Tîma Futbolê ya jinan a Îranê sîrûda neteweyî ya Îranê nexwendin
Di çarçoveya Şampiyona Asya ya 2026’an de, beriya maça bi Başûrê Kore re, lîstokvanên Tîma Futbola Neteweyî ya Jinan a Îranê û heyeta teknîk, sîrûda Komara Îslama Îranê nexwendin.
Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya pêşbaziya Şampiyona Asya ya 2026’an de tîma futbola neteweyî ya jinên Başûrê Kore û Îranê, li bajarê Coast Gold a Awusturalya hatin beramberî hevdû. Beriya lîstikê di dîmenên hatin kişandin de, lîstikvanên tîma futbola Neteweyî ya Jinan a Îranê û heyeta teknîkê, sîrûda Komara Îslama Îranê ne xwendin.
Piştî şerê ku li Îranê destpê kirî, wêneyê destpêkê derketî, têkoşîna ku teybetmendiya hatina beramberî hev a fermî, bi serkeftina başûrê Kore bi 3-0 bi dawî bû.
Di civîna çapemeniyê ya piştî lîstikê hatî li darxistin de, pirsên derbarê mijarên destpêkirina şerê li Îranê û mirina Elî Xamineyî, ji qeptana tîmê Zehra Ghanbarî û dîrektora teknîkê Marziye Jafarî hate pirsîn. Lê belê bi mudaxeleya nûnerên medyayê yê Konfederasyona Futbola Asya (AFC), destûr nehat dayîn ev pirs werin bersivandin.