TJA: Em ê berxwedana xwe bidomînin
Meclisa Dayikên Şemiyê û endamên TJA ên ku beşdarî çalakiya nobedê ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo bûne qetilkirina rojnamevanan şermezar kirin.
Navenda Nûçeyan- Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo yê navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê li dijî êrîşên dewleta Tirk û Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 9’emîn de didome. Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî beşdarî nobeda li deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişlo bûn.
Girseya ku ji gelek aliyan ve bi dirûşmeyan ketin qadê. Îro ji Şirnexê zêdeyî sed aktîvîstên TJA'yê, Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê jî beşdar bûn. Bi sedan kesên li qada nobetê kom bûn, bi tilîlî û dirûşmên Kurdî piştgirî dan berxwedana Rojava.
Ji bo rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19'ê Kanûnê de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de dema şopandina nûçeyan de hatin qetilkirin, dirûşmên ,’Çapemaniya azad rûmete me ye’, ‘Destên dirêjî çapemeniyê bila bên şikandin’, ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin.’ ‘Cîhan Bîlgîn rûmeta me ye’, ‘Nazim Daşdan rûmeta me ye’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ hatin berzkirin.
Di nobetê de pankarta ‘Bi jin jiyan azadî em xwedî li Rojava derkevin’ hat vekirin û pankartên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bîjî gelê Rojava’, ‘Bîjî Şoreşa jinan’ hatin vekirin.
‘Em ê berxwedana xwe bi domînin’
Li ser navê girseya ji Şirnexê hatin, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê û aktîvîsta TJA’yê Nurcan Alturk axivî û got, “Îro roja yekîtiyê ye. Dem dema têkbirina planên dijmin e. Divê Kurd li hemberî planên dijmin hişyar bin. Îro roja yekîtiyê ye. Em zilma dijmin li ser xwe qebûl nakin. Em tu carî serî natewînin. Divê her kes vê yekê baş bizane. Kurd weke gelên birûmet li ber xwe didin û em ê berxwedana xwe bidomînin. 'Bijî berxwedana Rojava û Kobanê.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya nobetê bi berzkirina dirûşmeyan didome.