Semra Guzel hat berdan
Danişîna biryarê ya d doza siyasetmedara Kurd Semra Guzel îro pêk hat. Dadgehê biryara serbestberdana wê bi şertê kotrola edlî da.
					Navenda Nûçeyan – Danişîna biryarê ya parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel li Dadgeha Cezayê Giran a 22’emîn a Enqerê pêk hat. Endamên meclîsê yên ji Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxweaz (OHD) û gelek jin beşdarî danişînê bûn. Semra Guzel bi xwe bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevi danişînê bû.
Piştî tespîtkirin û xwendina belgeyên ku li dosyeya dozê hatine zêdekirin, danişînê dest pê kir.
Semra Guzel ku di encama kampanyaya lînçkirin û reşkirinê ya ku ji hêla Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Suleyman Soylu ve hatibû girtin, bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh û bi tawanbariya "sextkariya belgeyên fermî" 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birin û bi şertê kontrola edlî hat berdan.