Tevî agirbestê jî êrîşên çeteyan didomin

Cîhadîstên Heyet Tehrîr el- Şam (HTŞ) agirbestê binpê dikin û êrîşê gundê Kobanê û kantona Çizîrê kirin. Duh di encama êrîşa çeteyan a li dijî gundê Qasimiyê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 3 zarok jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ), DAIŞ û komên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Kobanê û kantona Cizîrê didomin.

Çeteyan îro jî agirbest binpê kir û bi dronek êrîşê gundê Safa yê başûrê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê kirin. Di encama êrîşê de zirarên madî çêbûn.

Çeteyan bi obîsan êrîşî gundên Çelebiyê û Xerab Reşkê yên rojhlatê bajarê Kobanê kirin. Piştre hewl dan bikevin her du gundan. Şervanên YPJ û QSD’ê bersiva êrîşan dan û şer derket. Di şer de çeteyan derbên giran xwarin.

Her wiha duh ango 25’ê Çileyê jî çeteyan bi panzêran êrîşî eniya bajarokê Çelebiyê yê başûrê rojhilatê Kobanê kirin. Şervanan êrîş têk birin. Piştre jî êrîşê gundên Zêrik û Qasimiyê yên rojavayê Kobanê kirin.

Di saetên berêvarî de careke din bi obîsan êrîşî gundê Qasimiyê kirin. Di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 3 zarok jî birîndar bûn.

Dîsa di saetên êvarê de bi 3 dronên xwekujî êrîşî gundê Qîro û Safa yê Çilaxa kirin. Di encama êrîşê de zirarên madî çêbûn.