Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di rêza 159’emîn de ye
Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya RSF'ê ya 2025'an de, di nav 180 welatan de daket rêza 159'an. Her roj zêdetirî 400 milyon mirov li cîhanê ji gihîştina agahiyên pêbawer bêpar dimînin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya 2025’an de, ji ber zextên li ser rojnamevanan, Tirkiyê di nav 180 welatan de di rêza 159’emîn de bicîh kir. Li gorî RSF'ê, her roj zêdetirî 400 milyon mirov li çar aliyê cîhanê ji gihîştina agahiyên pêbawer bêpar dimînin.
Tirkiyeya ku par bi sûdwergirtina ji kêmbûna "cidîtir" a li welatên din ên nêzîk hatiye tomarkirin 7 rêz bipêş ket, di Endeksa 2025’an de cihekî din wenda kir. Vê carê ji ber şert û mercên neteweyî yên ku azadiya medyayê paşguh dikin, di kategoriya "pir cidî" de ma.
Tirkiyeya ku di sala 2002’an de di rêza 99’mîn de bû, di sala 2016’an de daket rêza 151’mîn, di sala 2017’an de daket rêza 155’emîn, di salên 2018 û 2019’an de daket rêza 157’emîn, di sala 2020’an de daket rêza 154’emîn, di sala 2021’an de daket rêza 153’yemîn, di sala 2022’yan de daket rêza 149’emîn, di sala 2023’an de daket rêza 165’emîn û di sala 2024’an de jî daket rêza 158’emîn.
'Xetereya ku em pê re rû bi rû ne, dengekî yekane di medyayê de ye'
Nûnerê RSF'ê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu got, "Faktorên wekî piştgiriya cudakar a raya giştî ya sermayeya medyayê bi rêya weşan û reklamê, hedefgirtina keyfî ya dezgehên medyayê yên rexnegir bi cezayên pereyan, û nepiştgiriya modelên dahatê yên medyaya serbixwe di serdema dîjîtal de, di salên dawî de medyaya Tirkiyeyê gihandiye rewşeke xeternak. Rojnamegerî, ku ji zexta qanûnî û fîzîkî ya berdewam westiyaye, niha ji ber derbeya ku ji ber bêîstîqrariya aborî piştî salan ji rêziknameya demokratîk û ewlehiyê bêpar maye, qels bûye. Xetereya ku em pê re rû bi rû ne, dengekî yekane di medyayê de ye."
Daketina nîşana siyasî
Îndeksa RSF’ê bi nîşandana pirsên ku ji hêla pisporan ve hatine bersivandin di pênc nîşaneyan de tê çêkirin: "Siyasî", "Ewlehî", "Aborî", "Civak-çandî" û "Qanûnî", û girêdana wan bi qatjimarat ve derdikeve holê.
Nîşaneya "Siyasî", ku hem li Tirkiyeyê û hem jî li cîhanê kêm dibe, asta piştgirî û rêzgirtina ji bo serxwebûna medyayê di rûbirûbûna zextên siyasî yên ji aliyê dewlet û aktorên din ên siyasî ve diyar dike. Tirkiye, ku par puana 31.60 bi dest xist, îsal daket 29.40, bi taybetî ji ber bandora şert û mercên aborî û qanûnî.
Lawaziya aborî ya medyayê yek ji gefên sereke ne
Her çiqas êrîşên fizîkî yên li ser rojnamevanan aliyê herî berbiçav ê êrîşa li ser azadiya çapemeniyê be jî, zextên aborî yên nepenî jî astengiyeke mezin çêdikin. Nîşaneya aborî ya di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de dê di sala 2025’an de jî kêmbûna xwe bidomîne, bighê asteke krîtîk a bêhempa. Di encamê de, rewşa azadiya çapemeniyê ji ber vê faktorê cara yekem li seranserê cîhanê ketiye rewşeke "dijwar."
