‘Tiştê ku li Îranê diqewime sûcek li dijî mirovahiyê ye’
Li gel zêdebûna tepeserkirina xwepêşandanan û dayîna cezayên îdamê, parêzer Nayre Ensarî dibêje ku tiştê ku li Îranê diqewime ‘sûcek li dijî mirovahiyê’ ye û dikare bi mekanîzmayên navneteweyî were şopandin.
ŞEHLA MIHEMEDÎ
Navenda Nûçeyan – Di destpêka Çileyê de, xwepêşandanên li Îranê dîsa destpê kirin û bi çewsandina xwînî re rû bi rû man. Di heman demê de, pêla girtinan bi girîngî zêde bû. Her çend hin îstatîstîk girtina bi hezaran kesan radighînin jî, medyaya navxweyî ya Komara Îslamî hîn îstatîstîkên rast û zelal peyda nekirine. Tiştê ku ji medyaya fermî ya Komara Îslamî tê dîtin, weşandina îtîrafên bi zorê û dayîna cezayên îdamê ji bo xwepêşanderan e; cezayên ku di atmosferek bi tevahî nezelal û neşefaf de têne sepandin.
Di vê çarçoveyê de, em bi parêzer Nayre Ensarî re ne ku vê mijarê ji perspektîfa qanûna navxweyî ya Komara Îslamî û her wiha qanûna navneteweyî çareser bikin. Ev darvekirinên ku li ser xwepêşanderan têne sepandin, heta çi radeyê li gorî pîvanên qanûnî ne? Xetera vê meylê çiqas cidî ye û ew çawa dikare bandorê li biryardan û bertekên navneteweyî bike?
*Pêşî, em li rewşa xwepêşanderên ku li Îranê hatine girtin binhêrin. Rewşa wan a niha çawa ye û tiştên ku em di medyayê de dibînin heta çi radeyê bi rastiyê re li hev tên? Wekî parêzerek, hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Di rewşa heyî ya qanûna cezayî ya navneteweyî de, ji bo destnîşankirina ‘sûcek li dijî mirovahiyê’, pêwîst e ku çarçoveyek qanûnî ya tevgera sûc were hesibandin; çarçoveyek ku ji êrîşek berfireh û rêxistinkirî li dijî nifûsa sivîl pêk tê. Ev ‘berfirehî û rêxistin’ heman taybetmendiya ku di doza Blaškić de li Dadgeha Cezayê Navneteweyî ya Yugoslavyaya Berê hate lêkolînkirin û bû sedema derxistina biryarek li dijî destpêker û sûcdarên van sûcan. Di wê biryarê de, pir girîng bû ku dadgehê diyar kir ku xwezaya rêxistinkirî xwedî çar hêmanên bingehîn in. Pêşî, armancek siyasî heye. Ango planeke pêşwext ji bo pêkanîna êrîşekê an jî îdeolojiyek bi wateya berfireh a peyvê, ku li ser bingeha wê divê civakek were hilweşandin an jî qels bibe. Ev hêman di xwepêşandanên Çileyê de bi taybetî jî meha borî, bi zelalî xuya bûn.
‘Me di xwepêşandanên berê de jî şahidiya tawanên wiha kir’
Ya duyemîn, pêkanîna tawanên pir mezin ên li dijî komek sivîlan e, an jî pêkanîna kiryarên nemirovane ya bi awayekî dubarekirî, berdewam û bi hev ve girêdayî ye. Me her çend di asteke biçûktir de be jî, di xwepêşandanên berê de jî şahidiya tawanên wiha kir. Lê heta wê demê jî, li gorî belgeyên navneteweyî, ev kiryar wekî mînakên tawanên li dijî mirovahiyê dihatin hesibandin. Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li ser Îranê û her weha Komîsyona Rastî û Lihevhatinê ya ku sê sal berê hatiye damezrandin, di gelek raporên xwe de balkişandin ser pêkhatina tawanên li dijî mirovahiyê.
