Sedîqe Wesmaqî êrîşên li dijî binesaziyan rexne kir: Bi jiyana mirovan nelîzin
Aktivîsta sivîl Sedîqe Wasmaqî êrîşên dijî binesaziyên Îranê rexne kir, wek ‘karesateke mirovî’ bi nav kir û banga bihîstyariyê li aliyan kir.
Navenda Nûçeyan – Aktivîsta sivîl a Tehranê Sedîqe Wasmaqî, êrîşên dijî binesaziya Îranê rexne kir û ev yek wek ‘karesatek mirovî’ bi nav kir.
Sedîqe Wasmaqî, bal kişand ser texrîbkirina binesaziyên tenduristî, perwerde û enerjiyê û diyar kir ku çalekiyên bi vî awayî, nabe ku bibe hincetek ji bo desteka ji gelê Îranê re.
Sedîqe Wasmaqî têkildarî encamên êrîşan hişyarî da û got ku ev gav ne tenê serkeftinek leşkerî ye, di heman demê nîşaneta ‘bêçaretiya siyasî û leşkerî ye jî’.
Sedîqe banga bihîstyariyê li DYE’yê kir û di heman demê de ji rêveberiya Îranê xwest ku ji zextên li ser jiyana gel, dûr bisekinin.
Sedîqe Wasmaqî di beşek daxuyaniyê de wiha got: “Bi jiyana me gelan nelîzin, em û tiştên me, ne hedefên rewa ne.”
Gelek caran hate binçavkirin
Sedîqe Wasmaqî wek navek ku bi rexneyên ku di mijara mafê jinan û polîtîkayên hîzara bi zorê tê nasîn e. Di salên dawî de ji ber nêrînên xwe bi caran ji bo îfadeyê hatiye bangkirin, rastî pêvajoyên darazê hatiye. Sedîqe Wasmaqî hatiye binçavkirin û demekê di girtîgehê de maye. Her wiha derbarê wê de gelek doz hatine vekirin.