TJK-E: Bi piştevaniya jinê em berxwedana xwe hevpar bikin

TJK-E'yê bi boneya salvegera serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' daxuyanî da û got, " Bi piştevaniya jinê li her cihê ku em lê ne em berxwedana xwe hevpar bikin û hêza xwe mezin bikin.” TJK-E'yê bernameya çalakiyan eşkere kir.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' di salvegera 3'emîn de silav kir û ragihand ku veguherîna demokratîk û jiyana azad bi şoreşa jinê dibe. Di daxuyaniyê de di serî de Jîna Emînî hemû şehîdên ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kirin, bi hurmet hatin bîranîn. Ji bo serxistina serhildana bi pêşengiya jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hate destpêkirin, banga têkoşîna hevpar hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku qetilkirina Jîna Emînî ya ji ber nenixumandina serê xwe li gorî pîvanên diyarkirî hate qetilkirin, bû çirûska destpêkirina hêrsa gel û jinan a li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û hate gotin, "Gelan bi pêşengiya jinan bi hefteyan kolan neterikandin û bê tirs ji bo jiyaneke azad berxwedan mezin kirin. Tevgera serhildanê ku formula efsûnî ya Rêber Apo 'Jin, Jiyan, Azadî' ji xwe re kir dirûşm, di demeke kurt de pêl bi pêl li cîhanê blav bû û gerdûnî bû."

"Serhildana Jin, Jiyan, Azadî" neqediya ye

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Serhildana Jin, Jiyan, Azadî" neqediya ye, hîn dewam dike û hate gotin, "Di serî de jin û ciwan, gel li hemberî her cûre zilm û zextê ala jiyana azad bilind dikin. Rejîma Îranê bi êşkence, girtin û polîtîkayên darvekirinê hewl dide vê berxwedanê bişikîne. Bi hezaran kes bi hinceta ku tevlî serhildanê bûn hatin girtin, her roj mriov ji ber heman sedemê têne darvekirin. Bi dehan berxwedêr di bin gefa darvekirinê de ne. Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîf Mûhammedî ku bûn sembola têkoşîna şoreşa jinê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi heman rengî bi gefa darvekirinê re rû bi rû ne. Rejîma Îranê hewl dide bi vî rengî wêrekî, hêvî û hêza jinan bişikîne.

Ji ber vê yekê di salvegera 3'emîn a serhildana Jin, Jiyan, Azadî de gelekî girîng e ku mirov li ber darvekirinan rabin. Weke TJK-E em piştgiriyê didin kampanya 'Na ji darvekirinê re, Erê ji jiyana azad re' ku ji bo bidawîkirina cezayê darvekirinê yê li Îranê hatiye destpêkirin. Em bang li jinan, rêxistinên civaka demokratîk û mafên mirovan dikin ku tevlî kampanyayê bibin û bi piştevaniyê jiyana pêşengên serhildana Jin, Jiyan, Azadî biparêzin."

TJK-E'yê bi wesîleya salvegera 3'emîn a serhildana Jin, Jiyan, Azadî banga xurtkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ya bi pêşengiya jinên Kurd, Belûc, Fars, Ereb, Azerî û Lûr kir. Bi piştevaniya jinê li her cihê ku em lê ne em berxwedana xwe hevpar bikin û hêza xwe mezin bikin. Li ser vê bingehê em dengê xwe tevlî dengê jinên berxwedêr ên li zindanên Îranê Werîşe, Pexşan û Şerîfe bikin. Em careke din dibêjin berxwedana bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' neqediya; heta azadkirina jiyanê em bi hev re têkoşînê mezin bikin".

Plansaziya çalakiyan

Plansaziya çalakiyan ku wê di salvegera serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de bêne lidarxistin bi vî rengî ye:

16. Îlon 2025

Elmanya

Münster
Mîtîng
Saet: 14.00
Cih: Stubengasse

Bremen
Mîtîng
Saet: 17.30
Cih: Am Dom

***

Bonn
Bîranîn
Saet: 16.00
Cih: Komeleya Bonnê

***

Hamburg
Mîtîng
Saet: 17.00
Cih: Hamburg Rathaus

***

Düsseldorf
Mîtîng
Saet: 17.00
Cih: Schadowplatz

***

Aurich
Mîtîng
Saet: 16.00
Cih: am Marktplatz

***

Duisburg
Mîtîng
Saet: 17.00
Cih: König Heinrich Platz

AVUSTURYA 

Viyana 
Mîtîng
Saet: 17.00
Cih: Bundesländer Platz,/ Neubaugasse U3

FRANSA

Melun- Évry
Performans
Saet: 14.00
Cih: Melun DTM

________________

20. Îlon 2025

ELMANYA

Hannover
Bîranîn
Saet: 13.30
Cih: Jina- Mahsus Amini Platz / in Linden

***

Berlin
Meş
Saet:14:00
Cih: Oranienplatz

***

Köln-Mülheim
Mîtîng
Saet: 15.30
Cih: Wienerplatz

BELÇÎKA 

Brüssel
Mîtîng
Saet: 15.00
Cih: Brüssel Centraal

HOLLANDA 

Rotterdam 
Mîtîng 
Saet: 13.00
Cih: Central Station

-----------------------------

21. Îlon 2025

ELMANYA

Stuttgart
Panel
Saet: 150
Cih: Siemensstr. 150