‘Di vê pêvajoyê de hem wekî fermandar hem jî wekî sûcdar, rolek lîstine û dilîzin’
Elementa sêyemîn bikaranîna çavkaniyên giştî - hem leşkerî û hem jî sivîl - e. Ji bo pêkanîna van kiryaran ku di xwepêşandanên dawî de jî bi zelalî hate dîtin e. Elementa çaremîn ku di vê heyamê de pir eşkere bûye, beşdarbûna berpirsên siyasî an leşkerî yên payebilind a di amadekirin û pêkanîna vê planê de ye. Di vî warî de, ne hewce ye ku plan bi eşkere an bi hûrgilî were ragihandin. Berovajî vê, hebûna wê dikare ji şert û mercan, çarçoveya dîrokî û rêze bûyeran bê texmînkirin. Her wekî ku di xwepêşandanên berê de jî hatibû destnîşankirin, di vê çarçoveyê de kiryarên sûc qewimîne û kesên wekî Şemxanî û yên din ên bi Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ve girêdayî, di vê pêvajoyê de hem wekî fermandar û hem jî wekî sûcdar, rolek lîstine û dilîzin.
‘Kiryarên nemirovane yên wekî kuştin, tunekirin û jiholêrakirina şopên sûc’
Hebûna vê planê dikare ji naveroka giştî, bernameyên siyasî, nivîs û kiryarên rêvebiran, propagandaya medyayê û teşwîqkirina ji hêla hêzên polîs û leşkerî ve û her wiha ji cûrbecûr celebên tundiyê - di nav de tecawiz, girtina kêfî, îşkence û mirinên gumanbar û nenas ên paşê - jî bê texmînkirin. Hemû ev rewş di Statuya Dadgeha Cezayê ya Navnetewî de di bin sernavê "Sûcên li dijî mirovahiyê" de bi hûrgulî hatine destnîşankirin. Her çiqas hêmana bingehîn ji berê ve bi tevahî neyê destnîşankirin jî, sûcên li dijî mirovahiyê dikarin ji du kategoriyên cuda yên sûcan pêk bên. Ya yekem, kiryarên nemirovane yên wekî kuştin, tunekirin û jiholêrakirina şopên sûc - di nav de şewitandina laşên qurbaniyan piştî tecawiz û kuştinê ku di xwepêşandanên dawî de jî hatiye ragihandin - an jî koçberkirina bi zorê ya nifûsa sivîl, bêyî ku etnîsîte an neteweyek çi be. Hemû ev sûc li dijî sivîlan, ango sivîlên bêçek têne kirin. Ya duyemîn, zordariya kolektîf li ser bingeha motîfên siyasî, etnîkî, nijadî an olî ye.
‘Peymana NY’ê ya li dijî Îşkenceyê bi tevahî îşkenceyê qedexe kiriye’
Ev sûc di piraniya pergalên hiqûqî yên cîhanê de - nemaze li welatên demokratîk ên ku endamên belgeyên navneteweyî yên NY ne - di qanûnên navxweyî de di bin sernavên wekî sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer de têne sûcdarkirin. Ji ber vê yekê, dema binpêkirinên bingehîn li ber çav tên girtin, divê cudahî di navbera du celeb sûcan de were kirin: yek sûcên bi şêweya kuştinê ye û ya din jî sûcên bi şêweya zordariya girseyî ye. Li gorî Xala 7’emîn a Statuya Dadgeha Cezayê ya Navnetewî, kuştina sîstematîk, îşkence, girtina girseyî û windakirinên bi zorê yên li dijî nifûsa sivîl dema ku bi zanebûn û bi zanîna encamên wê têne kirin, mîna sûcên li dijî mirovahiyê têne hesibandin. Wekî din, Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Îşkenceyê bi tevahî îşkenceyê qedexe kiriye. Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî ya 1966’an û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ya 1950’yan jî helwestek tund li ser qedexekirina îşkenceyê nîşan dane, nemaze li navendên binçavkirinê û jîngehên girtî.