Pêleke mezin a girtina medyayê
Li gorî daneyên ku RSF’ê ji bo Endeksa 2025’an bidest xistiye, rêxistinên medyayê li 160 ji 180 welatan (ji sedî 88.9) ên ku hatine nirxandin, nikarin aramiya darayî bi dest bixin. Ya xerabtir jî ew e ku nêzî ji 3 welatan yek ên cîhanê, zehmetiyên aborî rêxistinên nûçeyan neçar dikin ku saziya xwe bigirin. Ev yek di rewşa Tûnisê de (11 rêz daket û gihîşt rêza 129’an), Arjantînê (21 rêz daket û gihîşt rêza 87’an) û Yewnanistanê (89’an) de tê xuyakirin. Tew welatên ku rêza wan li gor wê baş e jî wek Efrîkaya Başûr (27’emîn) û Zelandaya Nû (16’emîn) jî, ji van pirsgirêkan bêpar nînin. Nebûna aramiya siyasî li Haîtîyê (112, -18) aboriya medyayê jî xistiye nav kaosê.
Girtina medyayê, bûye sedema mişextîkirina rojnamevanan a li 34 welatan. Ev rewş ji bo Nîkaraguayê (172, 9 rêz daketiye), Belarûsê (166), Îran (176) û Efganistanê (175) ku zehmetiyên aborî ji ber zextên siyasî zêde dibin derbasdar e.
Emrîka pêşengê krîza aborî ye
Li Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê (57’emîn e; 2 rêz daketiye) ku nîşana aborî di du salan de ji 14 xalan zêdetir daketiye, herêmên berfireh dibin çolên agahdariyê. Rojnamegeriya herêmî ji bo krîza aborî bedêlên giran dide.
2’yemîn serdema desthilatiyê ya Donald Trump ku tê de hincetên aborî yên derewîn hatine bikaranîn da ku çapemeniyê bixin bin zextê, ev çavdêrî xurt kiriye jixwe : rawestandina fînansmana hin dezgehên nûçeyan a ji hêla Ajansa Medyaya Cîhanî ya Dewletên Yekbûyî (USAGM) ve ji bo hin dezgehên nûçeyan, di nav de Dengê Amerîkayê û Radyoya Ewropaya Azad/Radyoya Azad, mînakek vê yekê ye.
Zêdetirî 400 milyon mirov li çar aliyê cîhanê, her roj, ji gihîştina agahiyên pêbawer bêpar dimînin. Bi heman awayî, cemidandina alîkariya navneteweyî ya bi rêya Ajansa Pêşxistina Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USAID) bi sedan medyayê xistiye nav bêaramiya aborî ya krîtîk; hin ji wan neçar kirin ku bigirin, nemaze li Ukraynayê (62’emîn) ji bo derî bigirin, zor li wan hatin ferzkirin.
Îndeksa RSF’ê, rewşê li 42 welatan wekî "pir cidî" dinirxîne ku azadiya çapemeniyê an bi tevahî tune ye an jî ji bo pratîkkirina rojnamegeriyê xeternak e, ku ji nîvî zêdetir nifûsa cîhanê (ji sedî 56.7) temsîl dikin.
Îsraîlê nêzî 200 rojnamevan kuştin
Ev rewş li Filîstîna (163’emîn) ku artêşa Îsraîlê zêdetirî 18 mehan e rojnamegeriyê têk dibe: artêşa Îsraîlê nêzî 200 rojnamevan kuştin, herî kêm 43 ji wan di dema ku li ser erkê xwe bûn, li herêma dorpêçkirî qedexeya ragihandinê ferz kir. Îsraîl di rêzbendê de 11 rêz daket û di rêza 112’an de cîh girt.
Sê welatên Rojhilatê Afrîkayê, Uganda (143’emîn), Etiyopya (145’emîn) û Ruanda (146’emîn), îsal ketin kategoriya "pir cidî". Hong Kong (140’emîn) niha heman rengê sor ê Çînê (178’emîn, -6) girtiye û tevlî Koreya Bakur (179’emîn) û Erîtreya (180’emîn) di sê yên jêrîn ên rêzbendê de ye. Li Asyaya Navîn, Qirgizîstan (144’emîn) û Qazakîstanê (141’emîn) siya xwe didin ser herêmê. Li Rojhilata Navîn, Urdun (147’emîn) ji ber qanûnên ku azadiya çapemeniyê sînordar dikin 15 rêz daket.