Tirkiye di 'Endeksa Jin, Aştî û Ewlehiyê' de di rêza 106’emîn de ye
Tirkiye di 'Endeksa Jin, Aştî û Ewlehiyê' de di rêza 106’emîn de ye Li gorî rapora Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Georgetown û Osloyê ya 2025/26an, Tirkiye di warê mafên aborî, siyasî û civakî yên jinan de ji navînîya YE yê paşde maye.
Navenda Nûçeyan – Di Endeksa Jin, Aştî û Ewlehiyê ya 2025/26an de, ku ji hêla Enstîtuya Jinan di Aştî û Ewlehiyê de ya Zanîngeha Georgetown û Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Osloyê ve hatiye amadekirin, Tirkiye di nav 181 welatan de di rêza 106emîn de ye.
Ev endeks, ku bi karanîna daneyên ji çavkaniyên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî û Banka Cîhanî hatiye berhevkirin, rewşa aborî ya jinan, gihîştina perwerdehiyê, temsîliyeta siyasî, gihîştina edaletê û ewlehiyê li gorî pîvanên sereke dinirxîne.
Daneyên li jêr navînîya cîhanê ne
Danîmarka di serê lîsteyê de bû, Afganistan jî di dawiyê de bû. Ji hêla din ve, Tirkiye di wêneyê giştî de li jêr navînîya Yekîtiya Ewropayê ma. Her çend asta perwerdehiya jinan li Tirkiyeyê di salên borî de zêde bûbe jî, dema navînî ya perwerdehiyê wekî 8 sal hat hesabkirin. Her çend tê dîtin ku zêdebûna perwerdehiyê bi heman rengî di kar de nehatiye nîşandan jî, rêjeya beşdariya hêza kar a jinan li jêr navînîya OECD-ê maye û ji sedî 39,6 e. Tê gotin ku ev rêje dibe ku bilindtir be dema ku karê nefermî were hesibandin. Her çend rêjeya gihîştina çavkaniyên darayî wekî ji sedî 62,5 tê destnîşankirin jî, rêjeya temsîla jinan di parlementoyê de li ji sedî 19,9 maye. Ev rêje ji navînîya cîhanê pir kêmtir e û qelsiya temsîla siyasî nîşan dide.
Dibe ku rêjeyên rastîn bilindtir bin
Her çend hate teqez kirin ku qanûndanîn di warê edaletê de nisbeten xurt e lê di bicîhanîna wê de pirsgirêk têne jiyîn jî, rêjeya nebûna cudakariya qanûnî wekî ji sedî 82,5 hate tomar kirin. Rêjeya jinên ku rastî şîdeta hevjînê tên wekî ji sedî 12,1 hate ragihandin. Lêbelê, tê gotin ku ev dane tenê li ser serlêdan û giliyên fermî ne, û rêjeya rastîn dibe ku bilindtir be.
Rapora Çavdêriya Jin, Aştî û Ewlehiyê ya 2025an bandora nehevseng a şer û krîzan li ser jin û keçan destnîşan dike, û tekez dike ku beşdariya wekhev û bi bandor a jinan di pêvajoyên biryargirtinê yên siyasî, aborî û ewlehiyê de aştî û aramiyê xurt dike.