Prensîba ‘berpirsyariya parastinê’
Yek ji amûrên herî bibandor ji bo bidawîkirina parêzbendiya rayedar û saziyên dadwerî ji kiryarên neqanûnî, gef, zor û îşkenceyê li dijî girtiyan û xwepêşanderan, tekezkirina li ser belgekirina rast a van sûcan e. Di vî warî de, ‘Protokola Stembolê ya 2022’yan’, wekî belgeyeke Neteweyên Yekbûyî, standardên qanûnî yên navnetewî û rêbernameyên taybetî ji bo belgekirin û meşandina lêpirsînên qanûnî û bijîşkî yên bi bandor ên li ser îşkence û muameleya xerab destnîşan dike. Ev protokol roleke girîng di berpirsiyarkirina rayedaran û rakirina parêzbendiya wan a dadwerî de dilîze, nemaze li dijî girtiyên siyasî. Li gorî Destûra Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, berpirsyariya cezayî berpirsên payebilind, di nav de Serokkomar, Serokê Parlamentoyê, berpirsên leşkerî û ewlehiyê û her wiha sûcdarên rasterast an nerasterast ên îşkence û muameleya ne mirovane jî dihewîne. Di van dozan de tu kes ji wan parêzbendiya dadwerî sûd wernagire. Di warê mafên mirovan de, têgeha serweriya neteweyî êdî pênaseya xwe ya kevneşopî tuneye û prensîba ‘berpirsyariya parastinê’ cîhek taybet bi dest xistiye.
‘Mirinên gumanbar di binçav de bingehek ji bo çalakiyên qanûnî peyda dikin’
Wekî din, di derbarê mirinên gumanbar ên di dema binçavkirin, girtinê an demek kurt piştî berdanê de çêdibin, Protokola Mînesota ku di sala 2017’an de hat qedandin, xwedî girîngiyek taybet e. Ew çarçoveyek ji bo lêpirsîna hemû dozên mirinên neqanûnî yên îdiakirî destnîşan dike, nemaze dema ku mirin encama kiryar an nekirina dewletê, sazî an nûnerên wê ye,û binpêkirina erkê dewletê ya rêzgirtina mafê jiyanê vedihewîne. Di vê çarçoveyê de, saziyên hikûmet û ewlehiyê, di nav de Artêşa Pasdarên Şoreşê, Wezareta Îstîxbaratê, Dadwerî û Rêxistina Besîc, di gelek rewşan de bi binpêkirina mafên bingehîn ên jiyanê têne tawanbarkirin. Mirinên gumanbar di binçavan de an jî di rewşên ku hikûmet di parastina mafê jiyanê de erkê xwe de bi cih neaniye de, bingehek ji bo çalakiyên qanûnî peyda dikin.
‘Ji 1960’î heta 2009’an komkujiyên li Îranê didomin’
Di dawiyê de, ev koma binpêkirinan rê li ber çalakiyên qanûnî li Dadgeha Cezayê Navneteweyî, mekanîzmayên lêgerîna rastiyan û dadgehên neteweyî yên welatên sêyemîn vedike. Bi bikaranîna prensîba dadweriya gerdûnî, sûcdarên ku diçin van welatan, çalakiyên aborî an bazirganî dikin dikarin werin girtin û darizandin. Ji komkujiyên zindanan ên salên 1960’yî bigre heya xwepêşandanên li pey hev ên piştî 2009’an, şêwaza zext û binpêkirinên mafên mirovan ên berfireh li Îranê berdewam kiriye. Ji bilî darvekirina girtiyên siyasî, mirinên gumanbar jî ji hêla kom û saziyên mafên mirovan ve bi berdewamî hatine belgekirin, wekî ku we behs kir. Lê belê, pirsgirêka bingehîn nebûna berpirsyariyê dimîne; bersivek ku hîn nehatiye bidestxistin.
