanê û sekna bi vîn a gel dike dibêje: “Kêliyên gelek hêja bûn.” Tolhildan balkişand ser dijwariya êrîşan û wiha domand: “Êrîş pir cûda bû, dibe ku dilê derdorê li ser me be. Kesên ku di nav berxwedanê de ne tu car hestên mirinê najîn, tu car hestê teslîmbûnê najîn. Ji bo ku teslîm nebin li ber xwe dan. Digel ku pir çekên giran jî di destê me de nebû. Heval bi keleşê li hemberî tanqê şer kirin. Yanî ji bo mirov bikaribe li dijî tanqekî şer bike gereke çekên xwe yên cûda hebe. Lê em ne wisa ne ku çekên me yên cûda û giran hebe. Lê ew tanq jî tirs nexistin dilê gel û şervanan.”
Fedaiyên gelê xwe
Di nav berxwedanê de bi dehan şervan ji bo tankan rawestînin di destê wan de çi hebe girtin û berê xwe dan wan kûjerên ku ji bo tunekirina wê jiyana komunal a li taxê sond xwarîbûn. Tolhildan Cûdî li ser sekna fedaî ya şervanên taxê jî got: “Gelek kesên fedaî derketin û li ber çavê me zindî zindî me wan didîtin bombeyên xwe digirtin destê xwe û digotin ‘emê biçin xwe di tanqê de biteqînin’. Ev rihekî ye, ev fedaîtî ye. Li kêleka vê noqteyên ku hêzên me yên ewlekariyê tê de diman, dijmin derdora wan dorpêç kiribû jî. Piştî dorpêçê jî dijmin dibêje werin teslîm bibin. Lê bila qisûrê mêyze nekin kes teslîmî wan nabe. Yên ku pêşengiya vê jî jirin, hevalên jin bûn. Yên ku teslîmiyetê qebûl nekirin jî hevalên jin bûn. Û li kêleka wan hevalên xort jî. Sekna ku bi rastî jî bikaribe tarzê şer bipê bixe, di şer de pêşdeçûnê jî çêbike di şexsê heval Ziyad de di hevaltiya wî de derket pêş.”
Manewiyat, hevaltî, hezkirin, fedakarî

Tolhildan Cûdî ya ku got “Bi rastî jî kêliyên bi êş in. Lê belê manewiyat, hevaltî, hezkirin, fedakarî, xilûkarî rastiya ku hat jiyîn bû. Înkar nabe ji ber ku hewldanekê mezin hebû. Her kesî got emê şer bikin heya kêliya dawiyê û em tu car teslîmî vî dijminî nabin. Di şexsê zarokek de jî û kesekî bi temen mezin de jî ev yek hebû”, li ser êrîşên dermirovî yên li ser nexweşxaneyê jî wiha got: “Herî dawiyê dibe ku em li nexweşxanê bûn. Di qûralên cîhanê de divê ku êrîşî ser nexweşxaneyan neyê kirin. Nexweşxaneyekî ku ewqas birîndar tê de hebû, ewqas şehîd tê hebû, gel tê de bû. Diçûn û dihatin bi roketan êrîş dikirin. Bi tanqan, bi dronan, bi SÎHA’yan êriş kirin. Xaz avêtin hindûr ji bo kesên li hindûr teslîm bigirin û wan şehîd bixin. Lê belê kesek çavê xwe ji vî tiştî re negirt, kesek ji vî tiştî jî netirsiya ez bêjim. Tirs ne di dilê gelê Şêx Meqsûdê de hebû, ne jî di dilê hevalek de hebû.”
Her kes li bendê bû ku ew dirûşim bilind bibe
Tolhildan Cûdî behsa kêliyek ji berxwedanê kir ku dirûşmek hêzê daye şervanan û wiha behs kir: “Carna rastiyên şer hene ku di nav şer de bêdengiyek çêdibe. Dema ew bêdengî çêdibe mirov dibêje gelo bi rastî çi dibe, wê çi bibe, çawa bibe. Hevalên mirov, ji axaftinek mirov re, ji tevlîbûna mirov re, ji tevlîbûna mirov re bandor dikin. Carna baş jî bandor dibin, carna neyînî jî bandor dibin. Êrîş li taxên din gelek dijwar bûn. Heval di nav pevçûnê de bûn, hevalên me jî li jêrê bûn. Min jî lê nihêrt bêdengiyek heye, min got ka qerebalixiyê bikin. Ez derketim ser banî min got ‘Bijî berxwedana Şêx Meqsûdê’. Min lê nêrî ji her derê deng derket. Hemû heval dibê qêy li benda tiştekî wiha bûn. Paşê li ser destikê heval pirsîn gotin ‘ka çi heye li milê we’. Min jî got ‘mane em zarokên Şêx Meqsûdê ne, divê em Şêx Meqsûdê biparêzin’. Ew dirûşme jî hestekî cûda dide mirov. Ewê tu car neyê jibîrkirin. Hêzên me û gelê me dê bi berxwedana xwe her mînak bin.”
Polîtîkayên perçekirina gelan
Şêx Meqsûd bi sedan şervanên xwe bi rojan li dijî 42 hezar çeteyan li ber xwe da. Li ser polîtîkayên ku hewl didin di navbera gelan de perçebûnê ava bikin, Tolhildan Cûdî hişyarî da û got: “Ev şer şeş roj bûn. Dawî jî bi êrîşên ku bi dijwarî hatin pêşxistin fedaîtitiyek herî mezin derket pêş. Bi rastî jî ev ji bo me dibe çavkanî ku em xwe ji bo şerên mezintir jî amade bikin. Em nabêjin Ereb an Kurd. Gelek hevalên me yên Ereb li kêleka me şer kirin. Gelê me yê Ereb jî li kêleka me bûn. Ev nayê wateya ku em ferq û cûdahî dikin navbera gelan. Ji gelê Ereb gelek kes hatin gel me, çek rakirin û bi me re li dijî dijmin şer kirin. Bila kesek ji propagandayên bi vî rengê jî bawer neke. Niha polîtîkayek wiha dimeşînin, dibêjin Ereb wisa kir, Kurd wiha kir. Ev siyasetekî ku dixwazin perçebûnê bikin navbera gelê Kurd û Ereb. Ev bi salan e em bi hev re dijîn, em dixwazin fikrek hevpar derxin holê ku ferq û cûdahî di navebra gelan de tunebe. Li Şêx Meqsûdê jî cûdahî di navbera gelan de tunebû. Me vê bi çavê xwe dît û jiyan kir.”
Şêx Meqsûd bi berxwedanê dîrok nivîsand
Tolhildan Cûdî bi gotina “Berxwedana Şêx Meqsûdê wê ji bo me bibe dîrokek”, anî ziman ku heya dawiyê li taxê seknek fedaî û yekîtiyek hebûye û wiha bi dawî kir: “Gelê me em temam kirin, me jî gelê xwe temam kir. Ji her kesî re serkeftinê dixwazim û carek din dibêjim bijî berxwedana Şêx Meqsûdê, bijî berxwedana Şêx Meqsûdê.”