Besme Mihemed: Divê em jin ji bo mafên xwe têbikoşin

Rêvebera Akademiya Lîdertiya Jinan a Iraqê Besme Mihemed got: “Divê jin ji bo xwe bixebitin û asta xwe ya hişyariyê bighînin asta zanebûna mafê xwe. Li her cihekê be divê zagon û mafê jinan bizane.”

HÊVÎ SELAH

Silêmanî- Mijara mafê mirovan û parastina mafê jinan par, di asta navxweyî û navnetewî de balkêş bûye. Bi taybetî li wan welatên ku hê pirsgirêkên zagonî û civakî heye, pêwîstî bi pêngavên xebatên mezintirin û bicihkirina zagonan heye. Ji ber ku hê jin rastî tundî û astengiyan tên.

‘Piranî rêxistinên navxweyî û navnetewî ji bo mafên mirovan di xebitin’

Rêvebera Akademiya Lîdertiya Jinan a Iraqê Besme Mihemed diyar kir ku mafên mirovan yek ji bingehên sereke ye ku pêwîstiya hemû mirovan pê heye û got: “Bingehek ku bikarin bi awayek aram û di welatên xwe de bijîn. Ji ber ku mafên mirovan yek ji mijarên sereke ye. Mixabin em dibînin ne tenê li başûrê Kurdistanê, li hemû Rojhilata Navîn heta niha, rojane mafên mirovan bi awayên cûda tê binpêkirin. Bi gelek awayan jin tên qetilkirin û ji mafên xwe bê par tên hiştin. Her wiha kêm û kurtasî di beşdariya siyasî ya jinan de heye. Jin wek tê xwestin xebatan ji bo mafê jinan nakin. Jin nikarin wan mafên ku jê re dixebitin, bi dest bixin. Gelek xebat hatine kirin û destketiyên me gelek in û di heman demê de divê em hê zêdetir bixebitin, da ku jin bighên mafê xwe yê rewa.”

‘Divê em ji bo bi destxistina mafê xwe bixebitin’

Besme Mihemed da zanîn ku divê jin ji bo bidestxistina mafê xwe xebat bikin û divê helwesta civakê jî hebe û wiha got: “Divê jin ji bo mafê xwe bixebitin û asta hişyariya xwe bighînin asta zanabûna mafên xwe. Li kijan welatî bin, divê zagonan bizanin û bizanibin wek jin xwedî kijan mafan in. Ji bo bidestxistina mafê xwe bixebitin û mafê xwe bi dest bixin. Gelek zagonên me yên baş hene, lê belê nehatiye pêkanîn û kar li ser nayê kirin. Ev, yek ji pirsgirêkên mezin e. Divê jin bizanin kijan zagon nîne, da ku ji bo wê kar bikin. Bê guman ev jî pêwîstî bi xebatê heye da ku ew zagonên kar pê nakin çalak bikin. Ev jî tenê bi xebat û xwehişyarkirina jinan nabe. Divê desthilat, parlemento û rêxistin bi hemahengî ji bo van zagon û mafan bixebitin. Rast e, divê jin bi xwe ji bo bi destxistina mafê xwe hewl bidin. Lê belê divê îradeyek rast a siyasî li gel hebe da ku ji bo mafên jinan kar bikin. Divê rêxistin bi awayek guncaw ji bo bidestxistina mafê jinan kar bikin.”

‘Heta niha civak ji xebatên rêxistinan bawer nakin’

Besme Mihemed anî ziman ku wek rêxistin her tim rastî astengiyan tên û heta niha jî pirsgirêka darayî heye û wiha got: “Bi taybet di van salên dawî de rêxistin li Kurdistan, Iraq û seranserî cîhanê rastî krîza aborî hatiye. Ji ber wê dema krîza aborî hebe rêxistin nikarin bi awayek rêk û pêk çalakiyên xwe biencam bikin. Her wiha pirsgirêkek din a ku em lê rast tên ew e ku civak heta niha ji karê rêxistinan bawer nake. Dikarim bêjin ji sedî 100 nehatiye qebûlkirin. Ji ber wê ev hemû pirsgirêkên ku em lê rast tên e. Wek beşek biçûk me hewl daye ku em ji bo mafên jinan kar bikin. Lê belê ne di wê asata ku em li bendê ne de ye.”

‘Guherîna rast guherîna fikr e’

Besme Mihemed di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku guherîna rast, guherîna fikr e û wiha got: “Ger fikir neyê guhertin nikarin şêweyên din jî biguherin. Mijara perwerdê, di mal û dibistanê de pêvajoyek gelek dûr, dirêj û aloz e. Ji ber wê ew kesên ku dixebitin divê kesên gelek pispor bin û bizanin çawa bixebitin. Hinek mijar hene wek mafên mirovan ku kesên pirspor di dibistanê de behs nakin. Ev jî wisa dike ku nikarin baş ji vê mijarê fêm bikin. Ji ber wê divê dayîk û bav hişyar bin, di astekê de bin û bikarin bi perwerdeyek tendurist zarokên xwe perwerde bikin. Bê guman rolek gelek girîng û sereke ya dibistanê heye. Divê ew kesên ku di vê qadê de dixebitin, kesên pispor bin. Gelek mijar hene, divê di perwerdeya zarokan de em bala xwe bidinê. Niha zêdetir girîngî didin mijarên zanist, bîrkarî. Divê hê zêdetir girîngî bidin mijara mafên mirovan.”

‘Ragihîner ne di asta şareza ya mafên mirovan de ne’

Besme Mihemed di dawiya axaftina xwe de ragihand ku destpêkê karên wan wek rêxistin, derbarê mafên jinan de bûye û wiha got: “Niha em kar ji bo mafên mirovan dikin, em cûdahiyê di nava rêgezan de nakin. Di encamê de em hemû mirov in û bi hev re bi hemahengî dijîn, kar, çalakî û jiyana me bi hev re ye. Dayîk û bav bi hevdû re zarokan xwedî dikin. Ji ber wê divê em wê qonaxa ku jin û mêran cûda dikin, derbas bikin. Mixabin dema bûyerek çêdibe dibêjin jin bû. Wek ku mêr qet tu xeletiyan nake û tenê xetaya yê jinê ye. Divê ragihandin derbarê mafên mirovan, jin û zarokan de bixebitin. Rojane hinek hewlên ragihandinê hene, em dibînin ku hinek caran encama xeternak e û dibe sedem ku pirgsirêkên malbatî û civakî zêde bibin. Ji ber hinek kesên karê ragihandinê dikin ne di wê astê de ne û şarezatiya mafên mirovan nîne. Ji ber wê divê ragihandin zimanê ragihandinê bi başî bi karbîne. Li gorî rewş û bûyeran nûçeyan amade bikin û ragihînin.”