*Bi şert û mercên heyî yên Komara Îslamî û bi berçavgirtina mekanîzmayên ku we behs kirin ên di nav de Peymana Stenbolê û Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî hene, pirsek derdikeve holê ka gelo bi tevahî gengaz e ku Komara Îslamî berpirsyar bê girtin? Bi taybetî bi ezmûna têkçûyî ya doza Swêdê û siyaseta rehînegirtinê ya Komara Îslamî, ku tê de welatiyên welatên cûrbecûr têne girtin û bi bandor ji hêla sûcdarên van sûcan ve wekî rehîne têne girtin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Em ê bi kurtasî civîna awarte ya Konseya Mafên Mirovan a 23’ê Çileyê ku wekhevî 23’ê Sibatê ye, analîz bikin. Di vê çarçoveyê de, prensîba navneteweyî ya "Berpirsyariya Parastinê" an R2P tê raberkirin; prensîbek ku li ser felsefeya ku serwerî ne îmtiyazek e berpirsiyariyek e, hatiye avakirin. Her pergala siyasî mecbûr e ku jiyan û milkê welatiyên xwe biparêze û ger ku hikûmetek zextkar û sûcdar be û di pêkanîna vê erkê bingehîn de têk biçe, berpirsyariya parastina welatiyan ji civaka navneteweyî re tê veguheztin. Ev prensîb tedbîrên bi taybetî ji bo hikûmetan pêşbînî dike. Pêşî ji bo welatên cîran û dûv re jî ji bo hikûmetên din. Di gava yekem de, tedbîrên dîplomatîk û aborî têne hesibandin. Di nav de girtin an rawestandina çalakiyên balyozxaneyan, gazîkirina balyoz û nepejirandina bawernameyên balyozên nû yên hikûmetên zordar hene. Li gorî Peymana Viyanayê ya sala 1961’an, welatên wergir dikarin bêyî ku sedemek bidin, qebûlnekirina balyozek nû ya hikûmetekê red bikin.
‘Zext dikarin encamên pratîkî û astengker bidin’
Di aliyê aborî de, cezayên hedefgirtî û hişmend jî têne hesibandin. Di nav de cezayên li ser rayedarên payebilind ên hikûmetê yên wekî serokên şaxên rêveberî, yasadanîn û dadwerî û cemidandina mal û milkên wan ên li derveyî welêt hene. Di rojên dawî de, me dît ku hin ji van tedbîran, ji hêla hin hikûmetan ve hatine sepandin. Hefteya borî, Yekîtiya Ewropayê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) wekî rêxistinek terorîst destnîşan kir. Berteka hin rayedarên Komara Îslamî, di nav de endamên parlementoyê yên ku endamên IRGC bûne, delîlek ji bo girîngî û bandora vê gavê bû. Biryar nîşan dide ku avahiyên fermî û yên ku xuya dikin qanûnî yên hikûmeta Îranê di asta navneteweyî de jî hatine naskirin û cezakirin, dikare encamên pratîkî û astengker hebin.
‘Hîn mekanîzmayên qanûnî hene ku dikarin ji bo parastina gelê Îranê bên bikaranîn’
navnetewî Prensîba berpirsyariya parastinê di dawiyê de aliyekî leşkerî jî pêşbînî dike. Bê guman, tenê ger ku hemû amûrên dîplomatîk û aborî bêbandor bin. Lê belê, rexneyek cidî ew e ku gelek peyman û mekanîzmayên navneteweyî ku bi piranî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hatine damezrandin, niha hewceyî sererastkirin û reformên bingehîn in. Tevî van kêmasiyan, hîn jî mekanîzmayên qanûnî hene ku dikarin bi awayekî pratîkî û bibandor ji bo parastina gelê Îranê werin bikaranîn. Di beşa duyemîn de, em vedigerin civîna 23’yê Çileyê ku civînek ku piraniya nûnerên hikûmetê dengê xwe dan biryara Konseya Mafên Mirovan a ku sûcên li dijî mirovahiyê yên ji aliyê Komara Îslamî ve hatine kirin, şermezar dike. Ev kiryar dikare rê li ber çalakiyên qanûnî li Dadgeha Navneteweyî ya Dadê (ICJ) veke, dadgehek ku desthilata wê heye ku giliyên dewletan li dijî dewletan bibhîze.
