TJA'yê ji bo 'Meşa Aştiya Civakî' bang li jinan kir
TJA bi gotinên; “Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin” banga beşdarbûna meşa ku dê di 31'ê Gulanê de li Amedê bi beşdariya bi hezaran jinan were lidarxistin kir.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê meşa ku dê ji aliyê bi hezaran jinan ve 31'ê Gulanê di saet 16:00'an de li Qada Şêx Seîd a li Amedê were lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya bi sernavê "Jin ji bo Aştiya Civakî û Çareseriya Demokratîk dimeşin" hat weşandin de ev tişt hat gotin: “Em jinên ku ji bo jiyana bê şer, bê îstîsmar, jiyana wekhev û edaletê têdikoşin, kirdeya avakirina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd in."
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Piştî banga birêz Ocalan a 27'ê Sibatê, deriyên aştiyek bi rûmet li welatê me vebûne”
‘Em banga bilindkirina têkoşînê dikin’
Em dizanin ku civaka demokratîk jiyana sosyalîst a wekhev û azad e. Em avakerên vê jiyanê ne. Ji ber vê sedemê; em ji bo aştiya civakî û çareseriyên demokratîk dimeşin! Em bang li hemû çalakvanên jin, femînîst, ekolojîst, jinên ciwan, rewşenbîr û hunermendên ku parêzvanên mafan in, jinên ji netewe û baweriyên cuda dikin ku ji bo parastina jiyana azad û wekhev bimeşin.
Em dizanin ku em jin hêza veguherîner a jiyanê ne. Em dizanin ku heya civak azad nebin jin azad nabin. Her tişt dikare bibe, ger em bixwazin. Werin em hemû bi hev re di 31'ê Gulanê de saet di 16:00'an de li Qada Şêx Seîd a Amedê soza xwe ya ji bo civakek demokratîk bilind bikin!”