Wekî din, rêyek din jî ew e ku giliyek li Dadgeha Navneteweyî ya Cezayê (ICC) were kirin, ku desthilata wê heye ku berpirsiyariya cezayî ya kesan bibihîze. Di vî warî de, piştî bûyerên Çileyê, belge û delîlên pêwîst ji vê dadgehê re hatin şandin û wergirtina wan hate piştrastkirin. Ev belge her wiha ji Komîsyona Rastî û Lihevhatinê û Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li ser Îranê, Xanim Mai Sato re jî hatine peydakirin. Saziyên ku karê wan ê sereke tomarkirin, belgekirin û parastina şahidî û delîlên qurbaniyan, malbat û şahidan e. Ev hemû kiryar nîşan didin ku rêya darizandina qanûnî, her çend dijwar be jî hatiye vekirin û bi zexta dîplomatîk, qanûnî û medyayî ya berdewam, ev sûcên berbelav dikarin di rojeva cidî ya saziyên navneteweyî de werin hiştin û pêvajoya hesabdayînê dikare were xurtkirin.
Çalakiya leşkerî heta çi radeyê dikare sûdê bide gelê Îranê?
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi eslê xwe ne endamê Dadgeha Cezayê Navneteweyî (ICC) ye û ne jî endamê Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) ye. Ji ber vê sedemê, ger em bixwazin li performansa Amerîkayê, hetta ji perspektîfeke dîrokî jî binêrin, eşkere ye ku çareserkirina gelek çalakiyên wê hewce dike ku pirsgirêk di dadgeheke navneteweyî de were bilindkirin. Ne endambûn û netevlîbûna van dadgehan bi xwe wekî astengiyek ji bo darizandinê tê hesibandin. Ji ber vê sedemê, DYA ne dibe endamê van saziyan û ne jî tevlî wan dibe. Lê derbarê çalakiya leşkerî de, divê ez tekez bikim ku wekî parêzerek, daxwaza min a rastîn ew e ku gelê bi rûmet ê Îranê bi aqil û hişmendî rêya xwe pêş ve bibin. Destwerdana leşkerî ji hêla welatên wekî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê an Îsraîlê ve, tenê dê bibe sedema tundî û encamên nepêşbînîkirî di hundirê Îranê de.
Girîngiya damezrandina dadgehên sûc ên taybet
Û bê guman ne ew tişt e ku gelê Îranê dixwaze. Armanca sereke ew e ku bi kêmtirîn lêçûna mirovî û bêyî serî li tundiyê ji Komara Îslamî veguhere; rêyek ku ber bi azadî, rizgarî û serfiraziyê ve diçe. Di heman demê de, tedbîrên ku heta niha di warê yasayî de hatine girtin, her çend pir caran ji hêla ramanên siyasî, berjewendiyên neteweyî û berjewendiyên kesane yên hikûmetan ve di bin siya wan de bin jî, dikarin di serdema piştî veguheztinê ya Komara Îslamî de rolek diyarker bilîzin. Bi hebûna belgeyên belgekirî, pêbawer û piştrastkirî, ev tedbîrên yasayî dikarin wekî referans û bingehek yasayî di pêvajoya edaleta veguheztinê de werin bikaranîn. Bê guman, di qonaxa piştî veguheztinê de, dadgehên sûc ên taybetî dê werin damezrandin da ku sûcan lêkolîn bikin û sûcdar û sûcdarên sereke yên van sûcan darizandin. Dadgehên ku dê mîsyona wan bidestxistina edalet, hesabpirsîn û bidawîkirina çerxa bêcezatiyê be.